Hemeleya li dijî tundiya li ser jinan bi kampanyayan berdewam dike

Berpirsyara Koma Civakî ya Başûr ku ji 20 kesan pêk tê Hanîn Judeh got ku bi Komeleya Jin û Zarokan "Wefaq" re ji bo aktîfkirina kampanyaya "Şîdetê lê neke" li ser medyaya civakî hevkarî hatiye kirin. Tîmê di nav çend rojan de hewl da hashtagê çalak bike û bigihîjîne hejmara herî mezin a bikarhêneran bi xurtkirina wê bi çend awayan ku di nav de wêne, vîdyo, metnên nivîskî û heta hin sêwiranên ku jinên rastî şîdetê hatine armanc dike.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Ji bo perwerdekirina jinan di warê mafên wan de û rola wan a di civaka Filistînê de, çend kampanya di nav çalakiyên 16 rojan de ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan berdewam dikin.
Tîma Civakî ya Başûr, bi hevkariya Komeleya Jin û Zarokan "Wifaq" û Foruma rêxistinên sivîl ên Filistînê, di çarçoveya koalîsyonên "Aman" û "Fadaa" yên li Rojava û Xezayê, li ser medyaya civakî di bin hashtaga "Şîdetê lê neke" de hemeleyek dan destpêkirin.
“Ji bo aktîfkirina kampanyayê hevkarî bi komeleyê re hat kirin”
Li gorî ku Hanîn Judeh dibêje, tîm sêwirîner, çêkerên naverokê, bandorker, wênekêş û pisporên medyayê dihewîne da ku bibin komek pispor û bi riya medyaya civakî kampanyayên parêzvaniyê birêve bibin. Wê bal kişand ser mijarên girîng û hestiyar ên di nava civakê de ji ber girîngiya rola torên civakî di ronîkirina hin mijaran de ji bilî kampanyayên meydanî yên ji aliyê saziyan ve tên lidarxistin.
Bi kampanyayên bal kişandin ser dememên tudûtûjiya di civakê de
Hanîn Judeh got ku kampanyayê bal kişandiye ser ronîkirina sedemên tundûtûjiyê yên jinan di civakê de û destnîşankirina rêjeya wan bi riya wêneyên ku li ser rûpelên navendên jinan hatine weşandin û hesabên kesane yên pêşengên van malperan û wiha domand: "Di dema xebatê de, min baldarî da ser wê yekê ku navendên girêdayî parastina jinan bi jinên ku rastî şîdetê tên bidim naskirin.”
Kampanyayê di dawiya meha Mijdarê de dest pê kir, digel hebûna plansaziyek kar ji bo gihandina jinên şîdetê dîtine û perwerdekirina civakê li ser girîngiya guhdana pirsgirêkên wan.  Kampanya, hemû beşên civakê, yên herî girîng ku kêm dikarin xwe biparêzin, weke zarok û extiyar û beşeke mezin ji endamên malbatê pêk tînin, girt nava xwe.
Li Xezayê ji ber panedemiyê rêjeya jinên şîdetê dibînin zêde bûye
Hanin Judeh destnîşan dike ku vîrusa koronayê bûye sedema bilindbûna rêjeya jinên ku rastî şîdetê tên li Xezayê ji bilî êrîşa Israîlî û faktorên din. Ji ber vê yekê, kêmkirina diyardeya şîdetê di civaka Filistînê de armanca herî girîng bû ku tîm lê digeriya ji bo ku bi etîket, wêne û vîdyoyan ve were şandin. Aktîfkirina Zagona Parastina Malbatê beşeke bingehîn a kampanyayê ye ji bo cezakirina sûcdarên tawanên tund û ji bo ku ji bo kesên şîdeta derûnî û fizîkî li dijî endamên malbata xwe pêk bîne bibe asteng. 
Wê di berdewamiya axaftina xwe de got ku kampanya gihîştiye hejmareke mezin ji jinên ku rastî şîdetê tên ên ku pêwendî bi pêşkêşkerên xizmetguzariyê re kirine û piştgiriyeke guncaw ji wan re werdigirin. Nemaze ji ber ronahiya girseya mezin a medyayê ku alîkariya wê û tîma wê kir ku bi ser kevin, bi taybetî bi parvekirina hashtag û wêneyên ji aliyê jinên rojnamevan û bandorkerên li ser medyaya civakî.
 Hanin Judeh teqez kir ku kampanyayê hejmarên baş bi dest xistiye, di rojekê de 2 milyon temaşevanan li ser Twitter, ji bilî platformên din qezenc kiriye.