Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi biryardariyekî xurt didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryardariyek xurt bi dewirgirtina koma 120’emîn didome.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 20’ê Tirmeha 2023’an vê çalakiya nobetê hatiye destpêkirin û çalakî bi dewirgirtina koma 120’emîn didome.
Beriya çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 119’emîn Meysa Teyî daxuyanî xwend.
‘Tecrîd sucê mirovahiyê ye’
Meysa Teyî di destpêka daxuyaniyê de qala tecrîdê kir û wiha got: “Tecrîd sucê mirovahiyê ye. 26 sale li ser Rêberê gelan Rêber Apo tecrîda mutleq tê meşandin. Dewleta Tirk di vê pergala tecrîdê de rola gardiyantiyê dilîyze. Hemû saziyên mafê mirovan, ev 26 salê bê dengin û hemberî tecrîdê nakevin tevgerê. Bi vê yekê dibin hevkarê vî sucê mirovî.”
‘Ev merhele gelekî bi nirx û cihe keyfxweşiyê ye’
Meysa Teyî berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand li ser hevdîtinên li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Wek tê zanîn piştî demek direj şunde hevdîtina malbat û siyasetmedaran bi Rêber Apo re pêkhat. Her wiha bi saya van hevdîtinan Rêber Apo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ pêşxist û bi rêya heyeta DEM Partî ya Îmraliyê ev bang bi raya giştî ragihand. Ev merhele gelekî bi nirx û cihe keyfxweşiyê ye.”
‘Heya azadiya Rêber Apo pêk neyê em bêdeng nemînin’
Meysa Teyî qala azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em carekî dîn dibejin tecrîd sucê mirovahiyê ye. Em bang hemu mirovên xwedî wijdan û exlaq dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê em bê deng nemînin û tekoşîna xwe xurt bikin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 120’emîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ dawî bû.