Jin li Mexribê bi riya avakirina wekheviyê civakê diguherînin
Jinên wek Suad Şabana û Şaîmaa Wahab, bi riya perwerdekirina zarokan û alîkariya ji bo dayîkan, hewl didin ku wekheviyê ava bikin û civakê biguherînin.
HENAN HARÊT
Mexrib – Li Mexribê ezmûnên Souad Şabana û Şaîmaa Wahab, ji bo jinên ku di nav civaka sivîl de dixebitin modelek pêşkêş dikin. Aktîvîzma wan, perwerdehiya ji bo wekheviyê bi parêzvaniya mafên jinan re dike yek. Hem ji ezmûna damezrandî û hem jî ji coşa ciwanan sûd werdigre. Her ku 8’ê Adarê nêz dibe, hebûna wan wek beşek ji tevgereke berfirehtir ku hewl dide wekheviyê bi rêya guhertinên çandî û perwerdeyî yên demdirêj ava bike, ji polan dest pê bike û bighîje civakê bi tevahî, diyar dibe. Armanca vê tevgerê ew e ku modelek berfireh a jinan biafirîne ku nirxên edalet û wekheviyê ji zarokatiyê heya jiyana giştî xwedî dikin.
Perwerde wek rêbazek ji bo wekheviyê ye
Ji sala 1998’an vir ve Souad Şabana di nav gelek komeleyan de di xebata jinan de ezmûnek berfireh berhev kiriye. Piştî ku di sala 2017’an de ji karê xwe yê hesabgirî teqawid bû. Wê xwest ku ji pozîsyonek cûda ve pabendbûna xwe bidomîne û wek koordînatora perwerdehiyê tevlî Komeleya Pêşbaziyê ya ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê bû. Ezmûna xwe kir xizmeta perwerdehiya nirxan a di nav saziyên perwerdehiyê de.
Derfetê dide zarokan ku wateyê ji bo xwe kifş bikin
Soud Şabana bi rêveberiyên dibistanan re hevrêziyê dike û rûniştinên hişyariyê di nav polan de organîze dike. Ew xwe naspêre gotûbêjên teorîk an zimanê tevlihev, lê belê sadehiyê wek rêbaza diyalogê hildibijêre. Ew cih dide zarokan ku bifikirin û derfetê dide wan ku wateyê ji bo xwe kifş bikin, heta ku ew bighîjin encamek ku hêsan xuya dike lê kûr e: wekhevî di eslê xwe de tê wateya "dermankirina wekhev" (ku her kes bêyî cudakarî wekhev tê dermankirin). Nîqaşan derbarê têkiliyên di navbera xwîşk û birayan de di navbera keç û xortan de û belavkirina rolan di nava malbatê de vedike.
Hûrguliyên ku asayî xuya dikin, tovên guhertina domdar temsîl dikin
Ji bo Soud Şabana zarokek dikare bi xwezayî wateya edaletê fam bike, lê ji bo veguherandina vê têgihîştinê bo hişmendiyeke mayînde û tevgereke rojane ya pratîkî ku di veguherînên piçûk de xwe nîşan dide, rêberî hewce dike: zarokek ku bi xwişka xwe re dema lîstikê parve dike, an jî xwendekarek ku bi bawerî radigihîne ew dikare xewna pîşeya ku ew dixwaze bike. Hûrguliyên ku asayî xuya dikin, lê tovên guhertina domdar temsîl dikin.
Alîkariya dayîkên tenê jî dike
Souad Şabana bi hevkariya komeleyên pispor ên wek komeleya "Dilopa Şîr" re, ji dayîkên tenê re piştgiriya civakî û rêberiya yasayî pêşkêş dike. Ev hevkarî her wiha çûyîna dadgehan jî dihewîne da ku prosedurên qeydkirina zarokan di rewşa medenî de temam bikin. Ji bo ku ji her zehmetiyek dibe ku paşê pê re rûbirû bimînin, bi taybetî di gihîştina perwerdehiyê de, dûr bikevin. Ji ber ku nebûna belgeyên fermî zarok ji mafê wî yê bingehîn ê perwerdehiyê bêpar dike.”
