Danişîna doza Semra Guzel hat lidarxistin

Di doza Parlamentera berê ya HDP'ê ya Amedê Semra Guzel biryara berdanê nehat dayin. Şahidê veşartî yê ku di dozê de hat guhdarkirin Ezel diyar kir ku îfadeyên ku der barê Semra de daye ji aliyê kesên sêyemîn bihîstiye.

Navenda Nûçeyan – 9'emîn danişîna doza Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel ku di 3'ê Îlona 2022'an de ji ber hin wêneyên di dosyaya lêpirsîna ku der barê wê de hatibû vekirin de ji ber parêzbendiya wê hat rakirin hat girtin li 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Guzel bi hincet tev li danişînê nebû, parêzerên Guzelê û parlamenterên DEM Partiyê tev li danişînê bûn. Danişîn bi xwendina belgeyên di dosyayê de dest pê kir. Piştre şahidê veşartî Ezel hat guhdarîkirin. Ezel ku bi rêya Sîstema Deng û Vîdeo û Agahdariyê (SEGBÎS) tevli danişînê  bû, diyar kir ku di sala 2017'an de der barê Semra de îfade daye. Ezel ku îfadeya wî nehat bîrê, diyar kir ku Guzel aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) ye û ji gelek hevdîtinan ew nas kiriye.

Parêzeran ji bo komkirina delîlan û mutalayê dem xwestin. 

Piştî îfadeyan heyeta dadgehê biryara navberê da û biryar da ku girtina Semra Guzel berdewam bike. 

Danişîn taloqî 11'ê Îlonê saet 14:00'an hat kirin.