Zeyneb Kinaci bi çalakî û jiyana xwe re bû navê berxwedanê
Zeynep Kinaci ya bi berxwedana xwe îlham da jinên Kurd û hemû jinên cîhanê, di 29’emîn salvegera xwe de hê jî pêşengiya têkoşîna azadiyê ya jinan dike.

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Wêrektî her dem ji bo hemû kesan bûye peyvek efsûnî lê wêrektiya ji bo tişteke nû, avêtina gava ewil ne biryareke hêsan an jî xwedîbûna îdiayek û pêkanîna wê... Zeyneb Kinaci (Zîlan) jinek xwedî îdiayek mezin a jiyanê bû. Wateya xwe di têkoşîna gelê Kurd de dît û ji bo vê gava ewil a hemû kes nikare biavêje avêt û heta îro bi berxwedana xwe re ji bo hemû jinan rê nîşan dide.
Abdullah Ocalan: Ez dikarim bibim mîlîtan û şopdarê Zîlan
Zeyneb Kinaci ya bi gotina “Îdiaya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwediya jiyana bi wate û xwedî çalakiyek mezin. Ji ber ku ji jiyan û mirovan pir hez dikim, vê çalakiyê pêk tînim. Ez dixwazim bibim sembola jinên Kurd” gava ber bi dîrokê ve avêt, di 30’ê Hezîrana 1996’an de bû nemir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo Zeyneb Kinaci ya li Dêrsimê çalakiya fedaî kir, wiha got "Zîlan bi çalakiya xwe ez derbas kirim. Ez ê ji vir û şûnde mîlîtan û şopdarê Zîlanê bim. Piştî Zeyneb Kinaci, bi dehan jin xwedî li vê sembolê derketin û bi têkoşîna wê re yek bi yek destanên berxwedanê nivîsandin.
Zeyneb Kinaci, bi çalakiya xwe têkoşîna li dijî pergalên dijminên jinan gihîştan lûtkeyê. Çalakiya Zeyneb Kinaci ya li dijî komploya li ser Abdullah Ocalan û polîtîkayên îmhayê yên li dijî gelê Kurd tên pêşxistin, di dîroka tevgera azadiya jinan de mîna kevirekî bingehîn hat pênasekirin. Jin xwedî li ruhê berxwedanê yê Zeyneb Kinaci ku manîfestoya jiyana azad nivîsand derketin.
Jinên di riya Zîlanê de…
Yek ji van jinan jî Avesta Xabûr bû. Di Berxwedana Serdemê de ji bo pêşîgirtina êrîşên dewlet û çeteyên wê yên li dijî şervanan, di 27’ê Çileya 2018’an de li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsa Efrînê li dijî tankên dewleta Tirk çalakiyek fedayî li dar xist. Avesta Xabûr di jiyana xwe de xwedî armancên mezin bû. Xeyal û armanca wê ya sereke ew bû ku riya Zeyneb Kinacî bi nasnav Zîlan û Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan, bişopîne. Avesta Xabûr di axaftinek xwe de wiha dibêje: “Armanca min ew e ku ez xwe bigihîjînim asta Zeyneb Kinaci (Zîlan) û Gulnaz Karataş (Bêrîtan).” Avesta Xabûr jî mîna Zîlan, bi çalakiya xwe ji bo gel û jinan bû çavkaniya hêz û baweriyê. Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava jî bi berxwedana xwe ya li Kobanê riya Zîlanê şopandin.
Mîna Zîlanê bû nemir
Rêvana Rojava (Medîna Mamo) ya Zîlan ji xwe re mînak girt, di sala 2013’an de ji bo parastina axa xwe beşdari nava rêfên YPJ’ê bû. Rêvana ya ji berxwedan û têkoşîna Zîlan îlham girt, dema çeteyên DAIŞ'ê di Îlona 2014’an de êrîşê bajarê Kobanî kirin, hê şervanek nû bû. Di 27’ê Îlona 2014’an de bi komek hevalên xwe re li gundê Golmid ê Başûrê Kobanê dikeve nava şer. Ji ber êrîşên giran û dijwar cebilxaneya şervanan xilas dibe û derfet namîne ji cihekî din bînin. Di wê navberê de Rêvana Rojava biryara pêkanîna çalakiya fedayî dide. Hem ji bo parastina şervanên li eniya şer, hem jî parastina bajarê berxwedanê Kobanê û ji bo rê nede çeteyan ku derbasî navenda Kobanê bibin. Ew dil û mejiyê xwe dike yek û bi enerjiyeke ku kes nikare pêşî lê bigre, bedena xwe dike mertal ji bo parastinê. Di wê kêliyê de dibe perperîka çaran, bi agirê bedena xwe bandora dijmin dişkîne. Rêvana jî mîna Zîlan di dikeve karwanê nemiran.
