Çalakvanên Mexmûrê: Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatibû destpêkirin, di roja 722’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 141’emîn, di roja 722’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 140’emîn Pinar Bayar axivî.
‘Em dev ji têkoşîn û çalakiyên xwe bernadin’
Pinar Bayar bal kişand ser tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: “Ev bi salane tecrîdek girankirî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Rêbertî tê meşandin. Ji bo ku ev tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî bê rakirin, li Mexmûr û hemu deverên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di encama van çalakî û têkoşîna Rêbertî de hevdîtin hatin kirin. Lê ev hevdîtin têrê nakin, ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger nake. Em wek gelê Kurd û ciwanên Mexmûrê soz didin ku heta Rêbertî bi awayek fîzîkî azad nebe, em dev ji têkoşîn û çalakiyên xwe bernadin.”
‘Rêbertî destbi avakirina jiyanek nû kir’
Pinar Bayar di nava axaftinên xwe de anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêvajoya ku destpêkirî riya aştiyek mayînde vekir û ev tişt got: “Rêbertî qonaxek da destpêkirin, ev qonax jî dîrokiye. Qonaxa keda 52 salan ya Rêbertî û şehîdan a ku bi encam buye. Bê guman ger ku wek gelê Kurd û ciwanên Kurd em îro li ser linganin, ev bi saya têkoşîna Rêbertî û keda şehîdane. Herî dawî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêbertî bû rênîşandana çareseriyê. Di vê pêvajoya ku ewqas xetimandin dihat jiyankirin de, Rêbertî bi sekna ji bo çareseriyê pêşengtî kir û bi manîfestoyên guhertin û veguhertinê, destbi avakirina jiyanek nû kir.”
Pinar Bayar di dawiyê de ev bang kir: “Divê pêvajoyê de wek gelê Kurd û ciwanên ku ya ku ji me tê xwestin û erk û mîsyona xwe rabûne. Em bang li tevayî gelê Kurd û ciwanan dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî çi ji wan tê bikin û li hember şerê taybet têkoşîn bidin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 141’emîn dawî bû.