Li Iraqê zextên li ser rojnamegeran zêde dibe - 2

Li Îraqê ji ber zextên zagonî, otosansur û gefên ku her dem didomin, rojnamegerên jin û mêr, bi zoriyên mezin ên bandorê li ser karê wan dikin re, rûbirû dimînin.

RECAA HAMÎD REŞÎD

Baxda – Li Iraqê di demên dawî de, her diçe zêdetir pêdivî bi reformên hiqûqî û pîşeyî yên ji bo temînata edaletê û dûrbûna medyayê ji mudaxeleyên polîtîk, zêdetir dibe. Ji bo ku ev xwediyên van pîşeyan bikaribin bi awayekî azad karê xwe bikin divê atmosfereke bi ewle û serbixwe hebe. Rojnamegerên jin ên li Îraqê destnîşan dikin ku ji bo vê di nava hewldanan de ne.

Bandora mîrasa polîtîk a li ser medyayê

Rojnameger Yemam Samî ya ji Bexdayê, got ku rewşa Iraqê îro tê de ye divê weke mîrasa dîktatoriya beriya niha û pevçûnên di navbera partiyên siyasî û mezheban de were nirxandin. Yemam Samî diyar kir ku tevî çavkaniyên xwezayî yên dewlemend ên Îraqê û derfetên jeopoîtîk jî bandora şer û pevçûnan li ser gelek warên jiyanê mane, medyayê jî ji vê yekê para xwe girtiye.

Li gor Yemam Samî tevgera gel a di Cotmeha 2019’an de çêbû (Şoreşa Tişrînê) di medyayê de xaleke girîng bû. Yemam got: “Ev tevger, bû sedem ku rojnameger bi awayekî cesaret û bihêz bixebitin, ji bo îfadeya ramanê riya wan vekir. Hikûmet hê jî di mijara desteka ji bo mezinbûna hiqûqê de dudil û kêm e. Bandora siyasetê hê jî li ser desthilatdariyê didome û di bin van mercan de gavên werin avêtin heta tu bibêjî dudil in.”

Rojnamegerên jin di navbera zorî û berxwedanê de karê xwe dikin

Yemam Samî, diyar kir ku yek ji tengasiyên rojnamegerên jin dikşînin ew e ku bi awayek azad nikarin rexne bikin û got: “Ev yek bi taybet di mijarên têkildarî aliyên ku komên çekdar destek dikin de wiha ye. Dewlet bi xwe jî nikare van koman kontrol bike. Her çiqas asta xeterê li gorî 10 salên borî kêm xuya bike jî hê jî bi awayekî cidî didome.”

Yemam, da zanîn ku serdestiya sermayeya siyasî ya li ser saziyên medyayê, rasterast bandorê li ser gotinên medyayê dike, ji ber vê rojnameger neçar dimînin ji nakokiya bi polîtîkayên fînansoran xwe bidin alî. Yemam Samî wiha domand: “Di bin van astengiyan de, rojnamegerên jin ji bo bi azadî xwe îfade bikin, berê xwe didin platformên medyaya dîjîtal lê ji ber ku ew qad jî di bin kontrola saziyên medyayê de ye, dema ku rojnameger nêrîneke cuda tînin ziman, ji kar tên derxistin. Pirsgirêkên dîtina kar ji bo rojnamegerên jin zêdetir dibin.  Qada rojnamegeriyê ji bo kesên pispor nîn in jî, êdî vekirî ye. Ev yek jî dibe sedem ku di saziyên medyayê de têkiliyên bi torpil û belavbûyî zêde dike. Peywirdarî êdî bi liyakat û tecrubeyê nîne, li gorî têkiliyên şexsî û hêza madî tên diyarkirin.”

‘Divê destek bidin rojnamegeran’

Yemam Samî diyar dike ku ji bo vê rewşê sererast bibe divê di medyayê de bandora pere kêm bibe û got ku pêdiviya hikûmetê bi îradeyek baş a ku ji kokê ve reforman çêke heye. Her wiha bal kişand ku divê hem ji aliyê manewî hem jî madî ve destek ji rojnamegerên jin re bê dayîn.

Yemam Samî, li ser rola saziyên civaka sivîl jî got ku tevî girîngiya van saziyan jî bandora wan a li dijî bandorên weşankariya bi pere ya ku li ser medyayê serdestiyê dike kêm e. Bi taybetî hinek aliyên civakî ji ber ku bi guman nêzî saziyên civaka sivîl dibin û fikarên têkildarî çavkaniyên piştgiriya navneteweyî, giraniya van saziyan kêm dike.

Yemam, got ku teklîfên zagonê yên bi nîqaş, bi taybetî mînakên weke zagona statuya rewşa kesane ya Caferî ku mafên jinan hedef digre, zoriyên ku jinên li Îraqê pê re rûbirû ne, bi zelalî nîşan dide. Yemam Samî gotinên xwe wiha domand: “Ev zagon tevî bertekên civakê jî tên derbaskirin. Ev yek encama bazarên partiyên siyasî yên li ser desthilatdariyê ye. Ev rewş ji aliyê siyasî û civakî ve bandorê li ser azadiya îfadeyê û mafên jinan dike.”

