Çiro Heme Şerîf: Di qada siyasî de divê jin piştgiriyê bidin hev
Parlamentera berê Çiro Heme şerîf bal kişand ser maf û xebatên jinan û destnîşan kir ku jin dikarin bi piştevaniya hevbeş û evîna kar hemû astengiyan derbas bikin.
MEHRÎBAN SELAM
Helebce – Dema ku jinek di cihek biryardanê de cih digre, ev nayê wê wateyê ku meqam esas in. Berovajî ku beşdariya jinan di rêveberiya sazî û yekîneyên îdarî de ne tenê bi girtina meqaman ve sînordar e, afirandina hawîrdorek li ser bingeha piştgirî û hevkariyê ya hevbeş di xurtkirina rolên jinan di warên siyasî û îdarî de di nav faktorên herî girîng de ye.
Endama dema pêncemîn a Parlamentoya Iraqê û Cîgira Serokê Navenda rêxistinî ya Yekîtiya Welatparêzên Kurdistanê li Şehrezorê Çiro Heme Şerîf Abdullah, di warên siyasî û îdarî de xwedî ezmûnek berfireh e. Çiro ji nûçegihana ajansa me re got ku jinan di seranserê kariyera wê de piştgiriyek bêhempa dane wê. Çiro da zanîn ku jin, bi girîngî beşdarî berdewamî û serkeftina wê bûne.
Çiro Heme Şerîf Abdullah bawer dike ku jin hevdu çêtir fam dikin û ev têgihîştina hevbeş dikare bingehek xurt ji bo hevkarî û piştgiriya hevbeş ava bike. Çiro bal kişand ser girîngiya xurtkirina rolên jinan û wiha vegot: “Hewcedariya ku jin bi yek dengî biaxivin û di partiyên siyasî û saziyên dewletê de piştgiriyê bidin hev heye.”
Bi evîna kar hemû astengî derbas kirin
Çiro di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku jin li cihê kar, bi taybetî di meqamên îdarî û siyasî de, bi gelek astengiyan re rûbirû dimînin. Wê diyar kir ku hevsengkirina berpirsyariyên malbatî bi jiyana kar re dikare bibe dijwariyeke mezin ku ew wek jin pê re rûbirû dimînin.
Çiro ev mijar bi van gotinan rave kir: “Min di tevahiya kariyera xwe de, tevî hemû zehmetiyan, her gav hewl da ku pêşve herim. Min gelek caran berê xwe da Bexdayê, tewar dema ku şert û mercên rêyan li Kurdistan û Iraqê ne hêsan bûn jî. Di heman demê de, wekî jinek xwedî malbatek, berpirsyariyên min ji bo mal û zarokên min hebûn. Lê belê, evîna min ji bo karê min û pabendbûna min bi wê re di nav sedemên sereke de ne ku min van astengiyan derbas kirin û berdewam kir.”
‘Ji karê xwe bi qasî zarokên xwe hez bike’
Her wiha Çiro Heme şerîf, li ser têkiliya di navbera jiyana taybet û jiyana kar de rawestiya û wiha pê de çû: “Her jinek zarokên wê hene. Her wiha hezkirina jinan ji bo zarokên xwe jî hene. Lê belê, ji bo ku di cihê kar de serfiraz bin, divê ew karê xwe bi heman fedakarî û evînê birêve bibin. Tiştek nikare şûna zarokan bigie, lê belê evîna ji bo kar û pabendbûna bi kar re alîkariya jinekê dike ku berdewam bike û di warê xwe yê pîşeyî de serkeftinê bi dest bixe.”
‘Serkeftina jinekê divê ji bo hêzdarkirina jinên din xala destpêkê be’
Çiro Heme Şerîf Abdullah, bang li jinan kir û wiha got: “Bêyî ku hûn di nava partiyên siyasî de cih bigrin; an jî di hikûmetê de çi rol û meqamê we hebin, piştevaniya hev bikin û jinên din wekî endamên malbata xwe bibînin. Serkeftina jinekê divê qet nebe sedemek ji bo kêmkirina derfetên jineke din. Berovajî vê, serkeftina jinekê divê bibe xalek destpêkê ji bo pêşveçûna jinên din. Dema ku jineke din di pozîsyona xwe de çêtir û jêhatîtir dibe, piştgiriya wê ne zirardar e, beşek ji serkeftina we ya kesane ye.”
Modelek ji bo beşdariya jinan
Çiro Heme Şerîf Abdullah, bal kişand ser jinên Helebceyê û wiha bi dawî kir: “Jinên bajarê Helebceyê di warên îdarî û rêveberiya giştî de xwedî ezmûn û jêhatîbûnek bêhempa ne. Ger jin karibin piştgirî û hevkariya xwe ya hevbeş xurt bikin, rola jinan di rêveberiya saziyan, hikûmet û warên siyasî de dê xurtir bibe û beşdariya wan dê bibandortir be.”