Ji dîrokê rehekî berxwedêr: Çîrokên fermanê yên jinên Êzidî
Gelek qedîm, çima û çawa xwestin bikin qurban? Kîjan hêz, ji ber kîjan sedeman ferman ji bo xwe maf dîtin û ev ne ya yekem bû ya 73’emîn bû... Av sor herîkîn, xak bi xwînê hat boyaxkirin û salên piştî wê gul sor vebûn.

ADÛLE KARADENÎZ
Her koça tê jiyîn, di bîr, ruh û dilê mirovan de şopên kûr dihêle. Gelo mirov hemû windakiriyên xwe li pey xwe dihêle? Çiqas ji wan bi xwe re hildigre? Ji derveyî hêzên li ser rûyê erdê, koçên ku di dilê xwe de dijîn hene. Dibe ku tu bimînî, lê belê nebûna yên ku ji te hatin dizîn, her tim tê hîskirin. Mîna keştiyek ku pûsûlaya xwe wenda kirî, wek bedewiyek di çolê de wenda bûye. Li pêşiya we deryayên dirêj hene, lê belê hûn nizanin bi ku de biçin.
Ev çîrok, sirgûna jinên Êzidî, êş û girtina wê ya jiyanê û hêviya wê vedibêje.
Kîngê mirov ji nirxên xwe dûr ketin? Gelek qedîm, çima û çawa hat xwestin bibe qurban? Kîjan hêz, ji ber kîjan sedeman ji bo xwe ferman maf dît? Ev neya yekem bû ya 73’an bû... Av sor herîkîn, xak bi xwînê hate boyaxkirin û salên piştî wê gul sor vebûn. Bedenên ku dibin axê de hatin heps kirin, hê ji gorên komî yek bi yek tên derxistin...
Tenê bedenên hatin qetilkirin bûn...
Ruhên qedîm ên hatin koçkirin, girtin, ji bo xaka pîroz bi soza têkoşînê vegeriyan.
Komkujiyên ku hatine serê Êzidiyan, bi gotina wan ‘ên ku şopên fermanê didomînin, ji komkujiyê reviyan, rizgar bûne, tiştên hatin jiyîn, êş, xem û ya herî girîng jî pirtûka ku berxwedana jinan dişopîne ‘Berxwedana Zeriyan’ ji çîrokên jinên Şengalî derket.
Rojnamevan Rojbîn Denîz di beşek pirtûka xwe de dibêje “...û îro ji bo parastina hebûn û nirxên xwe, ev gelê ku yekîneyên parastina cewherî ava kirine, hê ji bo xweseriya xwe şerek mezin dikin. Ger em dîrokê nizanibin; em îro fêm nakin û em ê ber bi sibe ve şekil nedin. Piştî 104 M yên ji xwedawend Înana hatine dîzin, di 2014’an de Enkiyên roja me yane çeteyên DAIŞ’ê, li çiyayên Şengalê gelê qedîm ên Êzidi; bi heman zanabûna ku di jinên ku xwendevanên pîroz ên wan e, hatin qetilkirin. Serê mêran dihat jêkirin, bedenên jinan di bazaran de hatin firotin. Ji bo dînên xwe bi guherîn rastî tacîz û tacawîzan hatin, rastî her cûreyê zext û tundiyê hatin. Qetilkirina mirovan bi wan dan temaşekirin. Qêrînên dawî yên zarokan, qêrînên dayîkên xwe bihîstin, ji bo xwe biparêzin tenî li ser ruyên xwe dan. Dema bihîstin ku DAIŞ dest navêje jinên zewicî, di bin wan şertan de neçar man bi mêrên Êzidî re bizewicin, wek hêviyek lê belê gelek dûr, ber bi nediyariyê ve direvin. Hê weke keçên Dêrsimê yên wenda, jinên Êzidî wenda ne. Ji derveyî yên ku ji aliyê hêzên parastina cewherî ya QSD-YPJ ve hatine rizgarkirin, hê gelek jinên Êzidî li benda azadiyê ne.”
‘Min bi cesareta ku Nagîhan daye, nivîsand’
Rojbîn Denîz bi gotinên; "Di şopa Nagîhan Akarsel a ku çanda qedîm a Êzidî li Şengalê ji serpêhatiyên jinan guhdarî kir de, ez rastî berxwedana Zeriyan hatim", diyar kir ku serpêhatiya nivîsînê û îlhama wê ji Nagîhan Akarsel girtiye û wiha got: “Nagîhan gotibû ‘bila neyê nivîsîn’, dema herî dawî me hev dît bi cesareta wê daye min, min nivîsand. Rojbîn Denîz pirtûka ‘Berxwedana Zeriyan’ ji bo çîrokên jinên Êzîdî bikeve dîrokê û ji bo heqîqetê dilopek av be, pênûsê digre. Bi vî halê xwe berhem hem roman û hemjî di asta belgeyê dîrokî de derdikeve holê.
Ji pênûsa herikbar a Rojbîn Denîz Kurdiya pirtûka ‘Berxwedana Zeriyan, çîrokên jinên qewmên rojê’ ji Akademiya jineolojî û weşangeriyên Meyman, Tirkî jî ji weşanxaneya Aram derket. Jinên Êzidî ku bi hezaran salan anîne îro, ev pirtûka ku berxwedana li dijî fermana di dema me de tîne ziman bê xwendin, hê ji bo jinên Êzîdî ku dîl tên girtin, hûn dê bifikirin ku divê têkoşîn çawa bê mezinkirin.
Weke jin û gel, ji bo hê zêdetir ferman neyên jiyîn, felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê çawa jiyanî bikin û hê zêdetir wê têkoşîna xwe hembêz bikin? Jinên ku mîna çiyayê Şengalê li beramberî her cûrê êşê li ser lingan dimînin, ji çîrokên wan ên berxwedêr em ê gelek tiştan fêr bibin.