Dîroka por, bîranînek ji têkçûna barbarîzma li dijî jinan
Li dijî barbariya nemirovane ya DAIŞ’ê û komên mîna wê, ev porê kezî, ala berxwedan, rûmet û azadiyê ye; sembolek ku tu hêzek tundiyê nikare wêran bike.
ŞÎLAN SEQIZÎ
Navenda Nûçeyan-Dîroka tundiyê her tim bi bedena jinê destpê kiriye; serdestî bawer dike ku dikare bi birîndarkirina bedenê, wateyê veşêre. Lê her carê heman beden dibe sehneya veger û ji nû ve bidestxistina dîrokê ya ji berê xurttir. Li Rojava jêkirina keziya şervaneke jin a Kurd a ji aliyê koma cîhadîst a HTŞ’a ku mîna berdewamiya mantiqa nemirovane û dij-jin a DAIŞ’ê tevdigere, ne tenê sûcek fîzîkî yê tirsnak e. Di heman demê de hewldanek hişmend e ku mijara jinê û bîra kolektîf hilweşîne. Tiştê ku ev barbarî fêm nake dîroka sembolan e. Wate nayê kuştin, tenê dikare were zêdekirin.
Kezî Şehrewan; semboleke kolektîf a berxwedanê
Di seranserê dîrokê de por, her gav yek ji qadên sereke yên pevçûnê di navbera serdestî û azadiyê de bûye. Ji tiraşkirina bi zorê ya porê jinan a di rejîmên totalîter de bigre heya nixumandin an jî birîna wê di pergalên Îslamî yên tundrew de, desthilatiyê hewl daye ku bi rêya kontrola xuyangê bikeve nav beden û hişê xwe. Porê jinan di dîrokê de xaleke sereke ya têkoşînên desthilatdariyê bûye, sembolek ku dikare bedewî, desthilatdarî, şîn, an berxwedanê îfade bike û tam ji ber vê sedemê, ji hêla pergalên serdestiyê ve hatiye hedefgirtin. Di çanda Kurdî de, hunandina por nîşana amadebûn, rûmet û pabendbûna bi civakê re ye. Kezî ne ji bo xemilandinê, ji bo berxwedanê tên vegirtin. Li vir, jina Kurd a azadîxwaz, bi çêkirina keziya xwe, laşê xwe ji "amûrek", vediguherîne "qada wateyê".
Kuştin û porjêkirina şervaneke jin a Kurd li Rojava, berdewamiya rasterast a heman mantiqa hovane ye ku ji hêla DAIŞ ve tê temsîlkirin: înkarkirina mirovahiyê, tune hesibandina jinan û pîrozkirina mirinê ye. Di vê nêrîna cîhanê de, bedena jinê ne mijarek e, "xenîmetên şer" e û por, hilgirê wateyê, divê were birîn da ku hegemonyaya baviksalarî ya cîhadîst were damezrandin. Lê belê, dîroka por dîroka têkçûna vê xapandina barbar e. Kiryarên kolektîf ên jinên Kurd û jinên li çar aliyê cîhanê - wekî vegirtina keziya xwe ji bo bîranîna jinên Yekîneyên Parastina Jinan (YPG) li Reqqayê di lêgerîna wan a azadiyê de û heta mêr serê xwe tiraş dikin - di qada sîber de deng vedidin û di ji nû ve pênasekirina xwedîtiya bedenî de kêliyek diyarker pêk tînin.
Hunandina por, berovajîkirina mantiqa hêzê ye
Tiştê ku carekê amûrek şermezarkirinê bû, bûye zimanê berxwedana kolektîf; tiştê ku ji bo bêdengkirinê hatibû birîn, bûye beşek ji nîqaşa giştî ya cîhanê. Ev kiryar ji protestoya takekesî bêtir in; ew daxuyaniyek dîrokî ne; bi her têlek porê ku dike kezî, jin radigihîne ku rûmet nikare bi tundiya derveyî were desteserkirin. Berxwedan ne tenê li qada şer an li kolanê çêdibe; di heman demê de di asteke sembolîk û çandî de jî pêk tê. Hunandina por, berovajîkirina mantiqa hêzê ye; Desthilat hewl dide ku bedenê arşîv bike, di heman demê de azadî di heman bedenê de wateyê ji nû ve kifş dike û ji nû ve pênase dike.
