Hakima Ragaibi: Pêkanînên li dijî jinan li pêşiya pêşketin û wekheviyê dibin asteng

Seroka Komeleya Hêviyên Jinan Hakima Ragaibi ji ajansa me re axivî û got ku hejmar metirsîdar in û cihê fikaran in. Tevî qanûna hejmara 103.13 ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan beriya 3 salan ketiye meriyetê jî hê bi gelek kêşeyan re rû bi rû ye û bandora wê di pratîkê de qels e.

HENAN HARIT
Mexrib- Tevî qanûnên ku jinên Mexribê diparêzin jî amar diyar dikin ku jin hê jî rastî şîdet û destdirêjiya fizîkî, derûnî û heta zayendî tên. Hem ji aliyê hevjîn ve hem jî ji aliyên xizmên xwe ve. Di heman demê de dibe ew ji hêla kesên ku tu eleqeya wan bi jinan tune ye re jî rastî kiryarên xirab tên.
Amarên fermî pirbûna tundiya li ser jinan piştrast dikin. Servîsên ewlehiyê yên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariya Neteweyî ku bi mijarên têkildarî şîdeta li ser jinan re mijûl dibin, ji destpêka sala 2021’ê heta 25’ê Mijdara borî bi giştî 61 hezar û 388 bûyerên tundiya li ser jinan bi hemû şêweyên wê tomar kiriye, di nav wan de 62,383 mexdûr hene, ji sedî 7 ji wan girêdayî kesên temen biçûk in.
"Rêjeya şîdeta bi her awayî zêde ye"
Heman hejmar diyar dikin ku tundiya fizîkî di serê bûyerên tomarkirî de ye û digihîje ji sedî 41, piştre şîdeta aborî tê ku ji sedî 27 e lê şîdeta psîkolojîk jî ji sedî 26 e û şîdeta zayendî ji sedî 4 e. Der barê şîdeta dîjîtal de ku ji sedî 2 te ji hemû dozên tomarkirî pêk tîne.
Di nava kesên temenê wan di navbera 31 û 45 salî de bi rêjeya ji sedî 38 rastî şîdetê hatine hene û di pey re jî temenên di navbera 18 û 30 salî de bi rêjeya ji sedî 34 heye. Piştre koma ku di navbera 46 û 60 salî de ye, bi rêjeya ji sedî 15, ye koma temen ji 12 heta 17 salî, ji sedî 7 derbas nebû. Du komên ji 60 salî mezintir û yên ku hê negihîştine 12 saliya xwe, ji sedî 5 an 1 şîdetê dibînin.
"Divê em bizanibin pirsgirêk ji ku dest pê dike"
Seroka Komeleya Hêviyên Jinan Hakima Ragaibi ji ajansa me re axivî û got: "Hejmar metirsîdar in û cihê fikaran in. Tevî qanûna hejmara 103.13 ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan beriya 3 salan ketiye meriyetê jî hê bi gelek kêşeyan re rû bi rû ye ku bandora wê di pratîkê de qels e.”
Wê teqez kir ku tevî bizavên neteweyî yên ji bo têkoşîna li dijî vê diyardeyê û hebûna qanûnek ku jinan ji tundûtûjiyê diparêze li welatekî ku bi mafên wan bawer dike, dema ku ev rêje bilind bin divê em wekî tevgerên femînîst zêdetirî yek nîşanek pirsê derxîin holê û bigerin ka kêmasî li ku derê ye? Rast e çend tişt hene ku bi hev ve girêdayî ne û vê şîdetê bi xwe re tînin lê divê em zanibin ka kêşe pêkhatî ye, yan kêmasî di civata ku bi şidetê ve bûye taybetmend e, an pirsgirêk di zagonan de ye. 
Der barê sedemên ku vê diyardeyê tundtir dikin de Hakima Ragaibi diyar kir ku sedemên herî diyar belavbûna çanda gelêrî di nav malbatên Mexribê de ye ku ji jinên zewicî daxwaz dike ji bo xatirê zarokên xwe li hemberî ziyan û tundiyê sebir bikin û bi vî rengî cureyek normalîzekirina şîdetê heye.
Çalakvana mafên mirovan diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a zagona li dijî tundiyê tawîz e yan jî ji mafê xwe daketine û got: "Tawîzdayîn xalên qanûnê lawaz dike û divê bê rakirin. Mixabin jin di bin zextê de dikarin li dijî êrîşkar îmzayê bidin û bi vî awayî ew dikarin xwe ji ceza xilas bikin.”
Her wiha anî ziman ku berdewamiya tundiya li ser jinan yek ji wan pirsgirêkan e ku rê li ber pêşketin û wekheviyê digre û banga xurtkirina pêngavên hikûmetê ji bo jinavbirina şîdetê kir, di nav de pêdaçûn û baştirkirina qanûna 103.13 ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û bihêzkirina pêdiviyên wê li gorî zagon û peymanên navneteweyî.
"Komeleya Hêviyên Jinan kampanyayek herêmî da destpêkirin"
Komela Hêviyên Jinan di çarçoveya çalakiyên 16 rojên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, bi dirûşma "Gelê Fasê yekdeng e û tundiya li ser jinê-an red dike" li herêma Fas-Meknesê kampanyayek herêmî da destpêkirin.
Bernameya wê gelek kampanyayên bilindkirina hişyariyê digire nav xwe ji bo bilêvkirina daxwazên jinên ku ji ber metnên qanûnî yên ku komele wan cudaxwaz dibîne û êş kişandine û hîn jî dikşîne. Komele her wiha ji bo ku diyardeya şîdetê bibe asteng li pêşiya pêşketinê û ji bo jinên herêma Fas-Meknesê ji mafên xwe yên tenduristî û ewlehiyê sûd bigirin, dixebite.
Têkildarî kampanyayê jî wê got: "Kampanyaya herêmî ya ku Komeleyê di vê salê de bi helkefta rojên navneteweyî daye destpêkirin, daxwaza mafên mirovan û tevgera jinan a ji bo guhertineke radîkal û berfireh a qanûna tawanan û zagona malbatê xurtir dike.