Dewleta Tirk ji 8’ê Çileyê ve heta niha li Tişrînê 22 kes qetil kirin
Rêveberiya Xweser a Demokratîk ragihand ku ji 8’ê Çileyê ve heta niha di êrîşên dewleta Tirk ên li ser nobedarên bendava Tişrînê de 22 hatine qetilkirin.
Navenda Nûçeyan– Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî, ji 27’ê Mijdara 2024’an ve heta niha êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve heta niha bênavber êrîşê bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dike.
Gelê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî ji 8’ê Çileyê ve heta niha, tevî êrîşên dewleta Tirk jî nobeta xwe didomîne. Li gorî agahiyên ku Lijneya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê daye Ajansa Nûçeyan a Hawarê, (ANHA) ji 8’ê Çileyê ve heta niha di êrîşên li ser nobedarên li bendava Tişrînê û konvoyan de, 22 kes hatine qetilkirin, 203 kes jî birîndar bûne.