Çalakvanên Mexmûrê: Armanca Rêbertî azadiya gelên Rojhilata Navîne

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyeke xurt, dewirgirtina koma 206’an di roja xwe ya 1070’an de didome.

Mexmûr –  Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi biryardariyeke xurt, dewirgirtina koma 206’an di roja xwe ya 1070’an de didome. 

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 205’an Hecî Çelê axivî.

‘Armanca vî şerî ew bû ku gelê Kurd bigihije mafê xwe’

Hecî Çelê di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li wargeha Mexmûrê destpêkirî demeke nêz de yê sê saliya xwe tije bike û wiha axivî: “Armanca me azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo ye û heman demê armanca Rêberê me û rêxistina me jî azadkirina gelê Kurde. Gelê Kurd jî wek her gelekî bigihije mafê xwe, çand û nasnameya xwe ya sîyasî. Di nava 50’î salan de şerek hat meşandin û di vî şerî de gelek bedel hatin dayîn. Armanca vî şerî ew bû ku gelê Kurd bigihije mafê xwe.”

‘Vê pêvajoyê de erkê dikeve ser mile me jî zêde bû ye’

Hecî Çelê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Saleke zêdetire Rêbertî ev pêvajoyê daye destpêkirin. Di vê pêvajoyê de erkê dikeve ser mile me jî zêde bû ye. Ji ber aştî çêkirin ji şerkirinê girantire. Her Kurdekê ku dibêje ez welatparêzim û heta dawiyê bi nirxên xwe ve girêdayî me pêwîste di vê pêvajoyê de bi erkê xwe rabe. Taybet jî yên ku li dijî vê pêvajoyê ne li ser tora dîjîtal dijî Rêbertî û rêxistinê diaxivin pêwîste em wan kesan guhdar nekin û em li hemberî wan rûmeta xwe biparêzin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 206’an dawî bû.