hiqûq
-
Jinên Sûriyeyê ji bo mafên xwe yên bingehîn têdikoşin
Parêzvana mafên jinan Linia Derviş diyar kir ku rêveberiya demkî hin erkên sembolîk dane jinan û got, "Em îmtiyazan naxwazin, em mafên xwe yên bingehîn dixwazin. Divê em hemû bi hev re Sûriyeyek dadmend, azad û wekhev ava bikin."
-
'Divê ji nifşên ciwan re rêbazên nû yên têkoşînê bên peyda kirin'
Aktîvîstên jin bal kişandin ser têkoşîna jinan û pêşengiya jinên ciwan di têkoşînê de û gotin: “Divê tevgerên jinan ji nifşên ciwan re rêbazên nû yên têkoşînê peyda bike."
-
'Konfederasyona jinan ji bo xurtkirina hevgirtina têkoşîna jinan e'
Aktîvîsta femînîst Fereh Sabêr ku beşdarî kongreya Hevgirtina NADA’yê bû tekez kir ku ev kongre ne gaveke hêsan, destkeftiyek bûye û got: "Konfederasyona jinan ji bo xurtkirina hevgirtina jinan e."
-
Heqareta li dijî rojnameger tune hat hesibandin
Di lêpirsîna der barê giliyê Oznûr Deger a ku dema şîna rojnameger Cîhan Bîlgîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê balafirên bêmirov ên Tirk ve hat qetilkirin, rastî heqaretên zayendî yên polîsan hat, de biryara "neşopandinê" hat dayîn.
-
Nûnertiya jinên Lîbyayî di cihê biryardayînê de kêm e
Aktîvîstên Lîbyayî dan zanîn ku astengiyên civakî yên ku li Lîbyayê xeyalên jinan difetisînin, rastiyek aloz eşkare dikin. Aktîvîstan destnîşan kirin ku di vê rastiyê de faktorên civakî û çandî bi nebûna piştgiriya sazî re têkildar in.
-
Aktîvîsta Tûnisî: Xebata sendîkayan li herêmê nepeniya jinan li ber çavan nagire
Sendîkavan Xedîce El-Huseynî got ku xebatên sendîkayan li herêmê û Afrîkayê hê jî jinan bi bandor tevlî nakin û nepeniya wan li ber çavan nagirin û got: “Ev jî hebûna jinan a qels diyar dike.”
-
‘Jinên Tûnisê bi windabûna ewlehiyê re rûbirû ne’
Aktîvîsta hiqûqî ya Tûnisê Rehmê Lesûd balkişand ser destdirêjiyên li hember xwendekarên jin ên zanîngehan û got: "Jinên Tûnisê bi windabûna ewlehî û piştevaniyê re rûbirû ne."
-
Cezayê girtîgehê li rojnameger Evrîm Kepenek hat birîn
Li Stenbolê di doza li dijî Edîtora Nûçeyên Jinê ya Bianetê Evrîm Kepenek de biryara cezayê girtîgehê yê deh mehan lê hate birîn.
-
Pinar Aydinlar tehliye bû
Di danişîna ewil a doza hunermend Pinar Aydinlarê de ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî HDK’ê de hatibû girtin, biryara tehliyeyê hat dayîn.
-
Li Yemenê zagonek jinan şerpeze dike
Xala 75’an a Zagona Yemenê dibêje ku jinek û mêrek ji hev biqetin, piştre mêr dikare bêyî razîbûna wê bi şahediya du kesan wê dîsa li xwe mehr bike û bi tu awayî haya jinê ji vê pêkanînê çênabe.
-
Tecrubeya jinên Kurd mînaka hêza hevgirtina femînîst e
Aktîvîsta mafên mirovan Xedîca El-Zegnînî ezmûna jinên Kurd, weke mînaka têkoşîna jinan a li herêmê bi nav kir û got: "Ezmûna wan modelek e, îlhama hevgirtina jinan li hemberî pirsgirêkên hevpar temsîl dike."
-
Danişîna doza rojnamevanan hat taloqkirin
Duyemîn danişîna doza rojnamevan Melîke Aydin, Tolga Guney, Delal Akyuz û Semra Turan ku bi îdaya “endamtiya rêxistinê” jê tên darizandin hat dîtin.
-
‘Divê jin di cihên biryardanê de cih bigirin’
Endama Komeleya Parêzeran a Suweydayê Texrîd Ezam da zanîn ku nebûna rola jinan di cihên biryardayînê de ji ber mîrateya civakî ya bavsalarî ye û got: "Divê jin cihên xwe rast di navendên rêveberiyê de bigrin."
-
‘Zarok hene heta biryara dadgehê ya mafê xwedikirînê dayîka xwe nas nake’
Parêzer Sakar Şehdî Burhan dibêje: “Divê pirsgirêkên malbatî zû werin çareserkirin, bi taybet mafê xwedîkirina zarokan. Mînakên meyên zindî hene; hinek caran zarok,ji ber dirêjbûna dozan dayîka xwe nas nakin.”
-
Li Bîrsen Orhan 18 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hat birîn
Der barê hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan ku qeyûm avêtibûn şûna wê , ji sê îdiayên cuda bi giştî 18 meh û 22 roj ceza hat birîn.
-
Rojnameger Zeynep Kuray ji doza dihat darizandin beraet kir
Rojnameger Zeynep Kuray ku ji doza bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, biryara beraetê hate dayin.
-
Bi têkoşîna jinan kiryar cezayê muebbeta girankirî girt
Li Amedê bi têkoşîna edaletê ya rêxistinên jinan, ji doza Mehemet Demîrhan ku Hilal Kar qetil kiribû dihat darizandin, cezayî muebbeta girankirî li kiryar hate birîn.
-
Li Mexrîbê sererastkirina Qanûna Malbatê dê jinan çawa bandor bike?
Mexrib êdî dikeve qonaxeke krîtîk a sererastkirina Qanûna Malbatê. Gelo di nava guherîn û bicîhanîna zagonan de rewşa jinên Mexribê dê çawa bibe û rewş ber bi ku ve biçe?
-
Dozên ku rojnameger jê tên darizandin hatin taloqkirin
Danişîna dozên rojnameger Nurcan Yalçin, Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat û Sadik Topaloglu hatin taloqkirin.
-
Cezayê girtiya 30 salan 6 mehên din hat dirêjkirin
Girtiya 30 salan Ardil Çeşme ku beriya niha cezayê wî 6 mehan hatibû dirêjkirin û di rojên dawî de derxistin pêşberî Lijneya Îdarî û Şopandinê, tenê 2 deqe li ber heyetê ma û cezayê wî 6 mehên din hat dirêjkirin.