10 kesên ku gef li malbata Rojîn Kabaîşê xwarin hatin binçavkirin

Di operasyona polîsan a li 8 bajaran de 10 kes bi sûcdariya ku li ser medyaya dîjîtal gef li malbata Rojîn Kabaîşê û malbatên zarokên xwe winda kirine xwarine hatin binçavkirin. Di encamê de 2 kes hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Di operasyona ku bi navendiya Amedê li 8 bajaran hat lidarxistin de, 10 kes bi sûcdariya ku li ser medyaya dîjîtal gef li malbata Rojîn Kabaîşê û malbatên zarokên xwe winda kirine xwarine, hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku van kesan li ser medyaya dîjîtal zordariya sîber, gef û şantaj dimeşandin û malbatên Rojîn Kabaîş, Hîranûr Nîlgun Aygar û Qivanç Uman jî hedef girtine.

Xebatên zordariya sîber, tacîz, gef û şantajê meşandin

Di lêpirsînê de hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin di platformên dîjîtal de navên koda “C47” û “C99” bi kar anîne û li ser panelên lêpirsînê yên neqanûnî komên girtî ava kirine. Hate diyarkirin ku gumanbaran li ser van koman xebatên zordariya sîber, tacîz, gef û şantajê meşandine û bi rêya hejmarên telefonê yên biyanî û têkiliyên panelan ên neqanûnî gef li malbatan xwarine û şantaj li wan kirine.

Derbarê kesên hatine binçavkirin de bi sûcdariya “gef xwarin”, “bi awayekî dijqanûnî bi destxistina daneyên kesan” û “bi hîleyê dizîna belgeyên derbarê ewlehiya dewletê de” lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî kar û barên îfadeyê yên li midûriyeta polîsan kes sewqî edliyeyê hatin kirin; ji wan 2 kes hatin girtin û şandin girtîgehê.