Ji bo xizmeta koçberan dayikek û keça xwe nanê tenûrê lêdixin

Yekemîn firina nanê tenûrê ji bo xizmeta koçberên li kampa Waşûkanî, ji aliyê dayikek û keça xwe ve hatiye vekirin û armanca wan ew e ku koçber bê nan nemînin.

RONÎDA HACΠ
Hesekê-Jin bi çand û dîroka xwe ve girêdayî ne, li ku derê bin zindî dikin û bi keda xwe debara malbata xwe dikin, civaka xwe bi rêve dibin. Welatiyên Herêma Serêkanî ya ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin koçberî bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji koçberan re kampa Waşûkanî ava kir. Koçberên Kampa Waşûkanî bi derfetên herî kêm, debara jiyana xwe dikin. Jinên kampa Waşûkanî ji bo xizmeta civaka xwe bikin kar û xebat didin afirandin. Xedra Mûsa Diyab û keça wê Zekiye Mihemed bi keda destên xwe çanda nanê tenûrê li kampa Waşûkanî zindî kirin. Ev tenûr xizmeta kampa Waşûkanî tevan dike. Der barê tenûrê de Zekiye Mihemed nêrîna xwe parve kir. 
"Ya girîng ew e ku koçber bê nan nemînin"
Zekiye wiha qala çêkirina wan a nanê tenûrê dike: "Nan li koçberan tê belavkirin lê têrê nake loma min û dayika xwe me dest projeya tenûrê li kampê ava bikin û li kampê nan bifroşin. Her wiha em nan bi rêjeyek kêm difiroşin, ger derfetên wan tunebe jî bêpere didin koçberan. Niha em hemû koçber in û êşa ku em dijîn yek e loma em hev pir kûr fêm dikin. Niha ez û dayika xwe xizmeta koçberên kampa Waşûkanî dikin, ev yek jî êşa me hinek sivik dike."
"Rêxistinên mirovî alîkariya koçberan nakin"
Zekiye wiha behsa zehmetiyên ku dijîn dike: "Ji ber qeyrana aborî rêjeya dolarê pir bilind bûye loma em di kirîna erdê de zehmetî dijîn. Her wiha tu rêxistinên mirovî di aliyê alîkariya koçberan û pêwîstiya wan de tu alîkarî heta niha pêşkêş nekirine. Em tenûra xwe bi mazotê vêdixin, em mazotê jî dikirin. Armanca me li vir xizmeta koçberan e lewma tu zehmetî li pêşiya me nabe bend. Di rojê de em 4 caran nanê tenûrê lêdidin. Hêviya me ew e ku rêxistinên mafên mirovan destên xwe deynin ser wijdanê xwe û pişgiriya koçberan bikin."
"Jin jiyanê diafrînin"
Zekiye da zanîn ku jin bingeha avakirina civakê ye û yek ji lingên esasî yên rêvebirinê ye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Kesayeta jinê afrîner e, ji ber wê cihê ku jin lê hebe ger derfet jî nebin li wir jiyan tê afirandin. Jin di her pêvajoyê de debara malbat û civaka xwe dike. Her wiha ruhê jinê ew e ku di her şert û mercên zehmet de li ber xwe bide. Elbet tu kar bê ked tune ye lê jin ji keda destan hez dike û ji bo wê bi wate ye. Niha ez û dayika xwe bi hev re nan çêdikin, rast e em diwestin lê armanca me ew e ku koçber bê nan nemînin. Ez herî dawî jî bang li cihên pêwendîdar dikim ku alîkariya me bikin da ku projeyên mezintir ji bo nan çêbikin û aboriya xwe bi pêş bixînin."