Du jinên Efgan ku xwaringehek biçûk birêve dibin: Divê hûn ji tiştekî dest pê bikin

Li Bamyanê, du jinan bi armanca hem ji bo xwe çavkaniyek dahatê biafirînin û hem jî ji bo jinên din derfetên kar peyda bikin xwaringeheke biçûk a bi navê ‘Noorband Aghil’ vekirine û xwarinên gelerî çêdikin.

BAHARAN LEHÎB

Bamyan – Di nav dikan û xwaringehên biçûk ên li bazara Bamyanê de, tabelayek bala me kişand. Ev tabela nîşan dida ku xwaringehek ji hêla komek jinan ve di jêrzemînek biçûk de tê rêvebirin. Bi îfadeya xelkên herêmê xwarinên kevneşopî yên Bamyanê pêşkêş dikin.

Em ji pêpelûkan daketin xwarê. Xwaringeha ku bi sermayeya sînorkirî hatibû avakirin, sê odeyên wê bi kelûpelên sade û kevneşopî yên Efganî hatibûn xemilandin. Di odeyekê de muşteriyên mêr rûniştibûn. Dema ku me pirsî çima ew vê cîhê taybet tercîh dikin, wan diyar kirin ku her çend li bazara Bamyan gelek xwaringeh hene jî, wan ev cih ji ber paqijiya wê, bihayên maqûl û xwarina wê ya herêmî bijartine.

‘Xwaringehek biçûk rastî eleqeyek mezin tê’

Muşteriyekê bi gotinên “Em dixwazin piştgiriyê bidin jinên ku bi biryardariya xwe însiyatîf nîşan dane ku vê projeyê dest pê bikin” hestên xwe anîn ziman.

Di beşek din a xwaringehê de metbexek biçûk ku dikare wek navenda karûbarên xwaringehê bê hesibandin hebû. Em li nêzîkî deriyê mitbexê rastî Masoumeh Sadeghi hatin. Wê bi dilgermî em pêşwazî kirin û piştî ku karê xwe qedand, ji bo derbarê karê xwe de biaxive bi me re rûnişt. Masoumeh Sadeghî wiha behsa rewşa heyî kir: “Rewşa xwaringeha me ne îdeal e. Cihê me yê guncaw ji bo lidarxistina hevdîtinan tune ye. Lê belê, ger ji bo we jî guncaw be, ez ê kêfxweş bibim ku li ser karê xwe bi we re nîqaş bikim.”

Noorband Aghil: Xwaringehek xwedî sê armanc

Masoumeh Sadeghî yek ji du avakerên jin ên xwaringeha ‘Noorband Aghil’e. Masoumeh da zanîn ku xwaringeh bi sê armancan hatiye avakirin; afirandina çavkaniyek dahatiyek domdar ji bo jinan, pêşvebirina çand û xwarinên herêmî yên Bamyanê û peydakirina derfetên kar ji bo jinên din e û wiha got: “Di şert û mercên heyî yên Efganistanê de, xebitîna jinan gelek zor bûye. Zarokên me hene û em nikarin her gav li derveyî malê bixebitin. Tevî vê jî, em hîn jî hewceyî çavkaniyek dahatê ne. Parastina çanda herêmî ya Bamyanê ji bo me motîvasyonek sereke ye.”

‘Divê atmosfer sade be’

Masoumeh Sadeghî ragihand ku armanca wan a duyem ewe ku çand û xwarinên resen ên Bamyanê bidin nasîn û wê çanda resen zindî bihêlin. Masoumeh diyar kir ku armanca wan a sêyem jî afirandina derfetên kar ji bo jinên din e û wiha pê de çû: “Xwaringeh di destpêkê de tenê bi du jinan dest pê kir, lê niha xwarinpêjek jin û du alîkar tê de dixebitin. Navê ‘Noorband Aghil’ jî ji çanda herêmî ya Bamyanê tê. Ev nav têgînek Hazaragî ye ku hem xwezaya herêmî ya xwarinê û hem jî atmosfera saziya ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin nîşan dide. Dema xwarin herêmî be û navê xwaringehê jî herêmî be, divê atmosfer sade be û xwarin bi xwe jî divê sade û resen be, bi taybetî ji bo wê herêmê.”