Her binpêkirina bedena jinê, agirê berxwedan û bîranîna dîrokî ya nû pêdixe
Ev kiryara DAIŞ’ê her çend hovane be jî, delîla têkçûna îdeolojiyên wan ên dijmirovî û li dijî jinan e ku tundî bi xwe dibe tovê berxwedanê û ji nû ve pênasekirina wateyê. Ev jêkirin, hewldanek têkçûyî ye ji bo qutkirina girêdana di navbera beden û nasnameyê de. Lê belê, berxwedana sembolîk a jinan di cîhanekê de nîşan daye ku her binpêkirina bedena jinê, agirê berxwedan û bîranîna dîrokî ya nû pê dixe. Por, ev sembola sade, niha mijarek zindî ye, hilgirê dîrok, nasname û îradeya azadker e. Sembolek ku DAIŞ’ê, bi alîkariya Tirkiye, Emrîka û Îsraîlê, di hemû hovîtiya xwe de nekarî fam bike an jî tune bike.
Ev çalakî peyamek siyasî û felsefî jî dihewîne
Çalakiya kolektîf a jinan li çar aliyê cîhanê nîşan daye ku ev wate ne hatiye tunekirin û ne jî hatiye îzolekirin; berovajî vê, zêdetir bûye, ev tê vê wateyê ku por ji bedena jinê hatiye veqetandin û di dîrokê de bûye nîşanek berxwedana kolektîf. Di vê dîrokê de, her gava ku desthilatdariyê hewl daye ku bedena jinê bi tundiya tazî bêdeng bike, ew heman beden, bûye arşîvek zindî ya siyasetê. Porê jinan ji ‘Jin Jiyan Azadî’ heta Kezî Şahrevan tê jêkirin. Di serhildana Jin Jiyan û Azadî de, jin bi jêkirina porê xwe yê kezî ketin qada protestoyek kolektîf. Ev kiryar ne tenê li ser bedewî an xemilandinê bû, di heman demê de peyamek siyasî û felsefî jî dihewîne ku argûman dike ku bedena jinê cîhek ji bo derbirîna berxwedanê ye û nikarin veguhezînin amûrek serdestiyê. Her têlek por girêkek serxwebûnê, girêdanek bi civakê re û daxuyaniyek îradeya kolektîf a li dijî hovîtî û zordariya rejîma Îranê bû.
Ev kiryar daxuyaniyek dîrokî û siyasî ye
Îro, heman zimanê sembolîk û çalakiya kolektîf têne hilberandin. Îro, jinên Kurd û yên cîhanê porê xwe ji bo bîranîna bajêr jênakin, berovajî wê, bi hunandin û vegirtina keziyên xwe, serbilindiya xwe nîşan didin. Vegirtina porê bedena jinê ji "objeyek tundiyê" vediguherîne mijarek wateyê. Daxuyaniyek eşkere ji cîhanê re ku tundiya derveyî nikare rûmet û îradeya azadker a jinê hilweşîne. Ev kiryar daxuyaniyek dîrokî û siyasî ye ku berxwedana jinan ne tenê li kolanan an jî li qada şer pêk tê, di heman demê de di asteke sembolîk û çandî de jî pêk tê û por dibe alayek ku dîrok, nasname û îradeya kolektîf hildigire. Ji ber vê yekê, dikare bê gotin ku piştgiriya gerdûnî ji bo jinan avakirina "zimanekî hevpar ê berxwedanê" ye ku ji sînorên erdnîgarî û cûdahiyên çandî derbas dibe.
Sembolek ku tu hêzek tundiyê nikare wêran bike
Di encamê de, şervana jin a Kurd xala destpêkê ya serhildanek semantîk e ku tundiyê bêbandor dike; ev kiryar nîşan dide ku dîrok ne tenê bi belgeyên fermî an jî vegotinên dagirkeran, lê di heman demê de bi laş, sembol û rêûresmên berxwedanê jî tê şekilkirin. Porê bi girêdan dibe arşîvek zindî ku bîra kolektîf hildigre, nahêle ku ew bi birîn, jêbirin an jî tahrîfkirinê were jibîrkirin. Li dijî barbariya nemirovane ya DAIŞ’ê û komên mîna wê, ev porê kezî ala berxwedan, rûmet û azadiyê ye; sembolek ku tu hêzek tundiyê nikare wêran bike.