Ji bo parastina Yekîtiya Jinên Neteweyî ya Tûnisê banga lezgîn
Qeyrana mûçeyan a ku 19 meh in li Tûnisê didome ne tenê karmendan di warê aborî û derûnî de dide zorê, di heman demê de hebûna yek ji saziyên herî kevnar û pêşeng Yekîtiya Jinên Tûnisê û mafên jinan li welat dixe metirsiyê de.
ÎXLAS HEMRONÎ
Tûnis – Di demeke ku Yekîtiya Jinên Neteweyî ya Tûnisê mîsyona xwe ya dîrokî ya parastin û piştgiriya mafên jinan didomîne de, karmendên wê yên jin ji ber nedayîna mûçeyan ku nêzî 19 mehan e didome di nava qeyraneke bedîtî de ne. Ev rewş, der barê pêşeroja yek ji rêxistinên jinan ên herî kevin ên Tûnisê de dibe sedema pirsan.
Di navbera mîrateya têkoşînê ya ku ji serxwebûnê û vir ve didome û şert û mercên civakî û aborî yên xirab de, çalakvanên li parêzgeha El-Qasrînê, ji bo rizgarkirina saziyê û parastina mafên xebatkaran bang kirin. Çalakvanan tekez kirin ku qeyran êdî ne tenê pirsgirêkek darayî ye, di heman demê de veguheriye mijara rûmet û edaleta civakî.
‘Deyn kom bûn û rêxistin nikare erkên xwe yên darayî bi cih bîne’

Di vê çarçoveyê de çalakvana mafên mirovan Raniya Nasrî diyar kir ku Yekîtiya Jinên Neteweyî ya Tûnisê ji dema hatiye damezrandina ve heta niha yek ji saziyên herî girîng e ku mafên jinan diparêze û di qadên curbecur de beşdarî xebatên xurtkirin û piştgiriya jinan bûye. Raniya Nasrî diyar kir ku koka qeyrana heyî girêdayî serdema piştî şoreşê ye û wiha axivî: “Deyn kom bûne û rêxistin nikare erkên xwe yên darayî bi cih bîne. Ev yek rasterast bandorê li şert û mercên xebata xebatkaran û berdewamiya çalakiyên yekîtiyê dike”
‘Hemû serlêdan bê encam man’
Raniya Nasrî destnîşan kir ku yekîtî ne tenê saziyeke xebatê ye, di heman demê de qadeke civakî ye ji jinên karker bigre heya jinên malê, ji jinên hevberdayî bigre heya jinên ku bi tundiyê re rûbirû mane, ji kal û pîran bigre heya jinên xwedî dahata kêm û ji jinên ji beşên cuda yên civakê re, bi riya perwerdeyê, pêşketina pîşeyî û bernameyên piştgiriya civakî mazûvaniyê dike û got: “Lê belê, kombûna deynan bû sedem ku bi mehan mehane neyên dayîn. Vê rewşê, xebatkarên ku di destpêkê de bi hêviya çareseriyên demkî bêdeng man, neçar kir ku bibînin qeyran pir kûrtir û tevlihevtir e.”
Raniya Nasrî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hemû serlêdanên wan bê encam mane û got: “Karmendan li deriyên saziyên fermî xistin û serî li rayedarên pêwendîdar, Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Kal û Pîran û Wezareta Karûbarên Civakî dan û daxwaza çareseriyeke bilez kirin. Lê belê ji van hewldanan heta niha tu encam derneketiye.”
‘Nedayîna mûçeyan barê jinan girantir kir’
Raniya Nasrî tekez kir ku ji bo xebatkaran mûçe ne tenê berdêla kar e, di heman demê de tekane riya dabînkirina pêdiviyên malbatên wan e û axaftina xwe wiha domand: “Gelek pêdiviyên bingehîn, ji dayîna fatûreyên av, elektrîk û kirê bigre heya dabînkirina lêçûnên xwarinê, lênêrîna tenduristiyê û perwerdeyê, bi mûçe ve girêdayî ne. Mûçeyên ku nehatine dayîn gelek ji wan neçar dike ku deyn û barên zêde bigrin ser xwe û hinek ji wan neçar in di demeke ku lêçûnên jiyanê zêde dibin û alîkariyên civakî kêm dibin de, mesrefên xwe yên çûyîn û hatinê yên ji bo kar bi xwe bidin.”
‘Qeyran bû sedema tundî û heqareta li dijî jinan’
Raniya Nasrî got ku encamên qeyranê ne tenê bi qada aborî ve sînordar in û wiha domand: “Qeyran di jiyana derûnî û malbatî ya karkeran de jî belav bû. Zextên di nava malbatan de zêde bûn, bûyerên hilweşîna malbatan pir zêde bûn û hinek jin ji ber nekarîna bicihanîna erkên xwe yên darayî bi gefên derxistin, tundî yan jî heqaretê re rûbirû man.”
‘Qeyran bandoreke neyînî li ser performansa wan a pîşeyî û rewşa wan a derûnî dike’
Raniya Nasrî diyar kir ku Yekîtiya Jinên Neteweyî ya Tûnisê bi dehan salan e ji bo jinên hevberdayî, jinên ku rastî tundiyê tên û kesên hewcedar bûye stargeh lê derengketina berdewam a dayîna mûçeyan aramiya van koman tehdît dike û wan ji çavkaniya yekem ya dahatê bêpar dihêle.
