5 sal ceza dan aktivista xwendevan Leyla Hosseinzadeh

5 sal cezayê aktivist Leyla Hosseinzadeh a li Tahranê dixwîne ji aliyê dadgeha temîzê ve hat erê kirin.

Navenda Nûçeyan – Cezayê aktivist Leyla Hosseinzadeh a li paytexta Îranê Tahranê xebatan dimeşîne hat erê kirin. Berî niha du salan lêpirsîna xwendekara zanîngehê Leyla Hosseinzadeh despêkiribû û demekê dibin çavan de mabû. Ji aliyê Şubeya 36 a Dadgeha Temîzê ve taleba 5 sal cezayê girtîgehê yê ji bo wê tê xwestin hat erêkirin. Parêzer girêdayî mijarê agahî berav kir.