Rastî jin û şer: Rojnamegeriya li dijî bêdengiyê ye
Li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa dawî, zêdebûna êrîşan, tunebûna ewlehiyê, derxistina mirovan ji cih û warên wan û gelek dîmenên ku bêewlehiyê nîşan didin careke din ketin rojevê.
HENAN HARÎT
Weke rojnamegerek Mexribî, tiştên îro li Sûriye, Xeza, Sûdan, Iraq û Yemenê diqewimin, tenê weke nûçeyeke dawî yan jî dîmenek ku hema wisa derbas bibe nabînim, jê wêdetir bi hişyarî dişopînim.
Tiştên ku bi van pevçûnan li van erdnîgariyan diqewimin; mirov ne dikare di asta hejmara miriyan de ne jî di nexşeyên kontrolê de bibîne. Tişta ku dibe ev e; têgeha mirovahiyê her roj di ezmûnan de derbas dibe û bi awayekê vekirî binpêkirin didomin. Ev ezmûnek e û nîşan dide ku peywira rojnamegeran çi ye.
Li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa dawî, zêdebûna êrîşan, tunebûna ewlehiyê, derxistina mirovan ji cih û warên wan û gelek dîmenên ku bêewlehiyê nîşan didin careke din ketin rojevê. Di vê rewşê de jin û zarok, bi qelsbûna mekanîzmayên parastinê re careke din, bi tirs û bêewlehiyê re rûbirû man.
Ev rewş tenê bi Sûriye, Yemen, Iraq, Xeza û Sûdanê re bi sînor nîn e; welatên Rojhilata Navîn ên weke Libya, Lubnan û Efganistanê, heta herêmên sînor ên Îran û Tirkiyeyê şer heye. Di nava van şer û pevçûnan de jin û zarokên keçik hene, bi tirs, bêewlehiyê û bi tunebûna mekanîzmayên parastinê re rûbirû ne. Bandorên pevçûnan, bandora xwe li ser her kêliya jiyana rojane dike û di dorpêça Xezayê de li Sûdana ku di nava pencên şerê navxweyî de maye, li Iraqa ku hê jî ji bin bandorên kombûyî yên şîdetê derneketiye û li Yemena ku şer civakê ji hev perçe dike, êş bi taybetî êşa jinan zêdetir dibe.
Di van hemûyan de barê jinan duqat girantir e; parastina malbatê, têkoşîna ji bo jiyana rojane û di mercên ku tu mekanîzmaya hesabdayînê tune ye de hevrûbûna bi binpêkirinan re rûbirû dimînin.
‘Nabe ku em tenê bir ola xwe ya bealî û ragihandinê bi sînor bimînin’
Rojnameger nabe ku tenê bi rola “bêalî û ragihandinê” bi sînor bimînin. Rojnamegerî tenê pîşeyek ku bûyeran radigihîne nîn e; di heman demê de sekneke exlaqî ye. Dema ku em tiştên jinên li herêmên bi pevçûn dijîn vedibêjin û didin dîtin, em di lêgerîna sansasyonê de nîn in û em êşê bi jinan re nakin yek. Em mirov dikin navenda wê çîrok û serpêhatiyê. Dema ku em binpêkirinên li dijî jinan ji nû ve belge dikin jî em yek peywirên herî girîng ên rojnamegeriyê bi cih tînin. Ew jî şikandina bêdengiyê û sekna li dijî normalîzekirina şîdetê ye. Tecrubeyê me nîşan dan ku yên herî zêde ji şer û pevçûnan zirarê dibînin û bi bandor dibin jin û zarokên keç in lê dengê wan gelek caran nayê bihîstin. Tam di vê xalê de, rola rojnamegeriya femînîst û li ser bingeha maf diyarker dibe.
Hesta piştgiriyê tenê dirûşmek nîn e
Weke rojnamegereke Mexrîbî, ez ji welatekî ku di demên berê de gelek mafên mirovan lê hatine binpêkirin û dûre bi van re hevrû bûye, li ser bîr û edaletê, nîqaşên berfireh û giştî lê hatiye meşandin têm. Vê tecrubeyê li ber min vê yekê hîn kir: Piştgirî dirûşmek hestiyar nîn e, pratîkekek xwedî zanîn û berpirsyarî ye.
Vê pêvajoyê nîşan da ku tevî hemû sînordarkirinê jî; êş ji nedîtîve nayê dîtin û ji holê ranabe. Nîşan da ku parastina mafan, pêşî bi zanînê, bi taybetî di warê şîdetê de, bi gihîştina jinan û bihîstina dengê wan dest pê dike.
Bêcezatî pêşî li binpêkirinen nû vedike
Piştgirî ew e ku tu tişten jinên Sûriye, Xeza, Sûdan, Iraq û Yemenê dijîn bidî dîtin û ragihandin. Divê tu tê bigihîjî ku li cihekî dema binpêkirin neyên cezakirin, li cihên din pêşî li binpekirinên nû vedibe.
Ji ber wê rojnamegerî, ne bêalîbûna di navbera sûcdar û yên li dijî wan sûc hatine kirin e; bêlîbûnê xwespartina nirxên gerdûnî ye. Ev çi ne: Mafê jiyanê, rûmet û ewlehî. Dema ku di warê parastina van nirxand de bikevin nava dudiliyê yan jî bêdengiyê tercîh dikin, em mercên domandina şîdetê ava dikin.
Piştgiriya rojnamegeriya ku sînoran derbas dike, bi taybetî li herêmên bi pevçûn êdî ne luksek e pîşeyî ye; peywir û şertekî exlaqî ye. Li herêmeke şer têkiliya ku rojnamegerek jin datîne û ya rojnamegerek ku ji derveyî herêma şer datîne heman nîn e. Lewre ev têkilî û parvekirin, li dijî tecrîd û bêdengkirina rastiyê awayekî berxwedanê ye.
Parastina rastiyê rêbaza herî bingehîn a parastina mirov e
Peyama îro zelal e: Parastina mafên jinên li heremên şer, mijareke herêmî nîn e, berpirsyariyeke kolektîf e. Famkirina rastiyê, bedel çi dibe bila bibe, yek ji riyên herî bingehîn ê parastina mirovan e.
Di vê xeta ku ji Bakur Rojhilatê Sûriyeyê heta Xezayê, ji Sûdanê, heta Iraqê didome de; xeta rastî û parastinê berdewam dike. Rojnamegerî jî ew e ku dema mirov bi nirxên xwe re sadiq be, weke pratîka ku tu dem û pêvajoyên zor nikarin têk bibin, hebûna xwe didomîne.