Ji ber rewşa aborî ya xirab a Rojhilatê Kurdistanê hat Başûr

Mestûre Muradî ji ber rewşa xirab a aborî ya Rojhilatê Kurdistanê, ji bo debara jiyana malbata xwe bike ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi hevjînê xwe re hat Başûrê Kurdistanê.

ŞIYA KOYE

Koye – Li Rojhilatê Kurdistanê jin ji ber zext û tunebûna derfetên kar, di rewşek gelek giran de ne. Hinek neçar dimînin karên gelek giran ên wek kolberiyê bikin. Tevî metirsiyên mezin, jin rastî cudakariya zagonî û civakî tên, mafên wan tên sînordarkirin. Jin tevî vê jî bi riya beşdarbûna xwepêşandan, çalakiyên çandî û civakî berxwedanek bihêz raber dikin û roleke wan a bi bandor ji bo guherîn û dadweriyê heye.

Mestûre Muradî jinek destrengîn e, sê zarokên wê hene, di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de kurek xwe winda dike û du zarokên keç û kurek wê hene. Bi hevjînê xwe re ji bo debara jiyana malbata xwe bike berhemên weke aksasuar, xwarin, biharat û kerên dest tînin li Başûrê Kurdistanê difroşin.

‘Li Rojhilatê Kurdistanê rewşa aborî xirab e’

Mestûre Muradî têkildarî karê xwe wiha got: “Ev 10 roj in ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo debara jiyana xwe û zarokên xwe ez û hevjînê xwe hatin vê derê. Em çend rojan li bajarê Hewlêrê man, me hinek tişt firotin. Ev sê sal in em tên Başûrê Kurdistanê û diçin. Hemû tiştên xwe ez ji Sineyê tînim. Her wiha divê malbat rêzê li jinên dixebitin bigrin. Niha du kar li ser milên min hene, karê malê û karê derve, em hatine vê derê ji bo ku kar bikin, ji ber zextên jiyanê gelek in divê em bixebitin.”

‘Em berhemên xwe li vir di pêşangehan de pêşan didin’

Mestûre diyar kir ku ji ber rewşa aborî li Rojhilatê Kurdistanê gelek xirab e ji bo debara jiyana malbata xwe berê xwe dane Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Li Sineyê firoşgeha me hebû ji ber xwediyê firoşgehê kirê gelek zêde kir, em nikaribûn bidomînin û me firoşgeh girt. Em nikaribûn tiştên xwe yên weke aksesuar li wê derê bifiroşin. Me jî anî vê derê di pêşangehan de em pêşan didin. Rewşa jinên Rojhilatê Kurdistanê gelek xirab e û piranî li malê rûniştine, bêkar in. Hinek ji wan weke min dixebitin. Ger rewş baş bûya ez nedihatim vê derê ji bo tiştan bifroşim. Ji ber ez nikarim li wê derê kar bikim.”

Mestûre Muradî têkildarî şerê di navbera Îsraîl û Îran de ku 12 rojan berdewamkir de wiha got: “Şer li ku derê be malwêranî ye û ziyanê dide her tiştî. Dilê min bi zarokên min re ye saet bi saet ez dijmêrim ka wê kengê bigihîjim wan.”