Li gunderwarên Dêrezorê ji ber kêmbûna avê çandinî nebaş e
Jinên gundewarên Dêrezorê yên ji karê çandiniyê hez dikin û çandinî di heman demê de ji bo wan riya debarê ye, diyar kirin ku ji ber pêşîgirtina ava çemê Firatê her wiha bihayê zêde yê dermanê çandiniyê, nikarin bexçeyên xwe av bidin.
Dêrezor- Jinên ku li gundewarên Dêrazorê, bakur û rojhilatê Sûriyeyê karê çandiniyê dikin, nikarin dev jê berdin. Ji ber ku hînî keda destên xwe bûne û bi xwe debara xwe dikin naxwazin hewcedarî kesên din bibin lê werza îsal jî weke çend salên borî, ji ber kêmbûna avê bi bandor bûye û zirarê dide jiyana gelek malbatan.
Ji bir girtina ava çemê Firatê karê çandiniyê zehmet bûye
Karê çandiniyê di serî de ji mêran zêdetir dikeve ser milên jinan. Jin erdê cot dikin, paqij dikin, giha jê berhev dikin û karên din dikin. Beşa çandiniyê li Dêrezorê di van sê salên borî de rastî xirabûneke berbiçav hatiye. Ji ber ku dagirkeriya Tirkiyeyê pêşiya ava çemê Firatê girtiye ku wek kaniya jiyanê ya herêmê ye; her wiha qutbûna wê bûye sedema zêdebûna kêşeyan.
Hasna El-Heşeş a 45 salî, jineke cotkar e ji bajarê Hecînê ye der barê karê xwe yê çandiniyê de wiha dibêje: "Em ji demên kevnar de cotkar in. Em li nava zeviyên xwe dixebitin, genim, ceh, pembû û zebzeyan diçînin. Ji ber kêmbûna piştevaniyê, zehmetiya cotkirina axê ji ber tunebûna sotemeniyê û nekarîna me ya anîna tov û zibilan ji ber bihabûna wan zehmetiyan dikşînin. Ji bilî van hemû zehmetî û azarên kêmbûna avê rewşê girantir dike. Pêdiviya van projeyan bi lênêrîn û baldariyê, paqijkirina erd ji giyayan û parastina wê ji kêzikên ku zirarê didin nebatan heye."
“Tevî hemû zehmetiyan jî em naxwazin dest ji çandiniyê berdin”
Hasna El-Heşeş tîne ziman ku ew îsal di çandiniya demsalê de dereng mane û wiha domand: "Me gelek derengî çandinî kir, ji ber ku rengê giya zer bû, ji ber nebarîna baranê. Çandinî jî pêdivî bi avdana berdewam heye ji bo ku giya hişk nebin lê avdana îsal pir buha ye her donimek ku em av didin 13 hezar lîreyên Sûriyeyê ye. Ligel nêzîkbûna erdên me bi çemê Firatê re, avdana me zehmet e, ji ber ku dewleta dagirker a Tirk pêşî li ava çemê Firatê girtiye, asta avê gelekî kêm bûye. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin pêşiya ava çem vekin û wê hesabên qirêj li ser tîbûn û birçîbûna bi milyonan mirovan nekin. Hesna El-Heşş her wiha banga piştgirîdayîna projeyên çandiniyê dike, di nav de avdanî, tov, derman û pêdiviyên din ên çandiniyê jî hene. Tevî van hemû zehmetiyan, em nikarin dev ji çandiniyê berdin, ji ber ku çavkaniya me ya sereke ye."
“Ji ber tunebûna avê em bîran dikole lê ji bo çandiniyê ava şîrîn baştir e”
Ji aliyê din jina cotkar Hemda El-Hamid got: "Em debara xwe bi çandiniyê dikin lê ji ber bihayê zêde em di peydakirina semad, avdan û dermanan de zehmetiyên mezin dikşînin."
Hemda El-Hamid sebzeyên havînê diçîne lê kêmbûna avê wê neçar kiriye ku biçe bîran bikole. Li ser wê yekê dibêje ku di encama şorbûna avê de çandinî gelek kêm bûye û bal kişand ku ya herî baş avdana bi ava şîrîn e.
"Tu qanûna mirovî qebûl nake ku şer li sergirtina avê bê kirin"
Der barê van kêşeyan de, hevseroka Rêveberiya Çandiniyê ya Hecînê Amina El-Salem got: "Îsal em rastî gelek kêşeyan tên, bi taybetî kêmbûna ava çemê Firatê, li Dêrezorê çandinî di bin xeterê de ye û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Çandinî di salên borî de têk çû û îsal, buhayê zêde yê her tiştî, kêşeyên li pêş çandiniyê, zêdetir kiriye digel berdewamiya kêmbûna avê ku ji bo vê beşê karesatek nîşan dide. Jixwe Midûriyeta Çandiniyê hewl da çareyan bibîne da ku demsala mayî rizgar bike, wê dikaribû ji herêma Ebû Herdûb heta Baxozê zehmetiyan derbas bike."
Amina El-Salem di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku rasterast destwerdanê bikin û wiha got: "Tu qanûna mirovî qebûl nake ku bi gel re şerê tîbûnê were kirin."