Însiyatîfa zagonî û hiqûqî piştgiriyê dide jinan
Bi yekbûna rêxistinên mafên jinan û mirovan, komek ji parêzeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji zêdetirî 120 jinan re ji bo riyên zagonî û gihîştina wan, dest bi însiyatîfek kirin.

ESMA MIHEMED
Qamişlo – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komek parêzeran însiyatîfek dan destpêkirin. Di çarçoveya însiyatîfê de dê dewreyên perwerdeyê, xebatên danûstandin û şêwirmendiyên bên destpêkirin.
Parêzer û endama Tîma Şêwirmendiya Zagonî Xanim Ayu da zanîn ku tîm di dawiya sala 2024'an û destpêka 2025'an de hatiye damezrandin. Xanim Ayu wiha armanca însiyatîfê anî ziman: "Armanca damezrandina vê tîmê pêşxistina raman û çanda mafên mirovan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Pêşxistina civakê ji aliyê zagonî ve girîng e. Bi taybetî piştî qonaxa dawî ya ku Sûriye tê de derbas bûye. Ji ber nebûna têkiliya jinan bi civakê re, di aliyê zagonî de, qelsiyek heye. Armanca vê însiyatîfê ew e ku ji bo jinan atolyeyên perwerdeyê û rûniştinên diyalogê werin lidarxistin."
‘Aktîfkirina rola jinan bi perwerdekirina wan dest pê dike’
Xanim Ayu der barê mijarên ku di rûniştinan de li ser wan tên sekinandin wiha got: "Em li ser rola jinan a di edaletê de, avakirina pêşeroja Sûriyeyê, îhtîmala aktîfkirina rola wan û pejirandina peymana civakî weke modelek ji bo pêkanîna wê, ji bilî Zagona Malbatê, bendên bingehîn ên mafên mirovan, girîngiya hebûna jinan di Sûriyeya nû de, girîngiya sepandina edaletê di nivîsandina destûra nû de û gelek mijarên din disekinin. Her komek hejmara wê ji 25 jinan zêdetir e û heta niha me li bajarên Qamişlo û Hesekê ji 120 jinan zêdetir jinan kiriye armanca xwe. Tîm agahdariya pêwist li ser zagon û pêşketina zagonî dide jinan, da ku ew mafên xwe bi dest bixin. Jin di demên dawî de, bi taybetî li herêmên dagirkirî bi gelek binpêkirinên derûnî û fîzîkî re mane. Ji ber vê ev însiyatîf gaveke erênî ye."
'Armanca însiyatîfê ew e ku Sûriyeyê tevahî di nava xwe de bigre'
Xanim Ayu diyar kir ku pêwistiya berfirehkirina însiyatîfê heye ji bo ku bigihîje tevahiya Sûriyeyê û wiha axivî: "Em dixwazin vê însiyatîfê berfireh bikin ji bo hemû herêmên Sûriyeyê da ku hemû jinan bi pêş bixin û wan li ser mafên wan her wiha civakê bi tevahî perwerde bikin. Weke parêzerên jin em ne tenê civînên ji bo perwerde û diyalogê li dar dixin, di heman demê de şêwirmendiya hiqûqî di warê zagonên herêmî û zagonên navneteweyî de jî pêşkêş dikin. Hebûna parêzerên jin di nava tîmê de bandoreke erênî li ser hemû jinên ku mafên zagonî digerin, dike. Em hewl didin xwe bigihîjînin herêmên Tebqa, Reqa û peravên Sûriyeyê jî û jinan bi mafên wan bidin nasîn."