Îlham Ehmed: Hêzên girêdayî rêveberiya Şamê lihevkirinê binpê kirin
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, der barê êrîşên komên çete yên li Meskenê de got: “Hêzên girêdayî rêveberiya Şamê bi awayekî vekirî lihevkirin binpê kirin.”
Navenda Nûçeyan- Hevseroka Daîreya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Îlham Ehmed, der barê êrîşên komên çete yên li Meskenê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal (X) peyamek da û diyar kir ku komên hikûmeta demkî lihevkirinê binpê kirine.
Îlham Ehmed di peyama xwe de wiha got: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh qebûl kiribû ku hêzên xwe ji deverên rojavayê Firatê ku bajarokên Dêr Hafir û Mesken jî di nav de ne, vekişîne. Lê hêzên girêdayî rêveberiya Şamê bi awayekî vekirî ev lihevkirin binpê kirin. Li Meskenê di navbera herdu aliyan de pevçûnên dijwar hene. Em ji van binpêkirinan û sorkirinên li hemberî QSD’ê bi temamî Şamê berpirsyar dibînin.”