‘Êriş li dijî destkeftiyên Şoreşa Jinan e, lewra têkoşînek xurt divê’
Endama Akademiyên Civaka Demokratîk Rojda Osman a bal kişand êrîşên ewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî, îşaret bi banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser kir û got: “Êriş li dijî destkeftiyên Şoreşa Jinan e, li dijî êrîşan têkoşînek xurt divê.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Piştî êrîşên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên li ser bajarê Helebê, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî êrîşî Kantona Şehba-Efrînê kirin ku bi hezaran Efrînî yên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên sala 2018’an koçber bûbûn lê diman. Bi hemwextî dewleta Tirk êrişî Minbic û Til Temirê kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rewşê banga seferberiyê kir. Piştî êrîşên li ser Şehbayê û gundewarên Helebê Meclîsa Gel a Şehbayê bi daxuyaniyekê ragihand biryar girtine ku ji herêma di bin dorpêça çeteyan de maye, herin heremên bi ewle yên Rêveberiya Xweser. Li ser vê yekê 200 hezar kesên ku di sala 2018’an de ji ber êrişên dewleta Tirk koçber bûbûn, pêkhateyên Ereb ên li Şehba û gundewarên Helebê dijiyan, berê xwe dan Tebqa û Reqayê.
Endama Akademiyên Civaka Demokratîk Rojda Osman ji ajansa me re geşedanên dawî yên der barê vê pêvajoyê de nirxand.
‘Armanc perçekirina xaka Sûriyê ye’
Endama Akademiyên Civaka Demokratîk Rojda Osman tekez kir ku armanca êrîşan perçekirina xaka Sûriyê ye û wiha got: “Gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ev 12 sal di pêvajoyek tijî tekoşîn, berxwedanî, koçberî re derbas dibin. Her ku diçe bûyer û plansazî li ser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tên çêkirin. Armanca wan ew e ku di serî de gelê Kurd qir bikin û pêkhateyên din jî werin tunekirin. Em dibînin ku bi êrîşên niha li milê Heleb, Şehba, Til Refat pêk tên dixwazin Peymana Lozanê ya ku perçekirinê esas digre zindî bikin û xaka Sûriyê bidin perçekirin, komkujiyê li ser gelên wê pêk bînin.”
‘Peymanek li dijî deskeftî û şoreşa jinê tê pêkanîn’
Rojda Osman da zanîn ku êrîşên li ser Heleb, Şehba û Şêx Meqsûdê, ji ber ku hikûmeta Şamê bi erk û berpirsyariya xwe tevnegeriyaye qewimîne û wiha domand: “Pêvajoya ku niha em tê re derbas dibin, pêvajoyek şerê gelê şoreşgerî xwe ferz dike. Gerek em bi vî rihî xwe û projeya xwe ji planên tunekirinê biparêzin. Bûyerên herî dawî qewimîn, civakê ber bi xeteriyek mezin ve dibe. Berpirsê vê xeterê jî, hikûmeta Şamê ye. Ji ber ku hikûmeta Şamê diyalogan bi Rêvberiya Xweser re qebûl nedikir, rê li ber qirkirin û êrîşan vekir. Di heman demê de di êrîşên li ser Heleb, Şêx Meqsûd û Şehbayê de hikûmeta Şamê bi erk û mîsyona xwe ya parastina gel ranebû. Dewleta Tirk a dagirker jî hewl dide sûdê ji rewşa heyî wergire da ku armancên xwe yên mêtîngerî, guhertina demografî û pêkanîna Mîsaqî Millî pêk bîne. Em êrîşên heyî yên li ser Şehba, Heleb, Şêx Meqsûdê ne tenê wek êrîş binav dikin, em wek peymanek li dijî deskeftiyên gelan û Şoreşa jinê jî dibînin.”
‘Dixwazin Kurdan perçe û tune bikin’
Rojda Osman destnîşan kir ku armanca sereke ya peymanên hatine çêkirin, perçekirin û wendakirina gelê Kurd e. Rojda Osman wiha got: “Her wiha plansaziyek ku dixwazin di riya wê de xeta berxwedaniyê a ku gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hilbijartiye bikin hedef û koçberên ku li Şehba di bin şert û mercên zehmet de dijîn, careke din neçarî koçberiyê bikin û bê moral bihêlin. Lê em jî dikarin bêjin ku xeta berxwedanê wê her biherike. Li kuderê be jî Kurd wê doza mafê xwe bikin û ji bo têkbirina planên qirkirinê asta tekoşînê bilind bikin. Lewma em bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî dikin ku li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin û bertekên xwe nîşan bidin.”