Çalakvanên Mexmûrê: Pêwîste Rêbertî demildest bi fîzîkî azad bibe
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, di roja xwe ya hezar û 201’an de bi biryardariyek xurt didome.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 229’an, di roja xwe ya hezar û 201’an de bi biryardariyek xurt didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 228’an Delîla Bayar daxuyaniyek xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Em weke yekitiya xwendekarên azad ên Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di vê nobetê de ne. Di vê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de, agahî û perspektîf ji Rêber Apo girtin ji bo me çavkaniya moral û heyecanê ya herî mezin e. Lê em weke şagirtên Rêber Apo tenê agahî girtinê bes nabînin, ji ber wê yekê em ê vê çalakiya nobetê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tacîdar bikin.
Em li vir bi dengê herî bilind dibêjin ku azadiya Rêberê me, azadiya hemû gelan e. Riya çareseriya pirsgirêka Kurd û derbaskirina qeyrana li Rojhilata Navîn, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ye. Ji bo afrênerê vê paradîgmayê bikaribe rolê xwe bilîze, divê demildest deriyên zindana Îmraliyê vebin û dîwarên wî hilweşin. Ev erk û berpirsyariyên me yên demê ne û em ê pêk bînin. Tecrîd sûceke mirovahiyê ye, bila dewleta Tirk û hemû dewletên navnetewî baş bizanin ku em tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl nakin. Rêberê me temsîliyeta hemû nirxên mirovahiyê ye.
Em dubare diyar dikin ku heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, em ê têkoşîna xwe bi awayek xurtir bidomînin.”
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan dawî bû.