Ofîsa Jin a Şaredariya Qamişlo bi projeyên xwe piştgiriyê dide jinan

Rêveberiya Ofîsa Jin a Şaredariya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Efîfa Silêman behsa projeyên ofîsa jin û yekem kafeya jinan a li Qamişloyê bi navê Kafê Nêrgiz hatiye vekirin kir û got ku armanca wan ji bo jinan avakirina derfetên kar e.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Bi şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jin di gelek waran de dibin xwedî destkeftiyên mezin. Jinên ku di qadên leşkerî, siyasî û hemû warên din ên jiyanê de pêşengiya parastina nirxên şoreşê dikin, piştî şoreşa Rojava jinan di şaredariya de jî cihê xwe girtin.

Efîfa Silêman yek ji jinên ku di Rêveberiya Ofîsa jin a Şaredariya bajarê Qamişloyê de cihê xwe girtiya û kar û xebatan dide meşandin e. Efîfa Silêman behsa hinek projeyên ofîsa jin a şaredariya bajarê Qamişloyê û yekemîn kafeya jinan a bi navê Kafê Nêrgiz kir.

‘Em hewl didin derfetên kar ji jinan re biafirînin’

Efîfa Silêman Behsa projeyên ofîsa jin kir û armanca wan bi vekirina wan projeyan çi bû wiha anî ziman: “Weke ofîsa jin gelek projeyên me hene, em van projeyan ava dikin da ku derfetên kar ji jinan re biafirînin. Ji bo zarokan du dayengeh hatina vekirin hinek jin kar dikin û zarokên wan hene nikarin wan bi tenê bihêlin, zarokên xwe dibin dayengehê ev yek alîkariyeke pir girîng e ji bo jinan. Zarokên ku tên dayengehê fêrî xwendin, nivîsandin û exlaq dibin zanebûna wan bi pêş dikeve. Li aliyekî din jî me cihê xalîçeşûştinê ji bo jinan vekiriye ji bo ku jin kar bikin û aboriya xwe bi dest bixin. Di wê cihê xalîçeşûştinê de 4 jin kar dikin û destekê didin hev. Li hêleke din jî navenda sporê heye jin li wê derê kar dikin û spor dikin. Armanca me bi vekirina van projeyan ew e ku derfetên kar  jinan re werin afirandin.”

‘Ji bo pêşerojê jî gelek projeyên din hene’

Efîfa Silêman bal kişand ser vekirina kafeya bi navê Nêrgiz û diyar kir ku di pêşerojê de wê gelek proje werin vekirin û wiha pê de çû: “Ev demek e me kafeteryaya bi navê “Kafê Nêrgiz” vekiriye ew kafeterya weke cih amade bû lê gelek sererastkirin jê re pêwîst bû. Nêzî mehekê kafeterya amade bû, bi awayekî fermî hat vekirin. Armanca me bi vekirina wê ew e ku her jin werin tê de kar bikin, bêhna xwe vedin lê niha de hevalên mêr li wê derê weke berpirsyarên aborî kar dikin û jin karê bufeyê dikin. Di kafeteryayê de weke vexwarin çay, qehwe, koktêl û gelek fexwarinin din jî hene. Di pêşerojê de jî gelek projeyên din hene em ê ava bikin û amade bin ji bo hemû jinan.”

‘Em dixwazin qaliban bişkînin’

Efîfa Silêman bang li hemû jinan kir ku kar bikin û bibin xwedî biryar û wê zihniyeta zilamperest bişkînin û wiha bi dawî kir: “Hêviya min ji her jinê ew e ku ji bo moralê xwe baş bikin, hewl bidin kar bikin, ev proje ji wan re tê avakirin gelek derfetên kar ji bo wan em diafirînin û em ê weke ofîsa jin her dem alîkar bin bi jinan re da ku xwe hînê kedê bikin û hewcedarî tu kesê nebin. Ji ber ku hinek jin di bin bandora malê û zihniyeta zilam de ne nikarin derkevin derve. Em dixwazin wan qaliban pişkînin, ji ber ku îro roja şoreşa jinan e, jin dibin pêşeng ji bo wê jî bangewaziya min ji hemû jinan re ew e ku kar bikin û bibin xwedî biryar û maf.”