Ji dadger ji bo dayikê pirsa: Tu çima tevli şîna keça xwe bûyî?

Dadgeh ji Dayika Aştiyê Hedlê Ogur a di konê sersaxiyê, keça xwe ya jiyana xwe ji dest dabû de, hatibû binçavkirin pirsa; “Çi karê te di wê sersaxiyê de hebû?" kir. Ji bo Hedlê Ogur a ku 11 sal in ji ber di sersaxiya keça xwe de cih girt tê darizandin 3 sal û 15 roj cezayê girtîgehê tê xwestin. Hedlê Ogûr a ku diyar kir dosyaya wê sewqî Dadgeha Bilind hatiye kirin, destnîşan kir ku bi salan e zext berdewam dikin.

Dadgeh ji Dayika Aştiyê Hedlê Ogur a di konê sersaxiyê, keça xwe ya jiyana xwe ji dest dabû  de, hatibû binçavkirin pirsa; “Çi karê te di wê sersaxiyê de hebû?" kir. Ji bo Hedlê Ogur a ku 11 sal in ji ber di sersaxiya keça xwe de cih girt tê darizandin 3 sal û 15 roj cezayê girtîgehê tê xwestin. Hedlê Ogûr a ku diyar kir dosyaya wê sewqî Dadgeha Bilind hatiye kirin, destnîşan kir ku bi salan e zext berdewam dikin. 

MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha- Di vê dema ku bûyerên li daraza Tirkiyeyê tên jiyîn, bi gelek mînakan dibin mijara nîqaşê, Dayika Aştiyê Hedlê Ogur ji bo keça xwe Hîlal Ugur a PKK’î ku jiyana xwe ji dest da konê sersaxiyê danî 11 sal in tê darizandin. Malbat piştî ku fêrbûn Hîlal Ugur di 27'ê Mijdara 2010'an de jiyana xwe ji dest daye, di Îlona 2011'an de li ser navê keça xwe konê sersaxiyê danîn. Di konê sersaxiyê de 20'ê Îlonê polîsan bi gaza îsotê mudaxeleyî konê sersaxiyê kirin û 23 kes binçav kirin. Di mudaxaleya ku gelek kes birîndar bûbûn de, Dayika Hedlê Ogur jî di nava kesên hatin binçavkirin de bû. Ji kesên hatin binçavkirin 6 kes bi sûcên “propagandaya rêxistina terorê”, “pesnê sûc û sûcdar” û “Ji polîs re mukavemet” nîşan dane hatin girtin.
3 sal û 15 roj cezayê girtîgehê tê xwestin
Hedlê Ogur diyar kir di dadgeha ku piştî binçavkirine, hat lidarxistin de, dadger jê pirsa; “Tu çima tevli wê sersaxiyê bûy?” jê kiriye. Hedle Ogur ji sala 2011’an vir ve bi hinceta ku ji bo tevli sersaxiya keça bûye tê darizandin. Dosyaya Hedlê Ogur a ku herî dawî der barê wê de 3 sal û 15 roj cezayê girtîgehê hat xwestin, sewqî Dadgeha Cezayê Giran hat kirin. Hedlê Ogur dibêje ku ji sala 2011'an û vir ve hem rastî zextên hiqûqî û hem jî zextên cuda hatiye û da zanîn ku ji wê rojê heta niha ji bo tevlî xebatan nebe, bi devkî gef li wê tê xwarin.
“Di êrîşê de jinek zaroka xwe winda kir”
Hedlê Ogur dibêje ku piştî hîn bûne keça wê jiyana xwe ji dest daye konê sersaxiyê danîne, diyar kir ku di roja sersaxiyê de bi dehan polîsan êrîşî kesên hatibûn cihê sersaxiyê kirine û axaftina xwe wiha domand: “Bi gaza îsotê êrîş kirin. Baş tê bîra min, wê rojê jineke ducanî di sersaxiyê de bû, ji ber gaza ku hat avêtin zaroka xwe winda kir. Gelek kes bi şikandina ser û destên wan binçav kirin. Bi awayekî hovane êrîş kirin. Hemû kesên li cihê ku konê sersaxiyê lê hatibû vekirin, ji gaza ku wê rojê hat avêtin, bi bandor bûn. Piştî ku ez hatim binçavkirin, derketim dadgehê, dadger ji min pirsa; “Çi karê te di wê sersaxiyê de hebû?” kir. Min jî got sersaxiya keça min bû. Polîsên ku wê rojê li wir bûn, li salona dadgehê bûn û gotin, ‘wê êrîşê me kir.’ Wan jî doz li me vekirin.”
“Zext bi salan e berdewam dikin” 
Hedlê Ogur diyar kir ku piştî sersaxiyê der barê wê de doz hatiye vekirin û doz hê jî didome, bi van gotinan bal kişand ser zextên lê hatine kirin: “Piştî wê rojê der barê min de gelek lêpirsîn hatin vekirin û ez hatim binçavkirin. Piştî wê zilmê kêliyek jî nesekînin. Ji bo ez xebatê nemeşînim û di nava xebatê cih negrim gef li min xarin. Ji min re digotin “Ma tu ji mirinê natirsî?” Min ji wan re digot ev ne sûc e, ez ê xebatên xwe bidomînim. Min got şev be jî ger wesayîda min tune be jî ez ê bi peyatî biçim û beşdarî xebatan bibim. Bi salan e ev zext berdewam dikin lê ez natirsim.”
Hedlê Ogur dibêje ew bi salane weke dayika aştiyê li dijî zilmê têdikoşe û got ku ew e têkoşîna xwe heta dawiyê bimeşîne.