Her tiştî bi xwe birêve dibin

Ji ber nebûna sermayeyê, jinên ku veberhênan li xwaringehê kirine, neçar in, ji çêkirina xwarinê û paqijiyê bigre heta xizmetkirin û hesaban, bi xwe rêve bibin. Li gel vê jî, ev xwaringeha sade kariye muşteriyan bikşîne. Piraniya muşteriyan mêr in. Li gorî Masoumeh Sadeghî, hin kes paqijî û kalîteya karûbarê ku ji hêla jinan ve tê peydakirin wekî sedema hilbijartina xwaringehê nîşan didin. Masoumeh Sadeghî dibêje: “Di nav muşteriyên me de hem mêr û hem jî jin hene, lê piraniya wan mêr in. Mêr dibêjin ku xwaringehek ku ji hêla jinan ve tê birêvebirin paqijtir e.”

Jinên Bamyanê: Têkoşîna ji bo xwerêvebirinê

Hewldana ‘Noorband Aghil’ di demek ku jinên li Efganistanê di pênc salên borî de bi sînorkirinên berfireh ên perwerde, kar û beşdarbûna jiyana giştî re rû bi rû mane de dixebite. Di nav van şert û mercan de, xwaringehên biçûk û bûna xwediyê karê xwe, yek ji rêyên kêm ji bo jinan ku dahatê peyda bikin. Raporên dawî nîşan didin ku beşdarbûna jinan di bazara kar a Efganistanê de, ji ber sînorkirinên heyî gihîştina derfetên kar dijwartir dikin û kêmbûnek berbiçav heye.

Jin hewl didin dahata xwe peyda bikin

Li Bamyanê, gelek jin hewl didin bi vekirina dikanên hunerên destan, atolyeyên terzîtiyê û atolyeyên hilberînê ji bo xwe û yên din dahatê peyda bikin. Ev çalakî tevî gelek dijwarîyên ku karsazên jin pê re rû bi rû dimînin, wekî sînorkirinên tevgerê û astengiyên gihîştina hin bazar û fuaran, berdewam dikin. Masoumeh Sadeghî bawer dike ku li beramberî şert û mercên aborî yên dijwar jî, divê jin dev ji hewildanên xwe bernedin. Masoumeh Sadeghî wiha dibêje: “Di vê rewşa aborî ya xirab de, derfetên kar tune ne. Divê em bi hewldana afirandina derfetên kar ji bo malbatên xwe û jinên din çalak bimînin. Bêkarbûna dirêj li malê dikare zexta psîkolojîk li ser jinan zêde bike.” Masoumeh Sadeghî jinan teşwîq dike ku çi qas çavkaniyên wan sînordar bin jî, dest bi çalakiyekê bikin û got: “Her çend hûn bi zehmetiyan re rû bi rû bimînin jî, divê hûn ji tiştekî dest pê bikin. Hewl bidin ku rêyek, çalakiyek an hobiyek ji bo xwe bibînin.”

Xwaringeh biçûk e lê ji bo pêşerojê hêviyê dide mirovan

‘Noorband Aghil’ ne xwaringeheke mezin û ne jî ya modern e. Ew qadeke jêrzemînê ya biçûk e ku ji hêla du jinên xwedî çavkaniyên sînorkirî û sermayeya kêm ve hatiye vekirin ku piraniya xwaringehê bi xwe birêve dibin. Lê belê ji bo damezrînerên wê, ew ji cîhek firotina xwarinê bêtir e; ew hewldanek e ji bo bidestxistina dahatê, zindî hiştina çanda xwarinê ya Bamyanê, û afirandina derfetên kar ji bo jinên din e. Berî vekirina xwaringehê, Masoumeh dema li zanîngehê jeolojî dixwend, di heman demê de mamoste bû.

Niha, di demek ku derfetên kar ji bo jinan kêm dibin, ew û hevkara xwe ji jêrzemîneke biçûk li bazara Bamyanê dest pê dikin û hewl didin ji bo xwe û jinên din xeta jiyanê ya aborî biafirînin.