6’emîn kongreya MXDŞ tê li dar xistin
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi diruşma “Yekitî, Azadî û Çareserî” 6’emîn kongreya xwe li dar dixe.
Şengal – Bi tevlîbûna 250 delegeyan Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) 6’emîn kongreya xwe ya asayî li geliyê Kersê li dar dixe. Di kongreyê de ji bilî delegeyan kesayetên Êzidî, nûnerên partiyên siyasî, serokeşîr û hwd. amade bûn.
Kongre seat 10.00’an de bi rêzgirtin destpê kir. Axaftina vekirina kongreyê ji aliyê hevserokê berê yê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayif Şemo ve hat kirin. Nayif Şemo anî ziman ku Kongreya yekem di sala 2015’an de hatibû lidarxistin û ji wê demê heta niha meclîs bi îradeya gel, bi rêbazên demokratîk hat birêvebirin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku meclîs li ser esasê rast hat damezrandin, karên baş hatin kirin.” Nayif Şemo rola nemiran a di damezrandina vê pergalê de jî bibîr xist û wiha got: “Em bi şehîdên xwe gihîştin vê astê. Em bi wan li ser piyan man. Em wek rêveberiya xweser armanc û xwesteka me ev kongre bibe tifaqa Êzidiyan da ku hemû pêkhate bi hev re bijîn.”
Piştî axaftina vekirinê li ser navê malbatên şehîdan dayîka Pakîze jî di kongreyê de axivî. Dayîka Pakîze wiha got: “Ez kongreyê li Serok Apo û şehîdan pîroz dikim. Me gelek şehîd dan, gelek zahmetî kişandin da ku em bên roja îro. Em vê kongreyê li wan kesên ku çeka azadiyê hilgirtine û parastina Şengalê dikin, pîroz dikin. Divê em dest bidin hev. Hol hola Tawisî Melek e.”
‘Ev meclîs meclîsa gel e, ya civakê ye’

Di kongreyê de peyama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji aliyê berdevka TAJÊ Rîham Hico ve hat dayîn. Rîham Hico di peyama xwe de got: “Di vê demê de lidarxistina vê kongreyê pir girîng e. 10 sal li ser meclîsê re derbas bû. Me tekoşîneke pir mezin meşand. Tekoşîna me bes bû? Na. Bêgûman kêmasî jî derketin. Jixwe dema însan karek dike, wê kêmasî jî derkevin, wê bes jî nebe. Lê heta niha em li ser rexnedayînê hatin îro. Em kêmasiyên xwe tînin ziman û li çareseriye digerin. Hevalên me yên şehîd digotin em deyndarên civaka xwe, şehîdên xwe ne. Em jî dibêjin armanc û xeyala wan armanca me ya sereke ye. Ji bo Şengaleke azad û demokratîk, jina azad em ê di nav tekoşînê de bin. Em wek TAJÊ ji bo yekitiya Êzidî, çareseriyeke demokratîk çi bikeve ser milê me em ê bikin. Em ê çawa bibin bersiv divê em nîqaş bikin. Îro ne tenê li Şengalê li her derê êzidî di bin xeteriyê de ne. Ev berpirsyariya me hemûyan e. Ev meclîs meclîsa gel e, ya civakê ye. Ji ber wê divê tevlîbûn û nîqaşên me yên vê derê li ser vî esasî bin.”
Piştî peyama TAJÊ peyama nivîskî ya Yekîtiya Êzidiyên Rojava, peyama Yekîtiya Êzidiyên Ermenîstanê hatin xwendin. Yekîtiya Êzidiyên Ermenîstanê di peyama xwe de wiha gotin: “Em weke civaka Êzidî ya li Ermenistanê kar û xebatên we dişopînin, em dibînin ku gelek pêşketin û destkeftî hatine bidestxistin. Em bi tekoşîna we serbilind in. Lê hîn jî xetere li ser Şengalê heye. Pêwîst e em li gor wan tehdît û xeteriyên heyî xwe bi rêxistin bikin da ku careke din di fermanan re derbas nebin.”
Yekîtiya Êzidiyên Rojava jî kongre pîroz kir û got: “Em tekoşîna gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin. Em hêvîdar in ev kongre bibe wesîleya çareseriya pirsgirêkên Îraq, bi taybet jî Şengalê û civaka me bighîje azadiya xwe. Em bi sed salane li welatê xeribiyê dijîn, em baş dizanin li dervayê welatê xwe û li koçberiyê jiyan çiqas zor û zahmet e. Jiyana bi rûmet li ser axa xwe mayîn û jiyan kirin e. Ji bo wê berxwedan û tekoşîna we li ser axa kal û bavan ji bo me pir bi wate ye û pîroz e.
