Berxwedana Rojava nîşan dide ku hêvî mimkun e

Sekna li kêleka Rojava tê wateya sekna li kêleka pêşerojê; tê wateya bawerkirina ku rêyek ji bilî şer mimkun e.

LEYLA CAMI

Navenda Nûçeyan- Ez ji dilê Qiloçê Afrîkayê, ji bîranîna gelekî ku birînên wî yên şer, koçberiya bi zorê û perçebûnê hîn baş nebûne, dinivîsim. Ez vê ne wekî helwestek demkî, wekî şahidiyek ji bo hevgirtina mirovî û ehlaqî ya bi gelê Rojava re dinivîsim. Gelê ku îro bi pêlek nû ya tundî û gefan re rû bi rû ye. Wekî din, di demekê de ku cîhan ji her demê bêtir hewceyê şehrezayî û aştiyê ye.

Wek jinek Somaliyî, lêkolîner û çalakvanek ku bandorên pevçûnan li ser civakan jiyaye û lêkolîn kiriye, ez nikarim bêyî ku dîroka me ya hevpar a şerên dirêj, bêdengiya navneteweyî û çewsandina dengê mirovan bibînim li tiştê ku li Rojava diqewime binhêrim. Li wir, mîna li vir, sivîl bedêla herî giran didin û mirovahiya me bi hev re tê ceribandin.

Jinên Rojava îlham dan min

Rojava ne tenê navek e ku di bultenên nûçeyan de tê behskirin. Ew ceribandinek civakî û mirovî ye ku hewl dide di nav wêrankirinê de qadeke jiyanê ya hevpar biafirîne, armanc dike ku rûmeta mirovan - bi taybetî rûmeta jinan - di navenda jiyana giştî de bicih bike. Jinên Rojava îlham dan min. Ne tenê ji ber ku çekan hildigirin, ji ber ku ew li ser milê civakê ne. Di perwerdehiyê de, di rêveberiyê de û di berpirsyariya domandina jiyanê de li hember mirinê. Tevî hemû zehmetî û kêmasiyên xwe, ev ceribandin heq dike ku were parastin, ne ku were hedefgirtin.

Armanckirina modelek jiyanek alternatîf

Îro, armanckirina Rojava ne tenê herêmek bi taybetî tehdît dike. Ew her wiha fikra ku gel dikarin modelên jiyanek alternatîf li derveyî mantiqa dûrxistin û tundiyê biafirînin jî hedef digre. Ew di heman demê de bîranînek bi êş e ku dema jin ji bo avakirina aştiyê derdikevin pêş û mantiqa hêzê vedigere, ew jin in ku yekem kes in ku bedelê didin.

Hevgirtina bi Rojava re hevgirtina bi mafê jiyanê re ye

Wekî endamek jin a "Hevpeymaniya NADA" û pabenda nirxên edalet û mafên mirovan, ez tekez dikim ku hevgirtina bi Rojava re hevgirtina bi sivîlan, jinan, zarokan re ye û mafê civakên herêmî ye ku bê tirs bijîn. Ev hevgirtin ne gazî nefretê û ne jî teşwîqkirinê dike. Ew armanc dike ku jiyanê biparêze, rêz li qanûna mirovî ya navneteweyî bigre û çerxa bêdengiyê ya ku êşê dirêj dike bişkîne.

Rêyek ji bilî şer mimkun e

Ezmûnên me li Somaliyê û gelek deverên din ên cîhanê fêrî me kirine ku aştî bi karanîna hêzê nayê ferzkirin. Paşguhkirina dengê civakan, nemaze jinan, tenê dibe sedema wêrankirina bêtir. Ji ber vê yekê, îro sekna li kêleka Rojava, tê wateya sekna li kêleka pêşerojê; ev tê wateya bawerkirina ku rêyek ji bilî şer mimkun e.

Ez vê dinivîsim, ji ber ku ez bawer dikim ku rûmeta mirovan nekarî bê perçekirin, êşa gelan bi hev ve girêdayî ye û bêdengî me dike şirîkê windakirinê. Berxwedana Rojava berxwedanek e ku nîşan dide ku hêvî di şert û mercên herî tarî de jî mimkun e.