50 malbatên DAIŞ’ê radestî Tacîkistanê hat kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 50 malbatên çeteyên DAIŞˊê yên Tacîkistanî radestî şandeya Komara Tacîkistanê kirin.

Navenda Nûçeyan-Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku şandeyeke Komara Tacîkistanê bi serokatiya balyozê Tacîkistanê li Kuwêtê Zubeydullah Zabidov tevî kesên pê re serdana navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişlo kir.

Hevserokê daîreyê Fener Kiêt, endamê Desteya Rêveberiyê Xalid Îbrahîm û nûnera YPJˊê Lana Hisên şande pêşwaz kir.

Zubeydullah Zabidov spasiya xebatên şêniyên herêmê û saziyên ewlehî, leşkerî û rêveberî ji bo têkbirina terorê kir û hêvî kir ku ewlehî û aramî li seranserî cîhanê bi taybet li Sûriyeyê misoger be.

Her wiha Zubeydullah Zabidov spasiya keda Rêveberiya Xweser û berpirsên wê ji bo vegerandina jin û zarokên DAIŞ’ê yên Tacîkistanî kir.

Di dawiyê de li gorî peymaneke radestkirinê di navbera herdu aliyan de 17 jin û 33 zarokên malbatên DAIŞ’ê yên Tacikistanî, radestî şandeya Tacîkistanê hatin kirin.