750 rêxistin û platform: Zimanê kurdî bi fermî bila bê nasîn
Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî, ji bo daxwazên Gelê Kurd ên derbarê zimanê Kurdî de bi beşdariya zêdetirî 750 saziyan deklarasyoneke parve kir û got: "Zimanê kurdî bila bi awayekî fermî bê nasîn û bibe xwedî statu."
Amed – Însiyatîfa Civaki ya Ji Bo Zimanê Kurdî, di nav de 750 sazî, dezgeh, platform, înîsiyatîf, partî, kom û derdor heyî, li pêşiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) hat dayîn. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li bûn. Bi dirûşma “Statuya Kurdî-perwerdehiya bi Kurdî” deklarasyona “Daxwazên Kurdan ên ji bo Kurdî” aşkere kirin. Metna kurmanci ji hêla Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Dem Partiyê Heval Dilbihar, metna kirmanckî ji hêla rêvebera Enstîtûya Kurdî ya Amedê Suzan Vejan û metna tirkî jî ji hêla Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Muhîttîn Muguç ve hat xwendin.
Daxuyaniya Însiyatîfa Civaki ya Ji Bo Zimanê Kurdî wiha ye;
"Hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û di heqîqetê de xwedî heman mafan in. Zimanê kurdî nirxekî herî bingehîn ê kurdan û mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê; bi awa, rê û rêbazên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, pişaftin, dorpêçkirin, sînordarkirin û hewldanên helandin û jiholêrakirina zimanê kurdî sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê rastiyê; divê zimanê kurdî, ji aliyê hemû sazî û dezgehên fermî, taybet û civakî yên hemû dewlet û navdewletî ve, bi taybetî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna wê li hemû qadên civakî û jiyanî ji her milî ve azad û serbest be.
Li ser vê bingehê; em 750 sazî, dezgeh, platform, înîsiyatîf, partî, kom û derdorên li jêr daxwaz dikin ku:
* Zimanê kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û bibe xwedî statu.
* Zimanê kurdî ji zarokxaneyan/pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê.
* Navên hemû cih û tiştên ku di rastiya xwe de bi kurdî ne lê wek tirkî hatine guhertin dîsa bibin kurdî.
* Hemû astengiyên zagonî û jiyanî yên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin, zimanê kurdî li her derê serbest û azad be.
* Ji bo azadî û serbestiya zimanê kurdî ya mayînde, nasnameya kurdan di zagona bingehîn de bê mîsogerkirin.
Li ser bingeha avakirina civakeke demokratîk, azad û aştiyane; em daxwaz ji hemû sazî û kesayetên rayedar ên Komara Dewleta Tirkiyeyê dikin ku, van daxwazên me yên herî mirovîn hem di makezagon û zagonên xwe de qebûl bikin, hem jî ji bo ku di kiryarê de bi awayekî azad pêk bê hemû pêwistiyên hiqûqî û siyasî bînin cih.
Herwiha qada gelemper jî tê de, ji bo ku zimanê kurdî li her derê û li hemû qadan bê parastin û bipêşxistin, dîsa ji bo ku di xalên me destnîşankirin de sazkirinên zagonî û makezagonî bên pêkanîn, em bang û gazî dikin ku hemû derdorên mirovîn û civakî piştgiriyê bidin, dîsa hemû pêkhate, sazî, dezgeh, partî, platform, însîyatîf û komên demokratîk û civakî, û neteweya kurd û hemû derdorên mirovahîparêz ji bo pêkanîna van daxwazan û ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî li her der û qadan têkoşîna xwe ya mirovîn û demokratîk bilindtir xurtir û berfirehtir bikin, pêwîstiyên van daxwazan di serî de di nava xwe de pêk bînin; zimanê kurdî bikin zimanê hemû qadên têkoşîn, xebat û jiyana xwe."