Bi mirinê re rûbirû birçî hatin xebitandin

Li Tirkiyeyê ji milyonek zêdetir jinên karê paqijiya malan dikin hene. Ev jin di dema panedemiyê de di mercên koletiyê de hatine xebitandin, birçî man û rastî şîdeta zayendî hatin. Jinên ku neçar bûn ji biçin li malan paqijiyê bikin, birçî man.

 

Navenda Nûçeyan - Ji ber pêvajoya Covîd 19 ên herî zêde bi bandor bûn, jinên paqijiya malan dikin bûn. Ev jin dê wekî “koleyên” vê serdemê bikevin dîrokê. Barê li ser milên wan, ji her demê zêdetir e. Li malan ji ber ku karên hîjyenê zêdetir bûn, barê jinên karkerên malan girantir bû.
Li tevahiya cîhanê 67 milyon jin karên paqijiya malan dikin û li cîhanê ji sedî 75’ê jinan ji kargirtinê re rûbirû ne. Der barê jinên ku di dema pandemiyê de di mercên xirabtir de xebitîn daneyên teqez tune ne. Pispor balê dikşînin ku piştî vê pêvajoyê dê ji texmînê zêdetir jin bi bandor bibin.  
Ji milyonek zêdetir jinên karkerên malan hene
Li Tirkiyeyê di 8 salan de ji hezarî zêdetir jinên karker jiyana xwe ji dest dan. Hinek ji van jinên karkerên malan bûn. Li gorî texmînan, li Tirkiyeyê ji milyonek zêdetir jinên karkerên malan hene. Jin, ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tên xebitandin. Li gorî daneyên dawî yên Sendîkaya Karkerên Malan (EVÎD-SEN) û ÎMECE’yê, di nava salek de 51 jin di dema kar de bi qezayê mirine her wiha hatiye tesbîtkirin ku 400 jin li malên xebitîne rastî tacîz û tecawizê hatine. Tê diyarkirin ku 3 hezar jinan di dema kar de qeza derbas kirine.
Jin birçî hatin xebitandin
Di dema pandemiyê de jinên karkerên malan di mercên girantir de hatin xebitandin. Piraniya wan bi sîgorta, bê ewlehî û birçî hatin xebitandin. Jinên rastî cudakariyê hatin, di pêvajoya karantînayê de ji neçarî ji wan malan derneketin û ji mafên xwe yên destûrê bêpar man. Saetên xebatê yên jinên li malan li nexweşên nava livînan dinêriyan jî ji bo demek nediyar hatin guhertin û bi vî awayî têkilî ji malbatên wan hat birîn. Pispor balê dikşînin ku di vê pêvajoyê de bûyerên tacîz û şîdetê zêdetir bûne.  
Bi taybetî jinên karên rojane yên malan dikirin, zêdetir bêkar man. Li aliyê din jinên ku ji pêdiviyên xwe yên esasî bêpar bûn, li malên xwe terkî xizaniyê hatin kirin, ên dikaribûn rojane karên paqijiya malan bikin jî bi nexweşiya Covît 19 ketin.
Jin çi dixwazin?
Gelo jinên karkerên malan çi dixwazin? Pirsgirêkên jinan ku di dema pandemiyê de zêdetir bûn çawa dikarin kêm bibin?
■ Divê ji bo karkerên malan parastina zagonî hebe. 
■ Divê derfeta alîkariya madî ya ji bo bêkaran, ji bo jinên karkerên malan jî  çêbibe. y
■ Divê çarçoveya parastina civakî, jinên karkerên malan ên bê qeyd jî bigre nava xwe. 
■Divê ji bo karkerên malan, dema diçin kar; amûrên parastinê hebin û der barê nexweşiya heyî de baş werin agahdarkirin.
■ Pakêtên alîkariyê, divê di serî de ji bo karkerên malan ji bo hemû xebatkarên bê qeyd, bê şert werin dayîn. 
■ Divê mafên karkeriyê ji bo xebatkarên tirkiyeyî werin naskirin.