Çalakvanên Iraqî: Guhertina Zagona Rewşa Kesane mafê jinan dike xeterê

Çalakvanên jin ên Iraqî nerazîbûn nîşanî guhertina Zagona Rewşa Kesane dan û gotin: "Ev guhertin mafên jin û zarokan dixe xeterê û civakê vedigerîne serdemên cudakarî û bêdadiyê."

RECA HEMÎD REŞÎD

Iraq- Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya 21'ê Çileyê de li dar xistibû sê qanûnên nakok pejirand. Ya herî girîng ji wan guhertina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959'an bû. Ev guhertin jî bû sedem ku bertekên mezin ji aliyê parêzvanên mafên jinan ve derkevin. Gelek çalakvan guhertinê weke şikestinek cidî di mafên jin û zarokan de dihesibînin û dibêjin ku wekheviyê tehdîd dike. Di heman demê de di van guhertinan de zewaca zarokan û berfirehkirina pirzewacî nîşan dide. Ev jî bandorek li ser malbat û civaka Iraqê bi taybetî li ser jinan çêdike.

Çalakvanên jin ên Iraqê der barê guhertinên Zagon RewşaKkesane li Iraqê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

'Ev guhertin li dijî xizmetên jin û civakê ne'

Parêzer Hind Kerîm nerazîbûna xwe li hemberî guhertina Zagona Rewşa Kesane nîşan da û got: "Em weke çalakvan û çalakvanên mafên mirovan ji pesendkirina sê zagonan ji aliyê Meclisa Nûneran ve, matmayî man. Li gorî daxuyaniyên nûnerên ji nava meclisê ku erêkirina guhertinê red kirin, Meclisa Nûneran mekanîzmaya dengdanê ya ku li gorî rêziknameya navxweyî hatiye pejirandin, qebûl nekir. Ev guhertin li dijî berjewendiyên malbatên Iraqê ne û bêyî dengdanek rast û qanûnî guhertin ji aliyê Serokê parlamentoyê ve hatiye kirin. Weke jin û çalakvanên mafên mirovan em van guhertinan bi tundî red dikin û em bang li Dadgeha Bilind a Federal dikin ku dûrî bandorên siyasî û zextên navxweyî biryarê li ser vê dosyayê bide."

‘Hêviya jinan winda bû’

Rojnamevan Benîn Elyas piştrast kir ku parlamentoya Iraqê hêviya jinan winda kiriye û wiha got: "Parlamentoya Iraqê bi erêkirina guhertinên di Zagona Rewşa Kesane de, hêviya jinan winda kir. Li gorî guhertinan wê gelek dayik ji zarokên xwe bê par bimînin. Ev guhertin dê hejmara xwekuştinan, redkirina civakê û nerazîbûna zewacê zêde bike her wiha dibe sedem ku hinek kesan dev ji prensîb û mezhebên xwe berdin. Jinên Iraqî bi hêz û bi biryar in û dê rê nedin zarokên wan ji mafên xwe bêpar bimînin."

'Divê guhertin mafên jinan û zarokan biparêze'

Çalakvan Îsraa El Rawî girîngiya guhertina hinek bendên qanûnî ku ziyanê dide jinên Iraqî û azadiya wan asteng dike, anî ziman û wiha axivî: "Qanûna heyî ne li gorî pêşketinên civakê ne û mafên jinan sînordar dikin, ev jî di îstîqrara malbatê de pirsgirêkan çêdike. Divê guhertinên hatine çêkirin mafên jin û zarokan biparêzin her wiha piştgiriya qanûnî û aborî ji jinên hevberdayî yan jinên hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane re bikin û di nakokiyên malbatî de ji bo jinan metnên hiqûqî yên dadmend misoger bikin."

'Guhertinên nû dê bibe sedema zêdebûna tundiyê'

Çalakvan Nîdal Toma jî tekez kir ku dengdayînên ji bo van guhertinan wan matmayî hiştiye û wiha pê de çû: "Dengdayîn û erêkirina guhertinên di Zagona Rewşa Kesane de em matmayî kirin, bi taybetî jinên hevberdayî. Ev guhertin nakeve xizmetên parastina mafên jinan û rewşa dayikan di ber çavan re derbas nekirine ku çawa zarok wê li gel bav bimîne û ew nikarin berpirsiyariya zarokan weke dayik hilgire ser milên xwe. Ji ber qanûnên nû parastina mafên jinan nahewîne, ev yek dihêle ku jin hemû cureyên tundiyê qebûl bikin tenê ji bo parastina zarokên xwe bike."

