Riya jinan bi serxwebûna aborî destpê dike

Ji ber ku qedexeyên Talîbanê derfetên kar ji bo jinên Efgan kêm kirine, hinek jinên Bamyanê berê xwe didin terzîtiyê û karên destan da ku dahatek bi dest bixin û alîkariya malbatên xwe bikin.

BAHARAN LEHÎB

Bamyan – Piştî ku Talîban careke din li Efganistanê hat ser desthilatdariyê, sînorên li ser qada kar a jinan zêde bûn. Ji bo debara malê û parastina serxwebûna xwe ya aborî, gelek jinên Efgan dest bi çêkirina berhemên destan kirin. Çalakiyên wekî xalîçe, neqişkarî, dirûtin, zêrkarî, karê çerm û amadekirina xwarinên malê di nava wan karên ku jin li mal û atolyeyên xwe yên biçûk dikin de ne. Bêkariya zêde û krîza aborî, karên destan kiriye yek ji riyên ku jin dikarin pê dahata xwe bikin.

Hinek rêxistinên herêmî û navneteweyî bi organîzekirina qursên perwerdeyê, pêşangeh û afirandina bazarên serhêl hewl didin alîkariya firotina berhemên jinan bikin. Tevî ku ev çalakî alîkariya dabînkirina dahatê dikin û rê didin ku jin jêhatîbûnên xwe biparêzin jî; nebûna bazareke guncaw, kêmbûna madeya xav, zehmetiyên darayî û sînordarkirinên li ser tevgerê pirsgirêkên herî mezin in.

Di nava van şert û mercan de, nûçegihana me li parêzgeha Bamyanê di dema gera xwe ya nava bazarê de rastî jineke ku li kêleka rê cil û berg çêdikir hat. Ew li ser cilên jinan ên bi sêwiranên nûjen dixebitî, ji bo li bazarên Efgan bibin model. Piştî silavkirinê, nûçegihana me xwest behsa xebata xwe bike û Besîrayê bi rûyekî geş ev daxwaz qebûl kir.

‘Bi teşwîqkirina malbat û hevalbendên xwe Besîrayê dest bi kar kir’

Besîra Heydarî ku li taxa Mela Xulam a navenda Bamyanê dijî, bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Ez niha wekî terziyek di beşa neqşê de dixebitim. Nêzî sê sal in bi awayekî serbixwe dixebitim. Her wiha min du salan di heman warî de perwerde dîtiye. Dema ku min dixwest dest bi kar bikim, xizmê min ez vexwendim. Me sêwiranek li ser înternetê dît, kulîlk li ser qumaşê şîn ê qedîfe hebûn. Lê gava ez li sûkê geriyam, min ew nedît. Hinek kesan şîret li min kirin ku ez biçim cihekî taybet lê wan bihayekî zêde xwestin, dayîna pereyê şeş kincan ji bo min pir zehmet bû. Wê demê min kêm zêde dizanibû çawa bidirûm. Bi teşwîq û piştgiriya xwişka xwe, min biryar da fêrî hûrgiliyên vî karî bibim û bi vî rengî ez îro gihîştim vê astê.”

Me tu destek nedîtiye’

Tevî ku li Bamyanê gelek karsazên jin ên çalak hene û tê îdiakirin ku ji aliyê rêxistinan ve tên piştgirîkirin, dema me ev mijar ji Besîrayê pirsî, wê tişteke din got: “Mixabin, di vî warî de tu rêxistinê alîkariya min nekir. Bi derfetên xwe yên sînorkirî û piştevaniya malbata xwe, ez dikaribûm heta vê astê bimeşim."

Çalakiyên jinan li Bamyanê bûn sedema zêdebûna zexta komên ku bi navê “çavdêriya exlaq” tên naskirin. Ev kes her dem diçin kargehên jinan wan kontrol dikin ka li gorî rêzikên cil û berg û serpoşê ne yan na.

Besîrayê da zanîn ku endamên Talîbanê pir caran bêyî destûr dikevin cihê karê wê, lê derbarê helwesta xelkê herêmî de ev tişt anî ziman: “Xwedê şikir, li vir kes li dijî karsaziya min nîne.”

Besîra têkildarî têkiliya xwe ya bi xerîdarên jin re wiha axivî: “Hemû xerîdarên min jin in. Di civakeke ku mafên bingehîn hatine sînorkirin de, ez têdikoşim. Mînak, jin tên cem me da ku ji bo keçên xwe cil û bergan bidin çêkirin. Ji bo ku bikaribin debara xwe û zarokên xwe bikin, ez ji wan re pêşniyar dikim, bi erzantir bixebitin da ku bikaribin debara xwe bikin.”

Peyama hêzdarkirina jinan

Besîraya ku beriya destpêkirina terzîtiyê, perwerdeya bijîşkiyê dîtiye, di dawiya axaftina xwe de peyamek da jinên Efgan û got: “Peyama min ji bo jinên Efgan ew e ku tu carî dest ji têkoşînê bernedin. Ji bo bibin xwedî aboriyeke serbixwe divê bi karekî biçûk jî be dest pê bikin. Divê ew di warê aborî de bi mêr an bavên xwe ve neyên girêdan û piştgiriyê bidin malbata xwe.”