Aktîvîsta Sûdanî Îhsen Ebdul Ezîz: Rêxistinên jinan dengê me dan bihistin
Aktîvîsta Sûdanî Îhsen Ebdul Ezîz balkişand ser girîngiya avakirina pirên ragihandin û hevgirtinê yên di nav jinan de û got: "Bêyî qîrîna rêxistinên jinan û medyayê, şer dê nehatiba bihîstin. Jinên Sûdanê berxwedana xwe ji bo aştiyê nîşan dan."
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Jinên Sûdanî xwe di nav pêla şer û pevçûnan de asê dibînin û bi rastiyeke dijwar re rûbirû dimînin ku jiyana wan a rojane dijwar dike. Ji koçberiyê bigre heya xirabûna rewşa mirovî, rola wan a pêşengiyê di tevgera aştiyane de û hebûna wan di vê krîzê de faktoreke girîng e ku pejirandin û piştgiriya navneteweyî heq dike.
Li Sûdanê di 15'ê Nîsana 2023'an de şer û pevçûn di navbera artêşa Sûdanî û Hêza Piştgiriya Lezgîn de rû da. Ev zêdeyî du sal in Sûdan bi şer, pevçûn, kiryar û binpêkirinan re rûbirû dimîne. Jin jî herî zêde ji vê rewşê zirar û bandorê dibîne. Di encama pevçûnan de zêdeyî 20 hezar kes hatine kuştin, nêzî 15 milyon kes penaber bûne.
'Koçberî ji mirinê wek çûyîna ber bi mirineke din e'
Serokê Tevgera Gel û Herikîna Şoreşgerî ya Demokratîk Îhsen Ebdul Ezîz dibêje ku pêvajoyên pevçûnê li Sûdanê bi lez bipêş ketin û di asta xeternak de bûne û got: "Şer bi rêjeyek metirsîdar berfireh bûye û di sala xwe ya duyem de ye. Bi mîlyonan kes bi darê zorê koçber bûne û bi hezaran kes ku piraniya wan jin û zarok in, di dîmenên trajîk de mirin e. Koçberiya ji mirinê wek çûyîna ber bi mirineke din ve ye. Tu herêmek bi ewle li Sûdanê nema da ku milet berê xwe bide wir. Her wiha di encama pevçûnan de rêjeya birçîbûnê bilind bû û nexweşî û vîrûs encama qirêjî û bê parastin belav dibin. Zêdeyî 30 milyon kes bi xeteriyê re rûbirû ne. Barên jinan ên berpirsyartiya mal û malbatê jî girantir dibe. Pêşengên jinên ciwan hedef girtin û bêdeng kirin. Lê vê qîrînê bal kişand ser rewşa trajîk a Sûdanê."
'Kêşe û zehmetiyên jinan di nav şer de zêde dibin'
Îhsen Ebdull Ezîz derbarê zehmetî û kêşeyên jinan li herêmên bi pevçûn de wiha axivî: "Jin ji hewîrdorekê ber bi hewîrdorekê din ve, ji kampan ber bi stargehan ve diçin. Ev rastiya dijwar jî bandorê li ser psîkolojiya wan dike û bi birçîbûnê û nebûna xizmetên bingehîn re rûbirû dijîn. Ev rewş tengasiya wan a derûnî zêdetir dike, ji ber ku cihên guncav ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn nabînin û neçar dimînin li erdê razên. Berdewamiya koçberiyê jî dê krîza nexwendinê hê xirabtir bike, ji ber ku şer gefê li nifşekî ji mirovên nexwenda dike, ev jî gefê li pêşeroja welat dike. Bang li civaka navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin koçberên li Sûdanê û korîdorên ewle vekin da ku alîkariyên mirovî bigihîjin deverên dorpêçkirî."
'Ji bo berdewamiya şer talankirin û îstîsmarkirinê dimeşînin'
Îhsen Ebdul Ezîz helwesta xwe li ser pevçûnê û helwesta partiyê wiha anî ziman: "Ji kêliya ku şer destpê kiriye, me diruşmeya "Ji şer re na" bilind kir û banga rawestandina wê kir. Lê aliyên pevçûnê ku bi têkoşîna ji bo desthiladariyê û serhildanê ve girêdayî bûn, guh nedan vê bangê. Sûdan tevî dewlemendiya xwe êşa talankirinê dikşîne. Çavkaniyên wê tên hinardekirin û gelê wê jî bi birçîbûnê re dimînin. Zêr, xwarin û her tiştê ku dikare ji bo misogerkirina berdewamiya şer were bikaranîn, bi qaçaxî tê firotin."
'Rola jinan di aştiyê de ne îmtiyazek e ew mafek e'
Îhsen Ebdul Ezîz da zanîn ku rola jinan di pêvajoya aştiyê de ne îmtiyazek e ew mafek e li gor peymana navneteweyî ya biryara 1325 û wiha axaftina xwe domand: "Divê jin li benda pejirandinê nemînin, divê ew helwesta xwe bi biryardarî nîşan bidin. Şer li cîhanê di encama biryarên mêran de têne kirin, lê jin barê encamên wan dikşînin. Ji ber vê beşdariya wan di pêvajoyên aştiyê de gelek girîng e. Jinên Sûdanê dengê herî bilind temsîl dikin. Komeleyên jinan piştî şer hatin damezrandin û bi wêrekî û hêzê dihatin nasîn. Tevî gefên ku pê re rûbirû diman hebûnên xwe îspat kirin."
'Pêngava 'Jin li dijî zilmê" ji bo belgekirina kiryaran e'
Îhsen Ebdul Ezîz bal kişand ser hemleya 'Jin li dijî zilmê' ya ku encama kiryar û binpêkirinên ku jin pê re diman hat avakirin û wiha vegot: "Ev pêngav ji bo belgekirin û îspatkirina kiryar û binpêkirinên ku jin û jinên ciwan di nav şer de dijîn, hat avakirin. Ji bo ku em bikaribin dengê xwe li dijî sûcan bilind bikin. Pêngav hewl dide mafên gelê Sûdanê bi taybetî jinan biparêze û mîsoger bike. Her wiha hewl dide aştî û aramiyê li herêmê pêk bîne. Kampanya hewl dide ku jinan bi pêşxistina bernameyên hevbeş ên ku beşdariya wan di hewldanên aştiyê de zêde dikin, bihêz bike da ku di çareserkirina krîzan û bidawîkirina pevçûnan de roleke sereke bilîzin. Bi yekîtiyê em aştiyê ava dikin û biryara 1325' an bicîh tînin.
Rêbazên tepeserkirina jinan û sînordarkirina azadiya wan
Îhsen Ebdul Ezîz diyar kir ku bi riya zagonên rêjîmê yên paşverû hewl didin şêwazên cuda yên sînordarkirina jinan bikar bînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Bi riya zagonên heyî desthilatdar hewl dide rol û azadiya jinan sînordar bike. Ev jî şêwazek cuda ya tepeserkirina jinan e. Tora jinan wek hewcedariyek ji bo yekkirina hewldanan û çareserkirina pirsgirêkên hevpar, bang li rêxistinan dikin ku destek bidin jinên Sûdanê. Şer li ser bedena jinê dimeşînin, ev jî pêwîstiya hevgirtinek berfireh dike da ku zextê li civaka navnetewî were kirin."