Jiyana xwe bi xwe nivîsand
Zeyneb Kinaci, di sala 1976’an de li gundê Elmali yê Meletiyê tê dinyayê. Zîlana ku Dibistana Amedeyî ya Pîşeyî ya Tenduristiyê ya Haydarpaşayê diqedîne, li Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecîka Rihayê weke teknîsyena rontgenê dest bi xebatê dike. Zîlan, bi hevalê xwe yê zanîngehê Mehmet Ali Atli re ji gundê Xilya yê navçeya Egilê yê Amedê re dizewice di sala 1995’an de li Edeneyê tê binçavkirin û girtin. Zeyneb Kinaci, çîroka jiyana xwe ya kurt û naskirina xwe ya PKK’ê wiha pênase dike:
“Dema min di lîseyê de dixwend bîr û barweriya çep û Kurdayetiyê bandora xwe li ser min çêkir. Min di van salan de dest pê kir û bi çavekî rexnegir li jîyanê mêze kir. Lê ez nêzî tu hêzeke siyasî nebûm û neketim nava xebatê. Dema min li zanîngeha dixwend, dîtîn û meyla min a çepîtî zelaltir bû, sempatiya min ji PKK’ê re zêde bû. Malbata min her çiqas paşvemayî bû jî hestên Kurdperweriyê diparast. Ji ber vê yekê aliyê min ê Kurdperwer bi pêş diket. Wê demê li herêma me hêz û derdorên welatparêz ne bi rêxistin bûn. Pêşengî tunebû. Dîsa rewşa malbata min a aborî bû sedem ku ez hinekî li paş bimînim. Di nav demê de dîtina min xurt û zelal bû û dawî ez ketim nava refên têkoşînê.”
Zeyneb Kinaci, dide zanîn ku di sala l994’an de li bajarê Edeneyê dest bi Xebatên eniyê kiriye, bi qasî salek xebata xwe domandiye. Zeyneb Kinaci, ji ber ku ji perwerdeyeke cidî derbas nebû, xwe rexne kir, her dem bi daxwaz û biryar bû. Di sala 1995’an de ji Dêrsimê beşdar bû. Zeyneb Kinaci, vê pêvajoyê mîna demên pêşketina di nava PKK’ê de bi nav kir.
Pêdiviyên pêvajoyê
Zeyneb Kinaci, di 30’yê Hezîrana 1996’an de li dijî êrîşa bi armanca îmhayê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di roja 6’ê Gulana 1996’an de li Şamê çêbû ku gavên ewil ên komploya navneteweyî bû, çalakiyek fedaî li dar xist. Bi vê çalakiya xwe bersiv da êrişên dijmin. Zeyneb Kinaci, bi gotina "Divê em pêdiviyên pêvajoyê bi cih bînin" sedemên çalakiya xwe wiha vegot: “Divê dost û dijmin bibînin em çiqas bi doza xwe ve girêdayî ne û di vî riyê de dikarin ji bo azadiyê bombeyan di bedena xwe de biteqînin. Em careke din dixwazin daxwaza azadiyê ya gelê xwe bi cîhanê bidin bihîstin.”
Dengê wê hat bihîstin, xwedî li têkoşîna wê derketin
Çalakiya Zeyneb Kinaci ango Zîlan a li dijî êrîşan xwediyê çalakiyek mezin, ji çalakiyek leşkerî wêdetir bû. Abdullah Ocalan vê çalakiyê, di heman demê de kir banga partîbûna jinan. Banga Zeyneb Kinaci jî ji aliyê hezaran jinên Kurd ve hat hembêzkirin û heta niha jî tê hembêzkirin. Îro ji çar aliyên Kurdistanê, jin li ser şopa Zîlanê beşdarî têkoşînê dibin û bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî ji bo hemû jinên cîhanê dibin îlham. Zeyneb Kinaci ya manîfestoya têkoşîna jinan nivîsand, hê jî navê xwe mîna wateya berxwedaneke bêdawî û jiyana azad dide jiyîn.