Çalakiyên li Dîzelabadê berteka li dijî xizanî zext û cudakariyê ye
Çalakiyên protestoyî yên li Îranê, li taxa xizan Dizelabada Kirmaşanê rastî êrîşan hat. Li bajarê ku xizaniya pergalî û polîtîkayên zextê bi salan e didomin, kesên ku li dijî vê yekê derketibûn derve rastî gulebaranê hatin.
ŞÎLAN SAQIZÎ
Navenda Nûçeyan- Serhildana li Îranê bertekeke wisa ji nişkave nîn e, hêrsa ku ji ber polîtîkayên neserkeftî, zextên daîmî, xizaniya pergalî û biçûkxistina mirovan ku bûye bûyereke rojane xwe dide der e.
Serhildan, ne tenê bertekek li dijî krîza aborî ye; weke yek ji tecrubeyên, têkoşîna bi dehan salan e li dijî zext, cudakarî û vederkirina siyasî û civakî ye. Vê carê kolan, ne tenê qada îtirazê ne; bûne mekanên ku “mafê hebûnê paşve hatiye girtin”, jin, xwendekar û hemû beşên civakê, bi têkiliyeke kûr û heman îtirazê li dijî zextên dewletê disekinin.
Hukumeta ku hewl dide krîzê bi rêbazên zextê yên dubareke îdare bike, ji ber helwesta xwe ya dubarebûyî, ne nîşandana hêzê, di heman demê de krîza kûr a desthilatdariyê nîşan dide. Hêzên ewlekariyê rasterast gule bera çalakgeran didin. Vê şîdeta eşkere, li ser bingeha krîzên kronîk ên weke bêkarî, xizanî, cudakariya nijadî, cudakarî û vederkirinê tê kirin. Dîzelabad bûye sembola hêrsa kombûyî û berxwedana ku bênavber didome.
Girtîgeha Dîzelabadê

Dîzelabad, tenê taxeke xizan nîn e; di heman demê de, ji ber hebûna Girtîgeha Dîzelabadê ya li Kirmaşanê, weke yek ji sembolên navendên zexta siyasî tê zanîn. Di salên derbasbûyî de gelek siyasetmedarên Kurd, aktivîst û muxalif li vê girtîgehê man, hinek ji wan hatin darvekirin. Zeyneb Celaliyan a ku li Îranê girtiya siyasî ya ku herî zêde di girtîgehê de maye û sembola “Jin, Jiyan, Azadî’ ye jî demek di vê girtîgehê de mabû.
Îtiraza girseyî
Di dema çalakiyên protestoyî yên dawî de, dikandarên li Dîzelabadê, bi armanca şermezarkirina zêdebûna enflasyonê, bêkarî û têkçûna pergala aborî, dikanên xwe girtin lê van çalakiyên aştîxwaz, rastî êrîşa hêzên ewlekariyê hat. Tiştên diqewimin, nîşan didin ku li Kirmaşanê, bi taybetî li taxên xizan û kenar, pirsgirêkên aborî û civakî êdî nayên pejirandin û rastî bertekên mezin tên.
Serhildana civakî ya yekem nîn e
Kirmaşan di deh salên dawî de, bi çalakiyên protestoyî li welat bû yek ji bajarên li pêş. Di çalakiyên protestoyî yên sala 2017’an de bi hezaran kes, li dijî xizanî û bêkariyê derketin kolanan, rastî êrîşa hêzên ewlekariyê hatin û wê demê 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. Zêdetirî wan kesan li Kirmaşanê hatin kuştin. Di çalakiyên protestoyî yên di Mijdara 2019’an de, zextên mezin li ser şêniyên bajar hatin kirin, gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Di serhildana “Jin, Jiyan, Azadî ya di sala 2022’yan de taxên Kirmaşanê bûn cihên pevçûnan.
Bajarê herî mezin ê Rojhilatê Kurdistanê Kirmaşan, xwedî kevneşopiya têkoşîna civakî ya bi salan e. Li bajar rêjeya bêkariyê gelek zêde ye. Xizaniya ku li taxên weke Dîzelabadê zêde dibe, bû sedema pirsgirêkên girêdana bi madeyên hişbir û gelek pirsgirên din. Piştî çalakiyên dawî, hêzên ewlekariyê li tevahiya bajar bi cih bûn, xetên înternetê hatin birandin, hêzên ewlekariyê bi cilên sivîl li nava bajar zêde bûn. Bi gelek raporan tesbît bû ku di çalakiyan de gaza îsotê hatiye bikaranîn û rasterast gule bera girseyan dane. Tevî van jî çalakiyên protestoyî û grevên dikandaran li taxên başûrê bajar didomin.

Cihê ku biz anîn hatiye hilbijartin: Girtîgeha Dîzelabadê
Li gorî pisporan, Girtîgeha Dîzelabadê, yek ji cihên diyarkirî yê polîtîkayên zextê ye. Li vê girtîgehê, girtiyên siyasî bi girtiyên edlî re bi hev re tên girtin. Bi wê yekê hewl didin wan biçewisînin û çavên wan bitirsînin. Bi vê yekê armanc ew e ku bi taybetî li herêmên Kurdan pêşî li xebatên siyasî bigrin û bedela vê yekê girantir bikin.
Tabloya ki Kirmaşanê, ne tenê têkçûna aborî, di heman demê de, encamên cudakariya pergalî û feraseta rêveberiya ku bi navê ewlehiyê zextên xwe zêde dide nîşan dide. Rêjeya bilind a bêkariyê, xizaniya ku zêde dibe, pirsgirêkên civakî û mudaxeleyên dewletê yên bi şîdet, careke din bajar dike refa pêşîn a çalakiyên protestoyî. Van pêşketinan hemû nîşan didin ku Kirmaşan, tenê ne cihekî “kenar” e li welat, dijberî wê yek ji navendên berxwedana civakî ya li dijî pergala siyasî tê raberkirin e.