Yemam Samî bal kişand ser girîngiya destekdayîna sendîkaya rojnamegeran û parastina mafên endamên wan û got ku divê kesên di saziyên medyayê de dixebitin werin parastin û destekê bigrin. Yemam da zanîn ku rewşa li Îraqê gelek caran rojnamegeran neçar dihêle ku ew bi xwe ji bo parastinê li rêbazan bigerin û têkiliyan çêkin û wiha got: “Bandora rojnamegerek, li gorî hêza aliyê ku destekê dide ye. Ev yek jî têkiliyên medyayê yên bi otorîteya siyasî re nîşan dide.”

Di ser guherîna siyasî re 20 sal derbas be jî medya rastî astengiyan tê

Rojnameger Esma Şehlan ji bajarê Zikrayê ye got ku tevî 20 sal di ser guherîna li Îraqê de derbas bûne jî di warê azadiya medyayê de astengiyên mezin hene. Esma Şehlan diyar kir ku Îraq di warê endeksa azadiya medyayê û mafên bingehîn de pir li paş e, ev rewş jî ji bo xebatên rojnamegeriyê rewşeke xirab çêdike.

Esma Şehlan wiha domand: “Ev ne tenê sînorkirina azadiya ramanê, di heman demê de atmosfera tirs û otosansurê ya li ser rojnamegeran serdest e jî nîşan dide. Rojnamegerên Îraqî her dem di bin tunebûna ewlehiya siyasî û civakî de dixebitin; bi gefên zayendî û êrîşan re rûbirû dimînin. Di encama êrîşên kiryar nediyar de ji ber ku hesab nayê pirsin, çanda bêcezatiyê zêde dibe. Her wiha ji ber ku zêdetirî saziyên medyayê bi siyasetê ve girêdayî ne, nikarin serbixwe bixebitin û mijaran rexne bikin.”

‘Bi zagonên weke ‘sûcên sîber’ pêşî li azadiya ramanê digrin’

Esma Şehlan, got ku rojnamegerî bi kêmasiyên zagonî re rûbirû ye, zagonên weke “sûcên sîber” ji bo pêşî li azadiya ramanê bigrin û ji ber parvekirinên rojnamegeran wan ceza bikin tên bikaranîn û got: “Ji ber bandora partiyên siyasî ya li ser medyayê, ev sazî ji saziyên serbixwe yên medyayê dûr dikevin û vediguherin amûrên propagandaya siyasî. Tevî van zoriyan, cudakariya li dijî jinên rojnameger jî zêdetir xwe dide der. Tevî ku bi hevalên xwe yên mêr re heman karî dikin jî; mûçeyê wekhev nagirin, astên edîtorî yan jî midûriyeta beşan nadin wan. Feraseta zayendperest û cudakarî, dibin sedem ku jinên rojnameger di warê medyayê de rolên mezin negirin. Tevî van zoriyan jî divê ku saziyên civaka sivîl, binpêkirinên li dijî rojnamegeran bişopînin, desteka hiqûqî û derûnî bidin wan, kampanyayên ji bo parastina azadiya îfadeyê li dar bixin. Ev saziyên sivîl ji bo zexta li ser hikumetê zêdetir bikin, bi saziyên navneteweyî re tifaqan datînin, ji bo parastina rojnamegeran û mercên baştir, xebatan didomînin.”

Esma Şehlan, diyar kir ku rojnamegerên jin li cihê xebatê rastî tacîzê tên –devkî yan jî fizîkî- hem di saziyên medyayê de, hem jî dema li derve karê xwe dikin ev yek diqewimin û wiha domand: “Di heman deme de ji ber ku di warê derfetan de wekhevî tune ye, hinek kes bi têkiliyên şexsî tên terfîkirin, jin tên vederkirin an jî ji pîşeya xwe tên dûrxistin. Ev yek jî dibe sedem ku jinên rojnameger, hem rayeya xwe ya pîşeyî îsbat bikin, hem jî ji bo di rewşeke adil û wekhev de bixebitin, duqat têbikojin. Ji ber vê yekê pêdivî bi pêkanîna polîtîkayên ku jinan biparêze û mafên wan bigre bin temînatê heye.

Azadiya medyayê ne luksek e

Esma Şehlan, diyar kir ku azadiya medyayê ne luksek e, perçeyek ji bo avakirina pergala demokratîk û zelal e û wiha bi dawî kir: “Divê rojnameger parêzvanên rastiyê û dengê civakê werin dîtin. Ger hikumet ji bo parastin û bihêzkirina rojnamegeran gavan navêje dê medyaya Iraqê di bin tirs û sansurê de bimîne û nikaribe bi awayê azad û şênber peywira xwe ya ragihandin û nîşandana rastiyan ji bo civakê bi cih bîne.”