Di navbera zehmetî û serkeftinê de rêwîtiya jinên Yemenê didome

Iman Al-Ariqî ya ku li Yemena di nava şer de, hilberînera xurekê ye bi gotinên; “Tevî zehmetiyan ez bi biryar im bigihîjim serkeftinê” diyar dike ku heta ku rewşeke bi ewle çêbibe dê raneweste û projeyên nû yên aborî ava bike.

HALA AL-HAŞÎDÎ

Yemen – Li Rojhilata Navîna ku bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn; pevçûnên navxweyî û şer herî zêde bandorê li ser jinan çêdike. Ligel zextên civakî, jin bi polîtîkayên şêrê taybet ên weke koçberî, rehîngirtin û tecawizê re rûbirû dimînin. Ligel vê yekê fatûreya krîza aborî û xizaniyê ji wan tê girtin. Yemen, piştî şerê navxweyî ku demeke dirêj e didome, piştî şerê ku di 7’ê Cotmehê de Îsraîlê li dijî Xezayê dest pê kir yek ji welatên ku bedelên giran dide ye. Jinên ku li bajarê Taiz ê Yemenê dijîn, tevî şer û zehmetiyên xizaniyê jî ji bo bijîn û debara xwe bikin têkoşîna xwe didomînin.

Iman Al-Ariqî ya ku di warê aborî de hewldana dike û hilberînera xurekê ye, li dijî polîtîkayên şer têkoşîna xwe didomîne. Iman Al-Ariqî, tevî mercên şer jî bi pêşxistina projeyên nû berxwedana xwe didomîne.

Destpêkê li malê dest bi xebatê kir

Iman Al-Ariqî destpêkê li malê bi çêkirina sandivîçan dest bi xebatê kir û dûre jî li malê amûrên kozmetîk firot. Bi hewldana ku dest pê kir, piştî ku bi pêş ket, projeyên xwe, li derveyî malê xist meriyetê. Iman Al-Ariqî, diyar kir ku derketina ji malê di warê civakî de jê re baş hatiye û got ku ji ber ambargo û pevçûnên heyî neçar maye dest ji projeyên xwe bi dawî bike.

‘Ruxmê zehmetiyan ez bi biryar im ku bigihîjim serkeftinê’

Iman Al-Ariqî anî ziman ku bi awayekê serkeftî dest bi projeya “Mazjan” a di sala 2018’an de xistiye meriyetê kiriye û destnîşan kir ku zêdebûna buhayê kerabe, xaz, hilgirtin û gihandinê, nirx windakirina pereyê heremî, buhabûna zêde ya madeya xam û zehmetiyên di xwe gihandina madeya xam de di astekî cidî de karê wê bandor dikin. Iman Al-Ariqî da zanîn ku rûxmê hemu zehmetiyan ew berxwedanê hildibijêre û axaftina xwe wiha domand:

“Bi salan min li ser hinek şerîkeyên xurekan perwerde dît, sertîfîka girt. Niha jî ez perwerde didim. Lê weke jinek, dayikek, hevjîn û perwerdekar bi gelek zehmetiyan re rû bi rû têm. Carna ji bo karê xwe serkeftî bikim neçar dimînim ku derkevim gerê. Ji ber vê yekê di nav van hemuyan de ji bo avakirina hevsengiyê du qat zêdetir hewldan didim. Hewl didim berpirsiyariyên xwe yê li hemberî malbata xwe û karê xwe pêk bînim. Rûxmê hemu zehmetiyan bi biryar im ku di qada xwe bi pêş bikevim û bigihîjim serkeftinê. Malbata min jî di vê mijarê de piştgiriyê dide min.”

‘Divê dev jê neqerim’

Iman Al-Ariqî bal lê kişand ku projeya wê ya nû xwarinên ji pêjgeha Hind e û got, “Ezmûna min a di yekem projeya min de gelek tit bi min da qezenckirin. Bû sedem ku ez şikestina heyalên xwe bi hêsanî ji ser xwe neavêjim. Yekane pirsgirêka me kerabe û xirabûna amûran nîn e. Li Taizê berê nêvengek bi ewle di astekî de hebû. Di vê pêvajoyê de jin ketin nav gelek karan û bi serkeftî bûn. Dema derfetên şer bi dawî bû ez bawer im em ê dîsa hemên rewşê bijîn. Ji ber wê wiha difikrim ku divê dev jê neqerim.”