Jinên Tûnisî zehmetiyên aborî bi projeyên xwe derbas dikin

Bihêzbûna jinan di warê aborî de, di şikandina wekheviya zayendî ya civakî de xwedî roleke girîng e. Lewma jinên Tûnisê bi projeyên ku bi pêş dixin hem dahata xwe bi dest dixin û hem jî van rolan dişkînin.

ÎXLAS HAMRÛUNÎ

Tûnis- Jinên Tûnisê hewl didin serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixin. Lewma hewl didin di pîşe û qadên cuda de xwe bi pêş bixin. Jinên li bajarê Sidî Bouzid ê Tûnisê fêrî hunerên cur be cur dibin û ji bo xwe projeyan amade dikin. Civaka ku jinên li Sidî Bouzîd dijîn, ferz dike ku jin li malê bimînin û li gorî quralên zayendî ya civakî tevbigerin. Jin ji bo vê yekê derbas bikin, têdikoşin.

Mariam Mesbahî ya 25 sal in di zeviyên aydê cotkarên Sidî Bouzîd de dixebite, yek ji jinên ku normên civaka lê dijî dişkîne ye. Wê jî weke gelek jinên din ên herêmê, di kamyonên barkêşî yên wek “kamyonên mirinê” tên binavkirin de rêwîtiyê kiriye û bûye şahida gelek qezayên trafîkê. Ji bo misogerkirina pêdiviyên zarokên xwe û dayîna kiriya mala xwe, li dijî sermaya zivistanê, germa havînê û kêmbûna ewlehiyên tenduristî û civakî li ber xwe dide û herî dawî biryar dide ku ji bo xweseriya xwe ya aborî, karê xwe ava bike.

'Jinên ciwan ji aliyê xwediyên erdan ve rastî êrîşa zayendî dihatin’

Mariam Mesbahî, diyar kir ku xwediyên erdan ji bo xebatê jinên ciwan tercîh dikin û ji ber vê yekê jinên ciwan pir zêde rastî êrîşa zayendî tên û wiha got: "25 sal in me di nava şert û mercên xirab de birin û anîn nava zeviyan. Xwediyên kar ji bo pêşîgirtina rûniştina jinan, kamyonan bi avê tijî dikirin û bi vî awayî rêwîtî li ser piyan derbas dibû.”

Mariam Mesbahî, da zanîn ku ev şert û merc bûne sedem dev ji karê xwe berde û di komeleyeke jinan de li qada zîraetê dest bi kar kiriye û wiha got: “Ez ji ber vê projeyê ji rêwîtiya mirinê ya di komyonan de û êrîşa zayendî  rizgar bûm. Ez êdî debara jiyana xwe dikim, min gelek jinan tevli projeyê kir û ji bo ku naxwazim heman êşê bikşînin rêzê nîşanî wan didim. Ez ji bo wan şert û mercên xebatê û mûçeyên guncaw misoger dikim.”

'Divê ji bo wekheviya jin û mêr ked bê dayîn’

Mariam Mesbahî, da zanîn ku beriya ku jin li gel wê kar bikin, ji ber şert û mercên nebaş ên rêwîtî û mûçeyên kêm ên têra pêdiviyên wan nedikir, di nava şert û mercên zehmet de dijiyan û destnîşan kir ku divê ji bo barkirin û hilgirtina jinan, bi taybetî yên di qada çandiniyê de dixebitin çareseriyek bê dîtin û ji bilî zêdekirina mûçeyan, ji bo misogerkirina wekheviya jin û mêr xebat bên meşandin.

Mariam Mesbahî, diyar kir ku di projeya bi navê 'Sabra' bi Sania Mohammadî re dixebite. Mariam Mesbahî, da zanîn ku Sabra gotineke ku ew pê bawer dikin e û da zanîn ku ji bo jin xweseriya xwe misoger bikin, bi destxistina serxwebûna aborî girîng e û wiha got: “Ez bang li jinên gundewarên Sidî Bouzîdê dikim ku ji xwe û jêhatibûnên xwe bawer bikin û tevli hewldanên pêşxistinê bibin.”

‘Her jin bi xebatê dikare bi ser bikeve’

Sania Mohammadî ya Sidi Bouzid a di warê bazirganiya navneteweyî de profesor e û xwedî projeya "Sabra" û gelek projeyên din e, diyar kir ku ew bawer dike, xebata ji bo jinan bi rûmet e.

Sania Muhammadî wiha got: "Ev proje, xeyala min bû. Dema ku min di zanîngehî de projeyên pêşerojê çêdikir ket serê min. Fikra vê yekê îlhama xwe ji dema me hewl dida em pere berhev bikin ji bo xwarinên erzan bibînin, girt. Ji ber vê yekê vebijarka me tenê ew bû ku bsisa ya yan jî ruwaina (vexwarina ku bi tevlikirina avê nava bsisayê çêdibe) bikirin. Yek ji xwarinên herî kevn ên Tûnisê bsisa ye, ji aliyê proteînên giyayî û enerjiyê, lifên xwezayî ve dewlemend e, wan dema ji bo ‘xwendekar û gerokan dost bû.’ Ev yek bi tevlîkirina zeyt, giyayê çemen, anason, kijnîj û fêkiyên hişkbûyî, bi şekir, hingiv û hinek çêjên din dihat çêkirin."

‘Min ji hêz tehemul û sebra jinan bawer kir’

Sania Mohammadî da zanîn ku di sala 2016’an de xeyala xwe pêk aniye û ji bo cihê kar ji xwe re veke proseduran bi cih aniye, di sala 2017’an de dest bi xebatên xwe kiriye. Sania Muhammadî got ku wê ji hêz, tehemul û sebra jinan bawer kiriye û dest bi projeya bi navê “Sabra” kiriye, tevî zehmetiyên ku ji ber kêmasiya fînansê û pirsgirêkên malbatî dîtine jî; jinên li Sidî Bouzid dikarin berpirsyariyê bigrin, bixebitin û bi ser bikevin.

Sania Mohammadî, diyar kir ku ew bawer dike sekna li malê ji bo hevrûbûna bi şert û mercan re, çareserî nîn e û got: “Ji ber vê yekê min hewl da ez çavkaniyeke debarê ji xwe re bibînim. Divê her jin hînî beşeke hunerê û pîşeyek bibe û ji bo pêşketinê li derfetên xebatê bigere.”