Ji ezmûna takekesî ber bi parastina mafên jinan ve
Di heman komeleyê de, Şaîmaa Wahab jî bi awayekî temamker dixebite. Ew ji ber ezmûneke şexsî ku tê de wê bandorên niheqî û cudakariya li dijî jinan di civaka xwe de, bi taybetî diya xwe de dîtiye, di sala 2017’an de tevlî bû. Vê ezmûnê ew motîve kir ku êşa xwe veguherîne pabendbûnek pratîkî ji bo parastina mafên jinan. Rola Şaîmaa Wahab ne tenê bi zêdekirina hişyariyê ve sînordar e. Di heman demê de guhdarîkirin, piştgiriya qanûnî, bi nexweşan re çûyîna nexweşxaneyan û şopandina prosedurên dadwerî jî dihewîne.
Şaîmaa Wahab ragihand ku ew hewl didin jinan bihêz bikin û zanîna mafên wan bidin wan û wiha got: “Di heman demê de tekez dikin ku armanc ne afirandina pevçûnek di navbera jin û mêran de ye, pêşxistina edaletê di nav civakê de bi tevahî ye. Em li dibistanan jî proje û çalakiyên xwe li dar dixin bi armanca ku zarok ji ezmûnên xwe yên rojane fam bikin ku edalet divê beşek ji jiyana wan bin.”
Mafên jinan nayên dayîn, tên desteserkirin
Şaîmaa Wahab destnîşan dike ku ev cure xebat di medyayê de xuya nake, lê bandorek kûr heye. Şaîmaa wiha got: “Ji ber ku ew tovên raman û wekheviyê ji temenê ciwaniyê ve diçîne û tekez dike ku jinên di komeleyê de xeta yekem a parastinê ji bo mafên jinan û wekheviyê di nav civakê de pêk tînin. Em dixwazin jin bizanin ku mafên wan nayên dayîn, tên desteserkirin. Ger ew dengê xwe dernexin, ti guhertin çênabe û ev bi me ve girêdayî ye ku em cîhên ku ew mafên xwe nas bikin û biparêzin, ava dikin.”
Komele ji bo her kesî vekirî ye
Şaîmaa Wehab di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku deriyên komeleyê ji bo her kesî vekirî ne û armanc ne pêşkêşkirina çareseriyên amade an prosedurên qanûnî yên taybetî ye. Şaîmaa, da zanîn ku armanc ew e ku jin, ciwan û zarokan bi rêya fêrbûn, beşdarbûn û hişmendiya berdewam nirxên welatîbûn û wekheviyê di jiyana xwe ya rojane de bipejirînin.
Di çarçoveyek navneteweyî de ku girîngiya perwerdehiya zû di kêmkirina cudahiyên zayendî de tekez dike, însiyatîfên bi vî rengî aliyek digirin ku ji sînorên wan ên erdnîgarî derbas dibe. Raporên navneteweyî destnîşan dikin ku çandina nirxên wekheviyê di temenê ciwan de dibe alîkar ku têgihîştinên civakî ji nû ve şekil bide ku paşê cudakariyê gur dike.
Girîngiya hebûna saziyên bi vî rengî
Ji vê perspektîfê ve, xebata Şaîmaa Wahab û Souad Şabana ne tenê bi çalakiyek kolektîf a sînorkirî di nav Mexribê de sînordar e. Ew beşek ji hewldanek gerdûnî ya berfirehtir a têkildarî Armancên Pêşkeftina Domdar, bi taybetî armanca têkildarî wekheviya zayendî temsîl dike. Guherîna çandî û civakî ne tenê bi rêya metnên qanûnî pêk tê, her wiha bi ji nû ve şekildana hişmendiyê ji zaroktiyê ve, bi rêya perwerdehiyê û hişmendiya rojane di nav dibistan û civakê de dest pê dike.