‘Êrîşa li dijî goristana bêrêziya li dijî nirxên mirovahiyê ye’

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê, bi daxuyaniyek êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê yên li dijî goristanên şehîdan şermezar kir û ev yek mîna binpêkirina pîroziya şehîdan û bêrêziya li nirxên mirovahiyê binav kir.

Kobanê- Çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û dewleta Tirk, êrîşê goristanên şehîdan ên li Reqa, Şedadê û Dêrazorê kirin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê, têkildarî êrîşên li ser goristanên şehîdan daxuyaniyek da û bertek nîşanî êrîşan da.

Daxuyanî li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê, bi amadebûna endamên meclîsê û xizmên şehîdan ji aliyê endama meclîsê Hîba Mamo ve hat xwendin.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de, hemû pakrewanên tevgera azadiyê bi bîr anîn û destdirêjiya li ser goristanên şehîdan şermezar kir, wek binpêkirina pîroziya şehîdan û bêrêziya li nirxên mirovahiyê nirxand. Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku destdirêjiya li ser gorên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk hewldanek e ji bo têkbirina mîrateya têkoşîn û fedakariya deh salan a şerê li dijî DAIŞ’ê.

'Rûmeta şehîdan xeta sor e’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rûmeta şehîdan xeta sor e. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan hat rexnekirin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku berpirsiyariyên xwe di çavdêrîkirin û belgekirina van bûyeran bi cih bînin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan, daxwaza avakirina komîsyoneke lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe kirin da ku hesab ji berpirsyaran were pirsîn.