Însiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê: Azadiya Abdullah Ocalan mafekî hiqûqî ye

Însiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re nameyek vekirî şand û got: “Misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan ne tenê berpirsiyariyek exlaqî ye, mafekî hiqûqî ye.

Navenda Nûçeyan – Însiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re nameyek vekirî şand û xwest ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan gavek dîrokî bê avêtin.

Însiyatîf, di nameya xwe de diyar kir ku Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de banga aştî, avakirina civakek demokratîk û lihevhatinê kiriye û ji bo vê gave gavên pratîkî hatiye avêtin, lê hêj bendewariya gavên beramberî û pêkanîna pêvajoya guhertinê didome.

Însiyatîfê, destnîşan kir ku misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê berpirsiyariyek exlaqî ye, di heman demê li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya 18’ê Adara 2014’an de pêdiviyek hiqûqî ye. Di biryara mijara gotinê de, hatiye destnîşankirin ku berdewamiya tecrîda li ser Ocalan binpêkirina madeya 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Însiyatîfê, di dawiya nameyê de diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nûnertiya "mafê hêviyê" ku ji aliyê navneteweyî ve hatiye temînkirin e û nîşaneya daxwaza edaletê ya bi mîlyonan Kurdan e. Însiyatîfê, banga li Neteweyên Yekbûyî kir ku welatên endam teşwîq bike ku biryarên dadwerî pêkbînin û pêvajoyên aştiyê bihêz bikin.