623 malbatên Efrînê ji Kobanê berbi warên xwe ve rêketin
Koçberên ji bajarê Efrînê ku li Kobanê dijiyan, îro bi merasîmek girseyî ber bi bajarê xwe Efrînê ve rêketin.
Kobanê – Herêma Efrînê ku di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin de, di encamê de bi deh hezaran şênî koçber bûn.
Piştî 8 salên koçberiyê, li gor xalên hevpeymana di navbera rêveberiya Rojava û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya vegera bi ewle a koçberan, di destpêkê de koçberên Efrînê vegeriyan. Li herêma cizîrê ku heta niha 4 karwan vegeriyan, îro ji bajarê Kobanê jî koçberên heyî ku 623 malbat, bi diruşme, tilîlî û kêfxweşiyeke mezin ber bi Efrînê ve birêketin.
Di merasîma oxirkirina gelê Efrînê de, Rêveberiyên hêza Asayîşê ya Rojava û ya hikumeta demkî, di heman demê de nûner û rêveberiyên bajarê Kobanê û parêzgeha Helebê û gelê Kobanê amedebûn.
Karwanê ku li gundê Rovî yê li Başûrê Kobanê kom bûne, li wir ji aliyê rêveberiyên Kobanê ve daxuyaniya çapemeniyê ya girêdayî vegera koçberan a bi ewle li bajarên wan hat dayîn.
‘Baweriya me ewe heta cejnê hemû koçber vegerin ser warên xwe’
Daxuyanî ji aliyê rêveberiya bajarê Kobanê Ibrahîm Mislim û Cîgira Encûmena Cîbicîkar a Kobanê Mizgîn Xelîl ve hat dayîn.
Ibrahîm Mislim têkildarî vegera gel kêfxweşiya xwe wiha anî ziman û got: “Bûyerên ku em îro jiyan dikin pênaseya xwîşk-biratî û aştiyê dikin. Îro gelê Efrînê vedigre warê xwe, baweriya me jî heye ku heta cejnê hemû koçberên Sûriyê bi ewle vegerin bajarên xwe.”
‘Me êş û azarên wan parve kir’
Her wiha Mizgîn Xelîl wiha got: “Me weke gelê Kobanê 8 salan gelê Efrînê di nav xwe de hembêz kir, êş û azarên wan parve kir. Îro piştî rêwîtiyeke dirêj a koçberiya bi zorê, gelê me vedigerin mal û warê xwe xwe yê resen. Hêviyên me ew in ku ev gava pîroz ya tê avêtin, bibe destpêkeke nû ya misogerkirina aramî û aştiyê li Sûriyeyê. Hêviyên me jî ewe ku hemû koçber bi çand, ziman û nasnameya xwe vegerin ser axa xwe.”