Li Misrê Roja Şanoya Cîhanî bê beşdariya jinan hat pîroz kirin

Wezareta Çandê ya Misrê Roja Şanoya Cîhanî bi çalakî û rêzgirtinên cûrbecûr pîroz kir, lê jin bi awayekî berbiçav amade nebûn. Dîroka şanoya Misrî û navneteweyî jî hate destnîşan kirin.

Navenda Nûçeyan – Bi boneya Roja Şanoya Cîhanî, ku dikeve 27ê Adarê, Wezareta Çandê ya Misirê îro li baxçeya "Navenda Neteweyî ya Şano, Muzîk û Hunerên Gelêrî" li Zamalêkê pîrozbahiyek li dar xist û çalakiyên cihêreng tê de hatin pêşkêş kirin.

‘Jin nehatin xelatkirin’

Di pîrozbahiyê de, xelat bi ti şanogerên jin re nehat dayîn. Peyama Roja Şanoya Cîhanê, ku îsal ji aliyê şanoger û hunermendê fîlmê Amerîkî Willem Dafoe ve hatibû nivîsandin, hat xwendin. Her wiha, yek ji derhênerên şanoyê yên herî bi nav û deng ên 30 salên dawî, hunermend Xelîl Celan, hat xelatkirin.

Her wiha, di pîrozbahiyê de encamên pêşbirkên afirîneriyê û lêkolînê yên ku ji aliyê Navenda Neteweyî ya Şano, Muzîk û Hunerên Gelêrî ve di warên şano û muzîkê de hatine organîzekirin hatin ragihandin: Pêşbirka Nivîsandina Şanoyan a Tewfîq El-Hekîm (Dewreya pêncemîn), Pêşbirka Nivîsandina Şanoyan a Dr. Alaa Ebd El-Eziz Silêman ji bo nivîskarên ciwan (Dewreya yekem), Pêşbirka Tut An Xamon ji bo kompozîsyonê ji bo şanoya zarokan û şanoya kuklayan (Dewreya yekem), Pêşbirka Seyîd Derwîş ji bo lêkolînên muzîkê (Dewreya yekem), ku balê dikişîne ser rola Zekeriya Ehmed di şanoya muzîkê ya Misrî de, di çarçoveya kifşkirina dengên nû û navdar di warê şanoya Misrî de ji aliyê afirînerî û lêkolînê ve.

Hêjayî gotinê ye ku ev Roja Şanoya Cîhanê ji sala 1962’an ve bi inisiyatîfa Enstîtuya Şanoya Navneteweyî (I.T.I) her sal tê pîrozkirin û bûye diyardeyeke çandî ya salane ku hunera şanoyê, nirxa wê û rola wê di çandên cihêreng û piralî yên cîhanê de xurt dike.