Raniya Nasrî axaftina xwe wiha domand: “Karkerên ku her roj tevî zehmetiyên çûnhatinê û şert û mercên dijwar karê xwe dikin, ji ber ku mûçeyên xwe nagirin, hêdî hêdî bawerî û motîvasyona xwe winda dikin; ev yek jî bandoreke neyînî li ser performansa wan a pîşeyî û rewşa wan a derûnî dike.”
Raniya Nasrî di dawiya axaftina xwe de ji bo parastina mafên karkeran banga mudaxeleyeke lezgîn kir û got: “Ji bo derbaskirina qeyranê, diyalog û xwepêşandanên aştiyane riyên herî guncaw in. Xebakarên sendîkayê di dosyayên darayî de ne tenê hejmar in, di heman demê de jinên xwedî rûmet û mafên mirovan in û daxwaza edaletê dikin.”
Yekîtî ji aliyê dîrokî û civakî ve xwedî nirxên giranbuha ye
Çalakvana mafên mirovan Emel El-Falêh jî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku mirov nikare qeyrana heyî ji dîroka dirêj a Yekîtîya Jinên Neteweyî ya Tûnisê ku di sala 1956’an de hat damezrandin, bi awayekî serbixwe bigre dest û binirxîne. Emel El-Falêh destnîşan kir ku yekîtî bûye yek ji rêxistinên herî girîng ên neteweyî ku bi dehan salan piştgiriya jin û malbatan dike û got: “Yekîtî, bi taybetî di qadên tenduristiya zêdebûn û tenduristiya malbatê de, di bilindkirina hişmendiyê de roleke pêşeng lîst. Her wiha yek ji rêxistinên ewil e ku bi taybetî di civakên xizan û kêmdahat de perwerdeya zarokên keç bi pêş xist û li dijî devjêberdana zû ya dibistanê têkoşiya.”
‘Yekîtî yek ji saziyên destpêkê ye li dijî diyardeya zewaca zarokan têkoşiya’
Emel El-Falêh diyar kir ku endamên yekîtiyê ji bo zarokên ji malbatên hewcedar însiyatîfên hevgirtinê dimeşînin û ji bo ku zarok di şert û mercên baştir de biçin dibistanê, çenteyên dibistanê û malzemeyên qirtasiyeyê berhev dikin, nû dikin û dixemilînin. Emel El-Falêh tekez kir ku yekîtî yek ji saziyên ewil bû ku li dijî diyardeya zewaca zarokan têkoşiya û li ser vê mijarê kampanyayên hişyariyê û xebatên qadê meşand.
Emel El-Falêh got: “Ji bo misogerkirina berdewamiya vê saziyê karmend û endamên wê hewldanên mezin raber kirine lê bê encam bûye.” Emel lEl-falêh xemgîniya xwe ya ji ber qeyrana mûçeyan anî ziman û diyar kir ku tu rêxistineke xebatkarên wê ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar bimînin, nikare mîsyona xwe bidomîne.
Emel El-Falêh da zanîn ku sendîkayê di tevahiya dîroka xwe de di demên dijwar û qeyranên curbecur re derbas bûye lê her dem dikaribûye wan derbas bike û diyar kir ku ev qeyran, tevî bilindbûna biha û lêçûnên jiyanê di şert û mercên aborî yên heyî de, dikare were derbaskirin.
‘Divê ev mijar bi berçavgirtina nirxê dîrokî û civakî ya yekîtiyê cidî were girtin’
Emel El-Falêh destnîşan kir ku vê rewşê zehmetiyên ku xebatkar û malbatên wan ji ber erkên rojane yên wekî kirê, fatûre, sala xwendinê û pêdiviyên bingehîn pê re rûbirû dimînin, girantir dike û wiha got: “Divê ev mijar bi berçavgirtina nirxa dîrokî û civakî ya yekîtiyê, bi awayekî cidî were girtin. Ji bilî destpêkirina kampanyayên hişyariyê li ser rol û karûbarên wê divê der barê çavkaniyên fînansmanê yên nû de lêgerîn bê destpêkirin ku berdewamiya saziyê misoger bikin. Bi vî awayî, bidestxistina xebatkaran a mûçeyên xwe û hemû mafên xwe wê mîsoger bibe.”
Nirxandinên Raniya Nasrî û Emel El-Falêh, nîşan didin ku qeyrana mûçeyan êdî ne tenê pirsgirêkek îdarî yan darayî ye, bûye yek ji pirsgirêkên têkildarî maf û rûmeta jinan her wiha gef li berdewamiya saziyek ku bi dehan salan di piştgiriya jinên Tûnisê, malbat û civakê de rolek girîng lîstiye dixwe.
Xebatkarên saziyê piştî bendawariya nêzî 19 mehan jî hêviya xwe ya ji bo dîtina çareseriyeke ku mafên wan misoger bike û parastina saziya ku yek ji destkeftiyên herî girîng ên tevgera jinên Tûnisê ye mîsoger bike, biparêzin.