4’ê Gulana 1937’an: Lorînên li rûbarê Laçê li çiyayên Dêrsimê vegeriya têkoşînê
88’yemîn salvegera komkujiya Dêrsimê ya ku di 4’ê Gulana 1937’an de bi biryara Desteya Wezîran a Tirk pêk hat, nayê jibîrkirin. Lorîn bûn Mûnzûr, herikîna xwe didomînin.
Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya qanûna Dêrsimê ya hejmar 2884 a di 25’ê Kanûna 1935’an de, di 4’ê Gulana 1937’an de bi biryara Desteya Wezîran li dijî Dêrsimê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Di van operasyonan de bi deh hezaran Kurdên Elewî hatin qetilkirin. Operasyonên leşkerî heta sala 1938’an berdewam kiribû û bi komkujî û sirgûnan di astek mezin de erdnîgariya Dêrsimê hatibû bêmirovkirin.
Tiştên ku li gelê Dêrsimê hatin kirin, wek binavkirina ‘komkujî’ didome. Parêzvanên mafên mirovan di navbera 1937-1938’yan de ji bo tiştên ku hatî jiyîn wek komkujî were naskirin, têkoşiyan. Daxwazên Dêrsimiyan û parêzvanên mafên mirovan wiha ne:
* Navê Dêrsimê lê were vegerandin,
* Rûmeta Seyîd Riza û hevalên wî ku di komkujiya Dêrsimê de hatin darvekirin, were vegerandin, cihê gorên wan were aşkerekirin, gorên din ên komî li gorî qaydeyan werin vekirin,
*Divê aqûbeta wan zarokên keç ku di encama operasyonên leşkerî yên hatin kirin de û nehatin qetilkirin û sax girtin, aşkere bikin û bidin malbatên wan.
*Dest ji polîtîkayên bêmirovkirina Dêrsimê bên berdan, barajên HES ku çêkirina wan didome û yên din werin îptalkirin û dawî li taxrîbata çandî û xwezayî bînin,
*Divê navendên xwezayî û baweriyên çandî ya li Dêrsimê werin hilanin, dewrên nûnerên gelê xwecihî yên Dêrsimê (wek şaredariya Dêrsimê) were pêkanîn.”
Lorînên ku ev 88 sal in nesekinin, birînên derbas nebûyî. Êşek ku di dil de maye, komkujiya Dêrsimê, qêrînên ku di guhan de deng vedide, di zimanan de lorîn...Ev 88 sal in gel bi gotin û awazan bîrek avad ike. Maviş Guneşer, di dema qirkirina 38’yemîn ya Dêrsimê de, xwe spartibû Rûbarê Laç, zilma ku Demenan jiyan kiriye û berxwedana wan bi awaza bi navê Hewa Deré Laçi (lorîna rûbarê Laç) carek din bandorê li dilê me dike.
“Zaliman leşker anîn ser me, dinya bûye sacek sor bûyî, gule hatine sîngê me, artêşê wisa karî bikeve rûbarê. Me şer kir, bi heft qatîn me bedêlên wê girt, kî ji me miribe, di rûbarê Laçê de di axiretê de cihê wan bihuşt e.”