Li Sûriyeyê guherînên pirtûkên dibistanê û nîqaşên li ser rola jinan
Guherînên nû yên di bernameyên perwerdeyê yên Sûriyeyê de rê li ber nîqaşên der barê rakirina wêneyên jinan û paşguhkirina cihêrengiya dîrokî û çandî vedikin. Her wiha fikar hene ku gotarên olî yên tundtir stereotîpên zayendî xurt bike.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Piştî desthilatdariya hikûmeta demkî, di pirtûkên dibistanê yên Sûriyeyê de gelek guherîn pêk hatin û nîqaş der barê naveroka perwerdeyê de derketin holê. Ev guherîn bi taybetî wêneyên hunerî û çandî yên jinan û jêbirina hinek mijarên dîrokî yên girêdayî cihêrengiya çandî ya Sûriyeyê digrin nav xwe.
Bandora pirtûkên dibistanê li ser ramana zarokan
Xwediya baxçeyeke zarokan û xwendekara beşa Wêjeya Erebî, Amel El-Atwanî got ku pirtûkên dibistanê di avakirina ramana zarokan der barê civakê û rola jin û mêran de roleke girîng dilîzin. Amel da zanîn ku sînordarkirina wêneyê jinê bi roleke taybet, wekî karên malê, dibe sedema pêşîgirtina armancên keçên ciwan û xurtkirina stereotîpan. Amel di berdewamiya gotinên xwe de got: "Lê nîşandana jinan di warên zanistî, çandî û civakî de dikare baweriya keçên ciwan bi xwe zêde bike û nêrîna zarokan fireh bike."
Banga pêşxistina bernameyên perwerdeyê ser bingeha zanistî
Amel El-Atwanî diyar kir ku hinek guherînên di pirtûkên dibistanê de li ser bingeha zanistî û perwerdeyê ne lê zêdetir nêrînên olî û civakî nîşan didin, da zanîn ku zêdekirina hicab an niqaba li ser wêneyên jinan dikare nîşandana wan di çarçoveyeke teng de bihêle û bandorê li têgihîştina zarokan a der barê cihêrengiya cil û bergan de bike.
Amel El-Atwanî bang kir ku divê guherînên di bernameyên perwerdeyê de li ser bingeha lêkolînên zanistî û rêgezên zelal bên kirin û mamoste û pispor jî di vê pêvajoyê de bên beşdarkirin. Her wiha got ku divê pirtûkên dibistanê cihê cihêrengiya civakî û çandî bigrin û rêzê li rûmet û mafên hemû kesan bigrin.
Guherînên di pirtûkên dibistanê de: Jêbirina wêne û mijarên dîrokî
Mamoste Cenan Seîd jî dibêje ku guherînên di pirtûkên dibistanê de di du qonaxan de pêk hatine û wiha axivî: "Di qonaxa yekem de hikûmeta demkî armanca xwe ya rakirina wêne û sembolên girêdayî rejîma berê ragihand lê guherînên nû bi veguhestina gotara neteweyî ya Beisî bo gotareke olî ya tundtir ve girêdayî ne. Hinek wêneyên jinan bi zêdekirina hicabê hatine guhertin lê hinek berhemên hunerî û çandî wek tabloya Mona Lîza û karaktera Orînîna, hatine rakirin. Her wiha hinek beşên dîroka Sûriyeyê, di nav de beşa der barê Sultan Paşa El-Etraş, ji pirtûkên dibistanê hatine jêbirin."
Guhertina wêneyên jinan dikare beşdariya wan lawaz bike
Ev guherîn nîqaşan der barê nîşandana pêkhateyên cihêreng û parastina mîrateya çandî û dîrokî ya Sûriyeyê vedikin. Di heman demê de jêbirina agahiyên der barê rola jinên Sûriyeyê û guhertina wêneyên wan bi wêneyên xortan, dikare beşdariya wan a dîrokî di warên siyasî, leşkerî û civakî de ji bîra nifşên nû kêm bike û stereotîpên zayendî xurt bike.