NADA: Berjewendiyên bi milyonan jinan tê paşguh kirin
NADA biryara guhertina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê bi tundî şermezar kir û got: “Zagonên ku dikevin xizmetî berjewendiyên siyasî yên desthilata Iraqê û berjewendiyên bi milyonan jinan û rêxistinên jinan û hiqûqî paşguh dikin.”
Navenda Nûçeyan- Hevbendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Jinan (NADA) têkildarî erêkirina Parlamentoya Iraqê ji biryara guhartina Zagona Rewşa Kesane ya bi jimareya 188ˋan a sala 1959ˋan daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin Parlamentoya Iraqê îro (20ˋê Çile) 3 zagonên ku dikevin xizmetî berjewendiyên siyasî yên desthilata Iraqê û berjewendiyên bi milyonan jinan û rêxistinên jinan û hiqûqî paşguh dikin, derxistin.
Hevbendiya NADA guhertinên li ser zagonê şermezar kirin û got armanca jê kotaya siyasî û etnîkî were xurtkirin. NADA zdiyar ku ev zagon mafên jinên Iraqî yên xwedî têkoşîna demdirêj diçewisînin.
NADA anî ziman ku tevî ku biryara guhartina Zagona Rewşa Kesane hatiye dayîn û ji hêla rêxistinên civaka sivîl, torên qanûnî û rêxistinên mafên jinan û zarokan ve hatin redkirin, lê parlamentoya Iraqê ew xist pratîkê.
Hevbendiya NADA di dawiyê de got ew siyaseta zilamperestiyê red dike û piştgiriyê dide têkoşîna jinên Iraqê heta azadî, edaleta civakî û wekheviya rasteqîn di navbera her du zayendan de pêk bê.