‘Fermana 2014’an ji bo Êzidan bûye destpêka veguherîneke kûr’
Ji Bakurê Kurdistanê jî li peyama bi dîmen a Sekreteryaya Îmraliyê Weysî Aktaş hat temaşekirin. Veysî Aktaş li ser navê Sekreteryaya Girava Îmraliyê bi peyamekê kongrê pîroz kir, derbarê têkoşîna civaka Êzidî ya hebûn û azadiyê, bi taybet jî ezmûna Rêveberiya Xweser a Şengalê nirxandinên girîng kir û destnîşankir ku fermana 2014’an ji bo Êzidan bûye destpêka veguherîneke kûr. Veysî Aktaş di peyama xwe de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê civaka Êzidî de jî bibîr xist û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civaka Êzidî weke yek ji civakên qedîm ên olî yên Mezopotamyayê dibîne. Pêkhateyên bi pêşengiya jinan ên li Şengalê pêşketine, di vî warî de pêşketineke dîrokî temsîl dikin. Rizgariya gelê Êzidî ne di parastina hêzên derveyê de ye, lê di pêşxistina rêxistina xwe ya xweser de ye. Parastina ku ji aliyê gelê Êzidî ve hatiye avakirin, ne tenê leşkerî ye, di heman demê de çandî, siyasî û civakî ye jî. Mîna teyrê Sîmurg, ji nû ve zayîna Êzidiyan temsîl dike.”
‘Azadî, ji bo gelê me yê Êzidî tê wateya naskirina nasnameya kolektîf, ziman, çand û îradeya wan’

Derbarê pêşxistina tifaq û yekîtîya gelê Kurd û Civaka Êzidî de jî Veysî Aktaş ev peyam dan: “Çawa ku dema fermanê çar perçeyên Kurdistanê ji bo Şengalê bi yekîtî tevgeriyan, îro jî divê em dîsa dengê yekîtiyê bilind bikin. Yekîtî ne tenê bihevrebûn e. Yekîtî; armanc, îrade û hişmendiyeke hevpar a pêşerojê ye. Ji ber vê, yekîtî ji bo gelê me yê Êzidî pir girîng e, bi dehhezaran kesên ku di jenosîda 2014’an de li çol û çiyayan penaber bûn, tenê bi saya hevgirtina kolektîf û parastina cewherî sax man. Bi rêya yekîtiyê em nûnertiya xwe ya sîyasî xurt dikin, ewlehî û yekparçeyiya demografîk a Şengalê diparêzin. Azadî, ji bo gelê me yê yê Êzidî tê wateya naskirina nasnameya wan a kolektîf, ziman, çand û îradeya wan. Ev tê wateya ku em bikaribin bi zimanê xwe, bi baweriya xwe ya kevnar bijîn û biryarên li ser pêşeroja xwe bidin. Jiyaneke azad jiyaneke bi rûmet e. Li cihê ku azadî tunebe nasname, bawerî û pêşeroj herdem di xeteriyê de ne. Dîroka me vê yekê îsbat dike. Yekîtî û berxwedana ji bo azadiyê pir girîng e. Azadî, xwerêveberiya gel e. Weke li Şengalê, divê hûn karibin bi hêzên xwe yên parastinê li ser axa ku hûn li ser dijîn, xwedî gotin bin. Tenê wê demê em dikarin behsa azadiya rast bikin. Lê belê pêwîst e ev li ser bingeheke rast were femkirin û çareserkirin. Rizgarî û azadiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî ya Kurdan bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Ji ber ku me qirkirin û polîtîkayên tinekirinê yên ku li dijî Kurdan hatine ceribandin dîtine, lê Rêber Apo van polîtîkayên tinekirinê û komplo pûçkir. Ji ber vê yekê werin em hemû bibin yek û weke çemek jiyanê ber bi azadiyê ve bimeşin.”
‘Ji jin û ciwanan heya oldaran hemû civaka Êzidî destekeke mezin dan vê têkoşînê’
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso jî peyameke bi dîmen şand kongrê. Xerîb Hiso di peyama xwe de destnîşankir ku 6. Kongreya MXDŞ’ê di pêvajoyeke girîng û hesas de tê lidarxistin û wiha berdewam kir: “Gelê me yê Şengalê xwedî berxwedaneke destanî ye, xwedî dîrokek veşartî ye êdî herkes vê rastiyê dibîne. Civaka me ya Êzidî bi berxwedana xwe ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê, hebûna xwe îsbat kir. Şengal îro xweser e, 12 sal in Şengal xwe ava kir, saziyên xwe yên demokratîk ava kir. Ji jin û ciwanan heya oldaran hemû civaka Êzidî destekeke mezin dan vê têkoşînê. Ev jî encama fikir û îradeyek bû, encama fikrê Rêber Apo bû.’’
‘Dewlet tên rûxandin lê civak xwe ava dikin’
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso di dawiya peyama xwe de bang li hikûmeta Îraqê kir da ku îradeya civaka Êzidî qebûl bike û wiha got: “Entegrasyona demokratîk a civaka Êzidî bi dewleta Iraqê re wê pir baş be. Li derveyî vê ti rê nîne ku em mafên xwe mîsoger bikin. Di merheleya heyî de, di nav şerê cîhanê de dewlet tên rûxandin lê civak xwe ava dikin. Bi vê şêwazê emê karibin li herêmên xwe xwedî îradeyeke azad bin, xwedî parastina xwe bin. Dîsa emê karibin bi entegrasyona demokratîk rê li ber fitne û aloziyan bigirin. Divê hikûmeta Iraqê jî vê bibîne û qebûl bike.’’
Kongre berdewam dike.