Li Suriyeyê polîtîkayên birçîbûnê û berxwedana jinan
Krîza aborî û bihabûna sotemeniyê li Sûriyeyê niha weke amûreke zexta siyasî tê bikaranîn. Çîroka Ewsaf Serhan û analîzên pisporan nîşan didin ku jin tevî vê pergala xizaniyê, bi têkoşîna xwe malbatên xwe diparêzin.
RANÎM XELÛF
Şam – Mijara debara jiyanê veguheriye şerekî berdewam. Ev rewşek e wisa dijwar e, sînorên berxwedana bedenî û derûnî bi taybetî ji bo jinan, derbas dike. Ev têkoşîn veguheriye tiştekî ku dikare weke diyardeyek fikaran were binavkirin.
Jinên Sûriyeyî îro bi du barên giran re rûbirû ne. Di mercên dijwar de bi saetên bixebitin tenê ji bo ku hinek be jî bikaribin dahata xwe bikin. Ji ber pêlên enflasyonê yên li pey hev, bihayê sotemenî û kelûpelan ê bilind û kêmbûna nirxê dirav li hemberî dolar hildiweşe.
Ewsaf Serhan 46 salî ye, bi eslê xwe ji gundewarê Mesyafê parêzgeha Hemayê ye. Bîst sal berê hat Şamê da ku têkoşîna xwe ji bo karekî guncav ji bo rewşa tenduristiya wê destpê bike lewre ew ji nexweşiya çavan a ji ber şekir êşê dikşîne.
Pereyê ku qezenc dike têra tiştekî nake
Ewsaf Serhan deh salan li nanpêjxaneyeke Şamê bi peymaneke salane xebitî lê piştî hilweşîna rejîma Baasê ji kar hat avêtin. Ji ber ku neçar maye bikeve karê ne fermî. Ensaf niha mûçeyek ji 1.5 milyon lîreyên Sûriyeyê zêdetir qezenc dike, nîvê wê ji bo kiriya odeyek diçe.
Bihabûna sotemaniyê bandorê li jiyanê kiriye
Der barê zêdebûna bihayên kelûpelan de, Ewsaf Serhan wiha dibêje: "Her roj ez difikirim ku ji mûçeyê min tenê 750 hezar Lîre mane. Ji bo dermanan pêdiviya min bi 300 hezarî heye. Gelo ez ê çawa bi wê 400 hezar Lîreya mayî bijîm? Nexweşekî şekir çawa dikare parêzeke guncav bidomîne? Berê li karekî zêde digeriyam tenê ji bo ku pêşî li birçîbûnê bigrim lê niha piştî bilindbûna bihayê sotemaniyê her tişt biha bû."
Çîroka Ewsaf Sarhan û têkoşîna wê ya ji bo rûbirûbûna rastiyeke aborî ya dijwar bi derfetên xwe yên kêm, wêneyekî ji jiyana hemû jinên Sûriyeyî ye ku di şert û mercên aborî yên dijwar de, ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên jiyanê têdikoşin.
Têkoşîna ji bo mayîna li ser piyan
Di 12'ê Îlonê de, rayedarên têkildar biryara bilindkirina bihayên sotemeniyê daxuyanî dan. Ev gav rastî bertekên berfireh ên gelê Sûriyeyê hat û li seranserê bajarên Sûriyeyê bû sedema xwepêşandanan. Xwepêşandanên ku tê de jinan li gelek parêzgehan pêşengî kirin.
Rojnamevan Arûb Hamûd der barê rewşa aborî ya ku jin pê re rûbirû ne de wiha got: "Rewşa aborî ya niha ya jinan ne aram e û ew rastî zehmetiyên mezin tên. Bi gelemperî, berpirsiyariya dabeşkirina adil a çavkaniyên malê dikeve ser milên jinan; ew ji lêçûnên perwerdeyê bigre heta dabînkirina xurek û pêdiviyên bingehîn, bi her tiştî re mijûl dibin. Ji ber vê ew barekî giran hildigrin û di encamê de yên zêde barê zêdebûna bihayê pêdiviyên jiyanî ew hildigrin."
'Jinên Sûriyeyî tevî sertên jiyanê parastina malbatên xwe dikin'
Arûb Hamûd bal kişand ser rola girîng a ku jinan hem di paşerojê de hem jî di roja me ya îro de lîstine û wiha pêl da gotinên xwe: "Jinên Sûriyeyî di bin şert û mercên herî dijwar de tevî dorpêç û bombebaranan, zarokên xwe mezin kirine, parastine û ji bo wan ked dane. Di nava van bûyeran de ew dikaribûn bi çavkaniyên sînordar ên heyî, jiyana xwe û ya malbatên xwe bidomînin. Îro her tevgereke sivîl a ku mijara biha û lêçûnên aborî dike rojevê, bê beşdariya jinan dê kêm bimîne; ji ber ku ew parêzvanên aboriya malê û giştî ne."
'Pêwîst e derfetên kar li gorî jêhatîbûna jinan bên peydakirin'
Arûb Hamûd li ser pêwîstiya baştirkirina statuya jinan û misogerkirina wekheviya zayendî di gihîştina astên îdarî de wiha axivî: "Niha mêr di rolên rêveberiyê yên hemû qadan de serdest in û di encamê de mûçeyên bilindtir digrin. Divê çareseriyek were dîtin; pêwîst e derfetên kar ên li gorî jêhatîbûn û ezmûna wan ji bo jinan werin peydakirin."
Mafên ku pêwîst e zû werin bicihanîn
Psîkolog û çalakvana sivîl Ghina Najatî eşkere dike ku rewşa aborî ya jinan mijareke bi nakok e. Ghina destnîşan dike ku her çendî hinek kes dibêjin jin derfetan ji mêran digrin û yên din jî îdia dikin ku mafên jinan ji wan tên standin jî rastî ew e ku jin ji bo bidestxistina wekheviya zayendî hewceyên derfetên mezintir û yasayên piştgir in.
Ghina Nijatî balê dikşîne ser lêkolînên ku nîşan didin beşdariya jinan di bazara kar de ji ya mêran kêmtir e û mûçeyên mêran bilindtir in, ligel pirsgirêkên têkildarî newekheviya zayendî û nebûna zagonên ku piştgiriyê didin jinan. Ghina wiha dibêje: "Ewlehiya aborî ji bo jinan armancek girîng e ku dihêle ew ji girêdana bi her kesê re dûr bisekinin. Ev yek dibe alîkar ku nasnameya xwe îsbat bikin û bibin endamên çalak û beşdar."
Jin xwedî mafê hilbijartina karekî ku li gorî şiyan, warên pisporiyê û bernameyên wan be ne. Ghina Najatî balê dikşîne ser lêkolînên ku nîşan didin jinên karker dikarin bi bandor dema xwe birêve bibin. Ghîna hemû jinan teşwîq dike ku bikevin nava hêza kar, her çendî bi perwerdeyê dest pê bikin jî.