'Di destûrên heyî de divê mafên jinan bê parastin'

Çalakvan Ehlam El Bacihcî diyar kir ku tevî nerazîbûna civakê ji van guhertinan re lê ew hat erêkirin û got: "Tevî ku ev guhertin ji aliyê civakê ve hatin redkirin, mixabin ew hatin erêkirin. Me hêvî dikir ku ev guhertin bikevin xizmeta gel û jinan. Di demên pêşî de girîng e ku mijarên weke mafên jinan di birina zarokên xwe de, nehêlin zewaca di temenê biçûk de çêbibe û parastina jinên hevberdayî bê kirin divê bên nîqaşkirin. Her wiha girîng e ku jin di destûrên heyî de mafên xwe biparêzin û bidest bixin."

'Ev guhertin derbeyek ji prensîbên edaletê re ye'

Çalakvan Dîna Eltayî diyar kir ku erêkirina guhertinên Zagona Rewşa Kesane li parlamentoya Iraqê, mafên jin û zarokan binpê dike û wiha got: "Erêkirina guhertinên di zagonê de mafên jin û zarokan binpê dike û derbeyek ji destûr û prensîbên edaletê re ye. Ev guhertin, civakê vedigerîne serdemên cudakarî û bêdadiyê, her wiha zilma li ser komên xizanan rewa dike. Parlamento bûye platformek ji bo xurtkirina serdestiya koalîsyona desthilatdar, bi ajandayên mezhebî yên teng. Berdewamkirina van polîtîkayan wê bibe sedema kêmbûna edaleta civakî û zêdebûna bêedaletiyê"

'Divê wekhevî ehvî bê avakirin'

Çalakvan Reşa El Cebûrî diyar kir ku di sererastkirina di Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê de divê mijarên zewac, hevberdan, girtina zarokan û mîrate bi rêkûpêk bibin. Di guhertinan de divê rewşa jinan di berdan û girtina zarokan de baştir bike. Guhertin divê wekheviyê pêk bînin û mafên kesan biparêzin bêyî ku bandorê li nirxên civakî û olî bikin da ku hevsengiyek di navbera mafên qanûnî û olî de çêbibe."

'Na ji guhertinên ku civakê parçe bikin re'

Bijîşk Nîdal Cîhad got: “Tekez kir ku divê sererastkirina zagona rewşa kesane li Iraqê bi hişyarî û hevsengî bûya, ji bo ku pêwîstiyên serdemê û mafên mirovan li ber çavan bigre û yekitiya civaka Iraqê misoger bike. Divê pêşî li pêşvebirina edaleta civakî û parastina komên xizan bê dayîn. Na ji pejirandina guhertinên ku parçebûna civakê zêde dikin û zirarê didin mafên welatiyan. Tevî ku zagona di meriyetê de heyamekê temsîl dikir lê dîsa jî dadperwerî û rêzgirtina mafên jinan bû. Divê em guhertinên di zagona rewşa kesane de li gorî mafên jin û zarokan çêbikin."

'Mafên jinan di warê mîras û welayeta zarokan de dike xeterê'

Çalakvan Intîsar Cebar guhertina zagonê bi gotinên 'Nederbasdar e' pênase dike û wiha dibêje: "Ev guhertin derbasdar nîn e. Zagona Rewşa Kesane ya niha ku beriya 65 salan hat derxistin, baştirîn zagon e li herêmê û ji bo hemû pêkhateyên civaka Iraqê guncav e. Pêşnûmeya guhertinê dê zirarê bide jin û zarokan, bi taybetî di zewacên di temenê biçûk û pirzewaciyê de. Her wiha wê sûcên destavêtina zarokan zêde bike û zewaca ne fermî meşrû bibe. Ev guhertin mafên mîrasê yên jinan dixe xeterê û zarokan dike mexdûrên hevberdanê."

Hevbenda Jinên Iraqê di 22’ê Çileyê de bi sernavê “Parlamentoya Gel zagonên ku mafên welatiyan binpê dike derdixe” daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Yekitiya Jinên Iraqî tevî gelek jin û çalakvanan vê guhertinê red dike û wê ji bo parastina mafên jin û zarokan têbikoşin.