Çalakvanên Mexmûrê: Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 134’emîn û biryardariyek xurt didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 134’emîn didome.
Beriya ku çalakî were dewirkirin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 133’emîn Îsiv Gundigî axivî.
‘Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye’
Îsiv Gundigî bal kişand ser biryardariya çalakiya nobetê ku ev nêzî du salane bênavber didome û wiha got: “Ev çalakiya me ji bo azadiya fîzîkî ya Serokatî û hemu girtiyên siyasî ye. Rêbertî di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk kir, em heta dawiyê piştgiriya bangê dikin û hêvî dikin ku demek nêz de aştiyek mayînde pêkbê û Rêbertî bi fîzîkî azad bibe.”
Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 134’emîn dawî bû.