Îlham Ehmed belgeyên komkujiyan eşkere kir

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed belgeyên komkujiyên li taxên Kurdan ên li Helebê pêk hatine eşkere kir.

 Navenda Nûçeyan- Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, têkildarî êrîşên li Helebê daxuyaniyeke berfireh da.

Îlham Ehmed bi berfirehî qala sûcên li hersê taxên ku zêdeyî 500 hezar sivîl lê bûn kir û nîşan da bê kîjan hêz tevlî êrîşan bûne.

‘Tenê ji malbata min 7 kesan jiyana xwe ji dest dan’

Îlham Ehmed her wiha di civîna çapemeniyê ku bi rêya zoomê pêk anî de, anî ziman ku li taxa Şêx Meqsûdê ji malbata wê 7 kes di otobusekê de bi dronê hatine qetilkirin û got: “Tenê ji malbata min li Şêx Meqsûd heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dema ku di hundire otobusekê de bûn bi dronê lê dan û ji malbata min 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bilî vê yekê hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dan pir zêde ye. Malên mirovan têne talankirin. Cenazeyên şervanên jin ji avahiyan têne avêtin."

Îlham Ehmed bi bîr xist ku li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê li gel mirovên ji Efrînê bi zorê hatin koçberkirin, zêdeyî 500 hezar sivîl hebûne û anî ziman ku ev hersê tax bi mehan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine dorpêçkirin.

Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku di 6'ê Çileya 2026'an de komên ser bi hikûmeta Şamê, êrîşeke berfireh a leşkerî birine ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Îlham Ehmed ragihand ku tumenên 60, 62, 72 û 86 ên artêşa Sûriyeyê tevlî êrîşê bûne, anî ziman ku di êrîşan de wesayîtên zirxî, yekîneyên topê yên giran, roketavêjên gran û katyûşa, topên hawanê û dronên bombeyî hatine bikaranîn.

‘Êrîş bi zanebûn li ser sivîlan tê kirin’

Îlham Ehmed diyar kir ku êrîş bi zanebûn li hember sivîlan hate kirin û wiha got: “Li gel nifûsa zêde ya sivîlan jî, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê weke ‘herêma leşkerî’ ragihand. Piştî vê ragihandinê herêm bi çekên giran hat bombekirin.”

Îlham Ehmed ragihand ku di 8’ê Çileyê de komên cîhadîst ên li ser xeta tund a Asaib al-Hamra yên El Qaîdeyê jî ketine dewrê û êrîş girantir bûye û wiha got: “Ji Idlib û bajarên din jî hêz hatin. Komên SMO yên bi piştgiriya Tirkiyeyê tevlî operasyonê bûn û dewleta Tirk jî bi balafirên bêmirov (Bayraktar) piştgiriya hewayî û îstîxbaratî da êrîşan. Ji sibeha 8'ê Çileyê û pê ve operasyon ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyeyê Tumgeneral Alî al Naasan ve hate birêvebirin.”

Îlham Ehmed bi dewamî li ser êrîşan ev agahî dan:

“Piştî bombebarana zêdeyî 12 saetan, fraksiyonên artêşa Sûriyeyê roja 7’ê Çileyê saet di 21:00’an de bi koordîneyî li hemberî taxên Kurdan dest bi êrîşê kirin û ji sê aliyan ve pêş ve çûn.

Di 8'ê Çileyê de Nexweşxaneya Osman a li Eşrefiyê û nexweşxaneya Xalid Fecir a li Şêxmeqsûdê gelek caran hatin bombekirin ku gelek sivîlên birîndar, nexweş û personelên tenduristiyê tê de bûn. Gelek xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin.

Di navbera 9 û 10'ê Çileyê de li Eşrefiyê tax bi temamî dagir kirin. Operasyonên leşkerî piştre li ser Şêx Meqsûdê hatin girankirin. Birîndar, zarok, extiyar li gel malbatên xwe li Nexweşxaneya Xalif Fecir asê man. Bombebaran bû sedem ku gelek sivîl û personelên tenduristiyê bimirin.

Êvara 10'ê Çileyê piştî lihevkirina bi navbeynkariya aktorên navneteweyî, sibeha 11'ê Çileyê agirbest ket meriyetê. Bi lihevkirinê re karê veguhestina mirî, birîndar û hêzên ewlekariyê yên mayî hêsan kir. Piştre şer qediya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn xwe ji taxê vekişandin.”

Li gorî qeydên îdarî yên xwecihî û belgeyên hîn temam nebûne, di navbera 6-10'ê Çileyê de di êrîşan de, jin û zarok, extiyar jî di nav de 47 sivîl hatin qetilkirin, 133 sivîl birîndar bûn. Herî kêm 276 sivîl winda bûn, ku piraniya wan bi awayek kêfî hatin binçavkirin.

Piştî êrîşan, koçberiyeke girseyî destpê kir û li gorî texmînan ji 148 hezar heta155 hezarî Kurdên sivîl bi zorê ji taxên Kurdan ên Helebê hatin koçberkirin.

Îlham Ehmed got: “Civaka navneteweyî ji bo kontrolkirina agirbestê û pêşîgirtina li binpêkirinên hîn zêdetir de divê bi lez çavdêrên serbixwe erkdar bike.”