Emîna Omer: Biryarnameya 13'an girîng e lê nebes e
Parêzer û endama Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê Emîna Omer destnîşan kir ku di destûra Sûriyeyê ya nû de, misogerkirina mafên gelê Kurd şert û got ku pêwîst e bi awayekî fermî bikevin bin temînatê.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di qonaxa avakirina Sûriyeya nû de, misogerkirina mafên gelê Kurd ji aliyê hiqûqî û destûrî ve, yek ji mijarên bingehîn ên ku pêdivî bi çareseriyeke adil û domdar heye, tê hesibandin. Ji bo ku mafên neteweyî, zimanî û çandî yên gelê Kurd bên parastin, pêwîst e di destûra bingehîn de bi awayekî zelal bên naskirin û bi yasayan werin pêkanîn, da ku mafên gelê Kurd ne tenê di çarçoveya sozên siyasî de bimînin, bibin beşek ji bingeha hiqûqî û destûrî ya dewleta Sûriyeyê.
Parêzer û endama Meclisa Jinên Rojava Emîna Omer, bersiva pirsên nûçegihana me da û girîngiya parastina mafên gelê Kurd di çarçoveya destûrî de nirxand.
*Di destûra Sûriyeyê ya nû de, ji bo ku mafên gelê Kurd ên destûrî û fermî nebin mijara danûstandinên siyasî pêwîst e çawa bên misogerkirin?
Di dîroka dirêj a Sûriyeyê de, ev yekem car e ku bi awayekî fermî gelê Kurd wekî pêkhateyek resen li ser erdnîgariya xwe ya dîrokî tê nasîn. Ev naskirin di Biryarnameya 13’an a sala 2026’an de ji aliyê hikûmeta demkî ve hat kirin.
Em wekî gelê Kurd, Biryarnameya 13’an wekî gaveke erênî dinirxînin, ji ber ku hikûmetên berê mafên gelê Kurd înkar dikirin û polîtîkayên înkarê li dijî nasname, ziman û çanda Kurd dimeşandin. Lê belê tevî girîngiya vê gavê, di biryarnameyê de kêmasiyên cidî hene û tenê naskirina fermî nikare mafên gelê Kurd bi awayekî domdar misoger bike.
Ya herî girîng ew e ku mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê ya nû de bi awayekî zelal bên destnîşankirin. Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê, parastin û pêşxistina çanda Kurd, hem jî beşdariya siyasî ya rastîn û hevbeşiya gelê Kurd di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de, pêwîst e wekî mafên bingehîn bên misogerkirin.
Ger gavên cidî û pratîk neyên avêtin û mafên gelê Kurd di çarçoveya destûrî û yasayî de neyên misogerkirin, naskirina fermî dê di asta gotinê de bimîne. Ji ber vê yekê, pêwîst e mafên gelê Kurd di warê ziman, çand, nasname û beşdariya siyasî de bi awayekî zelal di destûra Sûriyeyê de bên misogerkirin.
*Ji bo parastina nasnameya netewî, ziman û çanda gelê Kurd, pêwîst e kîjan maf û temînatên hiqûqî di destûrê de bên destnîşankirin?
Mijara mafên gelê Kurd, di warên çandî, siyasî û zimanî de, mijareke yekbûyî ye û ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê, pêwîst e gelê Kurd di hemû sazî û dezgehên Sûriyeyê de xwedî cih û roleke çalak be. Her wiha pêwîst e Kurd bi awayekî rastîn beşdarî saziyên dadwerî û Meclîsa Gel a Sûriyeyê bibin.
Rast e ku Biryarnemeya 13’an derketiye lê ev yek bi tena xwe têrê nake mafên gelê Kurd bi awayekî domdar misoger bike. Ji bo vê yekê, pêwîst e diyalogên siyasî berdewam bikin û gavên pratîk bên avêtin da ku mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê ya nû de bên misogerkirin.
Em xwedî nasnameya Kurdî ne lê di heman demê de nasnameya me ya Sûriyeyî jî heye. Ji ber vê yekê, parastina mafên gelê Kurd pêwîst e di çarçoveya avakirina Sûriyeya demokratîk de were dîtin. Ev berpirsyariya civaka sivîl, hêzên siyasî û hemû civakê ye. Bi hevkariya van aliyên cuda û bi diyaloga siyasî ya rastîn, em dikarin mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de bi awayekî zelal û domdar misoger bikin.
*Ji bo ku mafên gelê Kurd ne tenê di destûrê de bên qebûlkirin, di pratîkê de jî bên bicihanîn, pêwîst e çi mekanîzmayên hiqûqî û çi temînatên pêkanînê hebin?
Di warê pratîkê de, ya herî girîng ew e ku hêzên siyasî, pisporên warê hiqûqî û aliyên civaka sivîl li hev bicivin û belgeyeke yasayî amade bikin ku tê de daxwaz û nêrînên gelê Kurd di çarçoveya madeyên destûrî de bên destnîşankirin. Pêwîst e ev belge mafên gelê Kurd di hemû waran de, di nav de mafên çandî, zimanî û siyasî, hem jî pergala nenavendî û mafê gelê Kurd ê birêvebirina herêmên xwe, bi awayekî zelal diyar bike.
Her wiha, meclîsa gel dikare di vê pêvajoyê de roleke çalak bilîze û ji bo pêşxistina van daxwazan di warê pratîkê de gavên pêwîst bavêje. Lê belê ya bingehîn ew e ku ev maf tenê di belge û daxwaznameyan de nemînin, di destûra Sûriyeyê de bi awayekî fermî bên misogerkirin. Ji ber ku tenê bi temînatên destûrî yên zelal mafên gelê Kurd dê bên parastin û di pêşerojê de neyên binpêkirin.